Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Ez naxwazim êşan binivîsim

Ez naxwazim êşan binivîsim

Qoşxana siyasetê bilqe bilqe; dikele, dikelije. Pakêt û gavên (açılım)  ‘çareseriyê’ li bin guhê hev dikevin. Hevdîtin û çavpêketin, tûr û geryanên hevserwextkirinê pal didine hev.

Ez difikirim ka em li kî dera vê ne û ji xwe re dibêjim, “Ez li rexê pêkhatin û mesilhetê” me, min nevêt êdî rondikên çavan bêne xwarê, ne wek gotineke klîşe ji dil dixwazim dayik negrîn û em jî, ne rondikên çavan helbest û şiîrên evîn û hezjêkirinê binivîsin.

Helbesta min ji bo hêviya lihevhatin û aştiyê:    

Çavreş;

        Min li reşeçavên xwe bistirîne

Di çavên xwe yên reş de
Veşêre vê hesreta dilê min
Min bibe
Rake ji nav vê hêwirzeya serxwer
Ez qet hînî qelebalixên van bajaran nebûm
Her parçeyekî dilê min ma sar
Her kerikekî ruhê min ma jar

Were çavreş,
Destê min bigire û min bibe ji van deran 
Bibe dûriyan çavreş;
Li piş behran,
Li welatekî gelek gelek dûr
Di kuçetariyên serdemeke hesinî de
Di çavên xwe yên xezalî de
Binixêve evîna ber dilê min
Ewa
Ji kulîlkeke ji bihara umrê min mayî

Çavreş,
Ji mêj ve bû
Xweziyan koç kiribû ji bala û sertarên dilê min
Lê bi tîna çavên te
Careke dî vejiya kaniya hêviyên umrê min
Ên têrtijî
Terotol
Û serberdayî
Dîsa kulmek xeyalên tisî
Bûne mêvanê destexana jiyana min

Xwezî bi wê rojê
Bi wê xewnê
Bi wê xeyalê
Ku rojekê ji rojan
Li panava gundekî,
Li welatê me yê navçiyayî
Li ser girekî bilind
Li pesareke veder
Di kevnekavilekî de
Li ber bêxiriya reşeçavên te
Ax xwezî,
Li ber bidime ber berrojî hemû xeyalên xwe yên qerisî
Bi xewneke tisî
Li ser destexana umrê xwe
Binoşim dilopek ji tîna sorelêvên te

Çavreş
De were,
Were û biperçiqîne
Van dûriyên ku di neqeba min û te de bûne pejanek ji keserê
Were
Were û dilê min ê zîz
Ê ku di sînorên nediyar de
Li ser riya heyhatê bûye şevçirayeke lerizok
Bi ser sîng û bera xwe bihewîne
Bike mêvanê paxila xwe
Wekî mêvanekî Xwedê,
Bila bi xêra miriyên te be çavreş
Çavreş
Were min di vê xopana kevnewarî de
Bike mêvanê reşeçavên xwe
Bila ew jî kilê wan be,
Bi xêra ezîzên ber dilê xwe bike
Min biezimîne bi dilovaniya dayikekê

Çavreş
Were em biherifînin dîwarên dûriyan
Sînorên dûrgehan
Welat bi welat cîhaneke yeksan bînin pê
Li nav tixûbên xweziyên xwe
Hemû mayînên deroberê biteqînin
Û xwe bavêjin bext û torê avzûnkariya heyatê
Jiyan e;
Ma ne îro heye sibe nediyar!
Pêl bi pêl xwe berdine nav mahremiyên jêrhişê xwe
Di çavên xwe yên reş de
Bistêre ezîzê ber dilê xwe

Vê êvarê
Wekî çolekê tîyê bêhna te
Tîna te
Laşê te
Xwîna te
Û
Kela dilê te me çavreş

Çavreş,
Ka ev çi dillerizok e
Ev çi perpitiya bêpayan e
Çi hilavêtin e
Çi dilkutk e
Wisa har
Wisa dijwar
Wekî sîpeleke boş
Qefesa sîngê min dide ber kulman
Ringe ring jê diçe  
Çavên min serevraz,
Li asoyên dûr û bêdûmahîk bel bûne
Beloq bûne
De were çavreş
Min bibe reşeçavên xwe
Bike mêvanê hêlînvanka ser bextê xwe;
Te zanî:
Ez dîno
Tu dînê
Û bila bisekine verêja demê 

Çavreş
Li pesarê gundekî dûr
Li nav dehl û daristana darmaziyan
Li beramberî me siya çiyayekî bilind
Ku bi belekiyên befirê neqş neqş
Belek belek li me dibişire
Li ber bêxiriya kevnekavilekî ji sedsala bîstan
Ez û tu
Rûniştî,
Nivistî
Lêkristî
Wekî du kewên serhêlînê
Bi tîna evînê kurkketî 

Were
Dilê min bi şewqa çavên xwe bialîse
Hilm bi hilm
Qeşaya ruhê min di qefesa sînga xwe de bihelîne;
Çavreş, ez dîno
Tu dînê
Û di reşeçavên xwe de
Min bihewîne çavreş… 

30 -Kanûna Paşîn – 2008 / Diyarbekir

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
2 Yorum
Omer Dilsoz Arşivi