Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

“ê”ya xwe bêje

“ê”ya xwe bêje

Di bihareke derengmayî de, baran û baranî roj zîz û li pişt ewran, çavmiqanê bi me re dike. Îsal bihar gelekî terr e û av û avzêl hema bi devê guhanê tijî ne.

Rûpelên salnameyê ber bi “roja hilbijartinê” ve qel dibin û li bin konên çareseriyê, li meydanên “nimêjên îna sivîl” hengameya li meydanan û herî dawîn weşanxaneyên kurdî ji bo TUYAPa Amedê “pirtûkan” bi “cotik cotik” dizên.   

Kaniya weşanên kurdî terr terr diherike.

Niha, hemû meydanên qelebalix bi “ê”ya xwe radibin û her kes dibêje “dewê min tirş” nîn e.

Berî hilbijartinê bi mehekê, li ser textê satrancê (kişik) her alî bizavê dike ku gaveke xurtir bavêje û zûtir “şah matê” bike.

Li meydanê her kes “ê”ya xwe dibêje.

Ji niha ve xuya nîne ka dê piştî hilbijartinê “tablo”yeke çawa derkeve pêş me, lê aşkere ew e ku her alî hewl dide di wê tabloyê de piçekîtir bibe xwedan giranî û “ê”ya xwe li bin guhê hevrik û hevkêşê xwe bide.

Vê gavê “ê”ya me kurdan wekî “kulekê” li ser dilê îktidar û wekî “kelemekê” li ber çavên neyaran diçikile.

Bloka kurd û dostên wan, wisa diyar e, bi performans û tevgera xwe ji niha ve lerz û ta xistiye dilê partiya hikûmet di destî de ye û ji bo vê blokê ji hev bêxe, hemû rê û rêbaz têne ceribandin.

Kurdên ku çav lê ye ji 30ê zêdetir parlamenteran bibin TBMMê xwedan çi projeyê ne?

Gelo “ê”ya me dê di makeqanûna ku nû tê amadekirin de çend bête bicîkirin?

Bayê siyasetê, her tim ji bo hemû surprîzan amade ye, ji ber wê jî, ev gelê ku hemû hêviyên xwe di “ê”ya xwe bar kirine û li benda “paşerojeke ronak e” diviya di vê ezmûnê de dengê xwe bide “xwe” û nehêle li ser xwîna zarokên wan “bazar” bêne kirin.

Bi hêviyên xweş!...   

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
2 Yorum
Omer Dilsoz Arşivi