Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Doza Kurd û 'Açılıma Tirkan'

Doza Kurd û 'Açılıma Tirkan'

Kongre… konferans… civîn û deklarasyon pal didin hev van rojan…

Serokwezîr Tayip Erdogan dê bi hunermend û nivîskaran re pirsgirêka kurd (bi gotina wan) doza kurd (bi gotina me) guftûgo bike…

Rê û nexşerê, plan û proje ji hev re dibêjin ‘te cihê min teng kir’ her kes ji aliyê xwe ve hewl dide ‘kirasekê li bejna vê dew û dozê’ bidêre…

Kurdistan, welatekî xwedan çar paytextên cuda yên kulturî; paytexteke dilan (Amed) paytexteke gulan (Hewlêr) û paytexteke şoreşgeriyê (Qendîl) û di navbera vana hemûyan de kurdên xwedan çar zarava, çar kulturên piştre wergirtî û çar dil…

Li başûr behsa paşxistina hilbijartinê, li bakur behsa ‘berlêvebûn û serjêvebûna’ demokratîk û kampanyayên demokratîk ên sivîl…

2010ê vê pêla kurdîniyê weşanxane jî daye ber xwe; bi qasî ez ji çapemeniyê dişopînim, her roj kitêbeke nû li kitêbxana kurdî zêde dibe. (Destxweş)

Kurdên me her roja diçe pirtir fêrî ‘xwe’ dibin û li ‘yê xwe’ germ dibin. Dew û doza qedqedî her ku diçe berhev diçe û wekî laşeke durist li ‘bejn û bal, şekl û şemala xwe’ digere, an jî vedigire.

Kurdên xwedan çar kulturên cuda; hêdî hêdî pê dihesin ku çend jêk cuda kiribin jî siwarê ‘heman’ yek gemiyê ne.

Kurdê ji nav paradoksên kesnedîtî hêdî hêdî fêrî çarlepkiya kurdiniya xwe dibe, hê jî di lîteratûr û ferhengeke yek-bejnî, yek-gewdî de, lêk nehatiye ristin.

Mebesta min; kurdê bakur, xwedan ferhengeke qewî ya siyasî, heta bêjî –ji zarokê heft salî heta heftê salî- polîtîk û polîtîzebûyî, lê rût û taziyê ferhenga kulturî, birçiyê zimanê xwe, kor û bêfehmê dîrok û hunera xwe… (Aşiqê ziman û kevnetorê dijminê xwe)

Kurdê başûr; xwedan ferhenga darayî, ya neft bi neft dikelije, li ser kûpê zêran, korefam, nezanê fikr û hişê dinyawî…

Kurdê rojhilat; di navbera polîtîzebûna bakur û azadiya başûr de geh li wir gel li vir dinêre, lê ne dixwaze biçe vir ne jî dixwaze biçe wir… Sempatîzanê her du aliyan û di heman demê de acizê -ji dil ji dil ve her du aliyan… Wekî birayê navincî… hem ji mezinê xwe hem jî ji biçûkê xwe bêzar e… xwedan ferhengeke têr a kulturî, lê ne bi serê xwe…

Kurdê rojava; xwedan ferhengeke qelew a kulturî lê berbelav, polîtîzebûyî û serê her beranî di dîzika ferhenga wî ya siyasî de, veder, bêpergal û di navbera Bakur û Başûr de, birayê biçûk…

Her parçeyekî Kurdistanê xwedan kultureke cuda û parçeyek ji ferhenga trajediya mezin a ji bo hev bi qiloç ji bo xelkê kol û koç…

Navê vê trajediyê gelek caran benê destê vî miletî daye destê serdestan û îro wek tablo Kurd, li rexekî xwedan ferheng û dewlet, li rexê dîtir her roj kevirekî datîne ser birca xwe û duyan jî ji ber piyê xwe têxe xwarê… (Wek reşbînî tênegehin)

Ji bo ev tablo temam bibe û wek ferhengeke yek-gewdeyî ‘kurd’ bête meydanê, divêt berî her tiştî êdî bes berhingarê serê hev bibin û kerbên xwe ji hev vekin.

Wek ferheng divê ‘kurd’ ji ilet û nesaxiya ‘bila kêm be belê bila ya min be’ xwe xelas bike û xwe û milletê xwe layiqê ya herî baş û çê bibîne…

Dew û doza milletekî ancax bi vî awayî wekî stêrkekê bikaribe li asîmanê azadiyê rewneq bide û geş û ronî be…

Ango,

Wek kesayet kurd, ne li ser bang û talîmatan, ne ji bo xatrê Serokwezîr û Serokkomaran, bes ji bo milletê xwe rabe û tişta ku ev millet layiqê wê ye bike…

Ji ber hindê gotina min li Yilmaz Erdogan e,

Kekê mino, heke tu fîlmên kurdî çêkî tu yê ji bo BDP’ê çênekî, jixwe divêt tu çêkî. Lê ez ditirsim ku hinceta te ne fikara ‘siyasetê’ be, ez ditirsim ku kurdiya te têra neke… Ji kerema xwe, heke ez xelet bim, derkeve pêş û bibêje welle bi her tiştê xwe ez dikarim fîlmeke kurdî çêkim, soz ‘senaryo’ ji min…

Ma dem tu yê biçî gazîya Serokwezîr û tuyê di behsa pirsa kurdî de bîr û boçûnên xwe pê re parve bikî, de kerem ke, bila ji bo fîlmeke bi kurdî piştgiriya te bike…(Ma dem, mesele açılım e, de kerem kin, tişta mejiyê xwe de jê re aç-ıl-MÎŞ bikin)

Ez jî gel hindê me, heke dê ev xwîn raweste, heke dê dayik bes bigrîn û bes dilê evîndarên vî welatî bi agirê windakirinê bête daxdayîn, ez jî gel hewe me birano!

Heke dê biharên bêtirs li Reşko û Cêlo, Gare û Simbî ez ê bikaribim li ber keviyên befirê, li ser terazinan, bi azadî û serbixwe pala xwe bidime latekê û guhê xwe bidime qebeqeba kewên gozel, heke dê bêyî ku kes min rawestîne û li rawestgehekê polîs an cendirme pala min bide dîwarekî û nasnameya min bipirse, ez bikaribim bi 12’yê şevê bi tena serê xwe biçime zozanên Xanê, li Dûpirkê li ser Kaniya Ofê çend mistan ji wê ava ji hingvînî şirîntir, ji şîrî spîtir, ji rondika çavan zelaltir vexwim, di ber re jî guhê xwe bidime dengê bilûra koçerên deşta Zaxoyê dema diçin bo zozanê Çileçemî, bila Eboyê Marîfî jî di ber re heyranokekê bibêje,… wê demê, ez jî dê gel hewe bim hevalno!...

Ma li ser rûyê erdê tiştek bi qîmeta dilopa xwîna terotolekê heye?

Ma dem pirs ji tirsê dixesin, werin em tirsan bi azadiyê binbir bikin; dest bi dest, dil bi dil, bila vê carê ev gula me geş bibe!...

Ez çu carê bêhîvî nebûme…

Belê ez tiştekî dî baş dizanim, Kurdino, gotina min (qewlê navmalê ye) ya me bi xwe ye, de rabin, zana bin, zana bin, zana bin!...

Ji bîr nekin, ji zimanê me xweşiktir her zimanê me ye, ji welatê me xweşiktir her welatê me ye, ji ber hindê jî ji bo ‘xwe’ vê carê tiştekî bikin…

Her kurdê Bakur (Tirkiyeyê) bila îro xwe fêrî herfeke KURDÎ bike! (Q;W;X û Ê) îro çar herf di nav milletê xwedan çar kulturî de, ÇAR kilîlkên azadiyê ne…

Bi hêviya rojên xweş û bi dilê we; ji bîr nekin, umrê me têra hindê nake ku em şerî bikin, ku em dilê xwe bi nefretê dagirin, ku em çavê xwe bi rik û kînê bar kin…

Umir, rojek tenê bît jî bi ‘AZADÎyê’ xweş e…

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
1 Yorum
Omer Dilsoz Arşivi