Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

GûzeREŞê hey bextREŞê!

GûzeREŞê hey bextREŞê!

      -Ji bo cangoriyên Gûzereşê-

Sîngî Rêjgare, palê Sermedar e
Robarê Xanê pê de tê xware
Di ber de gelî ye piştê şikêr e, hisar e
Ji teyaran agirê napalê bi ser de dibare

Gûzereşê, hey çi bextreşî
Îro tu kîmyewê bêhn dikî, mirinê vedireşî
Ma tu neşiya mêvanên xwe veşêrî?
Kanî digotin, tu hêlîna şêrî?

Gûzereşê di geliyê kûr de
Pîrî yekmal e, xwe daye pişt te
Çi ferman bû hatî ser te
Kanî Serdar, ka Gula te?

Gûzereşê, reş girêda
Çiriya Paşîn xwîs bi rê da
Rêjgare bi mijê xwe lêda
Befir barî û mirin pêda

Gûzereşê, hey bi dilbiêşê, ev çi tofan e
 Şerê giran bi ser de dikişe bê emane
Sîûpênc gerîla têjikên pilingan kir berxwedane
Esker zor e, bi top û jet û napalma giran e

Gava gotin biqedin û lûliya ji agir be axaftin, hingê mirov xwe li bêdengiyê datîne ku ev ne bêdengiya “bêxîretiyê” lê ev bêdengiya “êşa giran e” ku mirov wê bi kizirîn û birijîna kezeba xwe dijî.

Vê Çiriya Paşê êşên gelek giran bi ser dilê “gelê me” gelê kurd de rijandin. Berê erd li Wanê hejiya û li dora 1000 (hezar) kesî mirin û bi dehhezaran kes jî bêmal û şerpeze bûn. Payiz e, dinya sar dibe û zivistan wekî hûtekî qerisî û qerisende li ber derî çok vedaye. Aha wan rojên ku em bi janên Wanê mijûl bûn û guhê me li wê derê bû, dilê me ji bo êşên wê dijenî, di heman demê de, di nav mij û moraneke nepen de, gurên har li Geliyê Tîyarê rabûbûn nêçîra gênc û ciwanên vî xelkî û bêrawetan gujeguja balafiran asîmanê kerr ê Kurdistanê diçirrand û agir vedireşiya ser gelî û berdolan.

 Herî dawîn, hate zanîn ku li Gûzereş û Pîrî, li gastînên Rêjgare û Sermedarî du rojan şerên giran qewimîne û Artêşa Tirk li vê derê “çekên qedexe” bi kar anîne û komeke gerîlayên PKKê asê kirine û piştre jî hemû şiyanên xwe bi kar anîne û ew bi qewlê wan “berteraf” kirine.

-Emrê vê Reşkujiyê rasterast ji aliyê Serokomar Abdullah Gul ve hatiye dayîn.

-Serokwezîr Receb Tayyip Erdogan ev operasyona REŞ koordîne kiriye û Serfermandarê Giştî Nejdet Ozel bi xwe jî serkêşiya vê operasyonê kiriye.

Dîsa agir bi mala xelkê xistin. Di nava mehekê de li vî welatî seranser, ji hezarî zêdetir kes di encama şer û karesatan de jiyana xwe ji dest dan.

Hema em bi kurtî li bîra xwe bînin; Di şerê Çelê de bi tevayî 81 leşker, di şerê Gûzereşê de 35 gerîla de, di erdheja Wanê de 1000 sivîl; 81+35+1000=?

Divêt em ji bîr nekin, ev giş însan in, giş ji nava me ne û giş parçeyek ji me ne.

Vêca ji virê pê de kî dikare bibêje ka çi di dorê de ye?

Çend berxikên dîtir ên dayika xwe dê gorî vê rikk û kînê bibin?

Ev aqilkoriya ku serkêşên vî welatî pê girtiye gelo dê serê çend bê xal û xerezên dîtir bixwe?

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
1 Yorum
Omer Dilsoz Arşivi