Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Edebiyata şoreşê

Edebiyata şoreşê

Jiyan, di moda ‘teq û reqê’ de, li dor maseya tavleyê piştî ‘duşeş’ên li ber hev digindirin, xweliya cigareyê bi hawarê tê; axaftin, li ser “edebiyat” an jî bi “kurdiya nû” wêjeya kurdî ye.  

Nivîskarên me ku di jiyana xwe ya normal de “mamosteyên zimanê tirkî ne”, kela xwe bi zarên piştî mesaiya xwendegehê wan di qehwexane bi gotina îroyîn “café”yan tîne ba hev dişikênin.

Hemû jî “şah û mîrên” edebiyata nû ne. Tu devê kê vekî, ew destpêka destpêkan e. Dê bibêje, “dara kurdî bi berhema min şax dide, min cara pêşîn ev teknîk, rêbaz û model anî nav kurdî.”

Hemû şoreşgerên edebiyateka nû ne.

Hemû bi serê “qelem” bi kurdiya vê demê “pênûs”a xwe sond dixwin.

Qusûra wan…

Nabe ev fikir jî bête kirin, ma “şoreşger û pêşengên tiştekî” dibe ku qusûr ji wana re hebe?!

Ne mimkûn e.

Yê qusûrdar “xwendevan in”, hay ji wan nîne û gava dora zaravêtinê tê ser yê hember, berî zarên xwe tê werke, dibêje, “şoreş zarokên xwe dixwe” û bêyî ku gotineke dîtir ji nav devê xwe bipekîne, hawara xwe dibe cigareya nîvcomayî…

Yê beramber dibêje, “ka em îşev çi bixwin-vexwin?”

Yê dîtir lê vedigerîne, “em şoreşê binoşin ser hinavên xwe, ma ne, em newêrin li malê bi zarokên xwe re du peyvên kurdî hez jê bikin, ka em çi quzilqurt in!”

Belê,

15ê mehê fuara TUYAPê ya Diyarbekirê (ber dilê me Amed e) dest pê dike. Her çend min nekarî “Berbiska Zer” bigihînim vê fuarê jî, em giş li wê derê ne.

Bi hêviyên xweş!

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
2 Yorum
Omer Dilsoz Arşivi