Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Li kolanên Sûriyeyê qedera kurdan

Li kolanên Sûriyeyê qedera kurdan

Li derazinka çareseriya bo Kurdên Sûriyeyê konsepta navdewletî li ser zemîneke nû şikil digire.  

Pirsa kurdî, doza neteweya kurd a azadiyê, li derazinga çareseriyê bi ser pêlingên hilû û şemitok dike ku nekeve ber bayê konjonktura nandewletî û bi avê de neçe.   

Li doza neteweya kurd de “bihara azadiyê” li ser derazinkê li benda hin pêşhatên nû ye.

Bi taybetî van rojên ku kolanên Sûriyeyê ku beşeke Kurdistanê girtiye ber perrê dagirkeriya xwe, xwîn weke cobaran diherike û xîm û bingehê keleha dawîn a rejîma Baas a ji sedsala çûyî mayî, li ber heriftinê ye, çarenûsa kurdan ji nû vet ê nivîsandin.

Ji ber wê ye, hewce ye, Kurdên li her çar parçeyên Kurdistanê, bi taybetî yên li Tirkiye ango bi gotina me ya navxweyî bakurê Kurdistanê, van pêşketinan bi pir baldarî bixwînin û bi wî çavî nirxandinê li ser bikin.

Çareserî li bin derazinkê ye lê dibe ku qet û qet berê xwe nede pêstirkê û hilkişe jûr û dîwana welatê me, dibe ku berwext jî bête hundir.

Ev ê bi pêşketinên konjonkturel ên navneteweyî hinekî diyar bikin.

Kifş e ku gelê Kurd vê carê li ser kolanên Sûriyeyê dê berê xwe bidine asoyên paşerojê û dê li ser pêşveçûn û pêkhatinên vê derê qedera kurdên serxetê ango yên Bakur jî bixweber bê destnîşankirin.

Rast e ku mirov bibêje Kurdistan weke tevneke hevrêsayî bi hemû rîş û tayên xwe bi hev ve girêdaye, pêşketina li parçeyekî çi erênî çi nerênî yekser bandore li parçeyên dîtir jî dike.

Ji ber hindê ye, diviya pêşveçûnên li başûrrojavayê Kurdistanê bi vê perspektîfê bêne nirxandin û di wê çarçoveyê de şîrove li ser bêne kirin.

Mebesta min, ew e ku pêşveçûneke li Kurdistana Sûriyeyê yekser dê bandorê li paşeroj û siberoja Kurdistana Tirkiyeyê jî bike.

Başûrrojava, di vê çarçoveyê de vê heyamê dikare weke derazinka çareseriyeke giştî jî bête dîtin. Çi ko statûyeke siyasî ya bo kurdan a li vî parçeyî dê di çend hêlan de bandorê li teşegirtina zemîna siyasî ya bakurê Kurdistanê bike.

A yekê, heke li Sûriyeyê Kurd bûbin xwedan statûyekê ev ê yekser bihêle ku dewletên xwedan şiyan ên weke DYA û Ewropa ku di diyarkirina siyaseta herêmê de xwedan roleke berbiçav û kifşker in, dê pirtir û rasterastir bi vê pirs û dozê re mijûl bibin. Dê cara pêşîn, siyaseta kurd a PKK’ê, li qada sivîl û dîplomasî bibe muxatab û bersîngê meydana siyaseta navneteweyî û desthilatdariya dîplomasî ya navdewletî.

Ji ber ku, tê zanîn li Sûriyeyê hêza herî bi rêkxistî PYD ye ku di çarçoveya siyaseta PKK’ê de siyasetê dike.

Weke dîtir, heke li Sûriyeyê “xweseriyek” bo Kurdan bête dayîn û kurd bibin xwedan statûyekê, bivê nevê êdî sînorên Tirkiye û desthilatên Kurdan dê ji Şemzînan heta Efrînê di çargoşeyeke berfireh de be û ev ê bihêle ku dewleta Tirk pirtir bi vê pirsê re têkildar bûbe û bivê nevê li gorî wê riyeke siyasî ya pêkhatinê bide ber xwe.

Ev yek dê destê kurdan xurtir bike û dê bivê nevê PKK’ya ku di zemîna siyasî û sivîl de jî bûbe xwedan tecrûbeya rêvebirinê bêhtir weke partnereke siyasî di meydanê de were pêş û hêzên xwedan biryar û xwedan şiyan li gorî wê polîtîkaya xwe ji nû ve dizayn bikin.  

Niha wer reng e ku li kolanên Sûriyeyê qedera kurdan jî tê nivîsandin.

Ji ber ku dewleta Tirk ji bo bêbandorkirina hevgirtiya kurdistanî ya li vî parçeyî, bi şev û roj dixebite û bi dezerformasyonê û komplogeriyên her awayî hewl dide, yekgirtina kurdan sabote bike û bi awayekî kurdan bikişîne meydana şerî û bi destê Esadê xwînxwar bide qirkirin.

Lê siyaseta kurd hê jî di vî warî de li ser hemdê xwe ye.

Vêca beramberî wê ji bo ev geşedana li vî parçeyî li Bakur deng vendee hewl dide bi “pêla girtin û binçavkirinê” topizê tepeserkirinê li ser hêza herî çalak a vî parçeyî bihejîne û wê mîlîmîze bike.

Weke tê zanîn, di navbera van herdu parçeyan de têkiliyeke civakî a organîk heye jixwe heke ev têkilî bi hevgirtineke siyasî jî bête tekûzkirin û di statûya piştî rejîma Esad de heke hevsarê vê desthilatê bikeve destê PKK’ê wê demê bo Tirkiyeyê tenê riyek dimîne ku ew jî “rûniştina li ser maseyê ye.”

Xuya ye, fersendeke dîrokî ya zêrîn careke dî heta ber derazika me kurdan hatiye.

Li welatê Hîlala Zêrîn, li ser çand û kelepûra Til-Xelefî ya pênc hezar salî ya Mezopotamyaya Jorîn, neviyên Hurrî-Mîtannî, Gutî û Naîriyan, careke dî nêzî wê rojê ne ku tîrojên roja Zerdûştê kal a pîroz bi ser welatê wan de bibiriqe û ev werîs û nîrê serşoriya bindestiyê ji stûyê vî gelî vebe…

“Bihara Kurdî” bi Newrozê re çîl û bişkojên xwe berdide.

Li ser dilê welatê Mîtannî li Başûrrojavayê Kurdistanê vê carê niviştar û qedera hemû kurd û Kurdistanê tê nivîsandin.

A maye ber dest, ew e ku Kurd vê keysê baş bi aliyê xwe ve bînin û bi siyaseteke serkeftî vê pêvajoyê bi rê ve bibin.

Hêvî, ji her demê nêziktir e.

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
1 Yorum
Omer Dilsoz Arşivi