Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Derbeya Kozmîk!

Derbeya Kozmîk!

Mixabin! Min qet hez nedikir bi ‘mixabinê’ dest bi gotara xwe bikim, lê sed heyf û mixabin e ku niha welatê me li ser kendalê peqîn û lêkdaneke mezin e.

Mixabin, şûr ji kavlanî kişandine, aqil û şuûrê cihê xwe ji rikberî, kîn, nefret û bayê şovenîzmê re hiştiye û dîsa xeratan dest bi çêkirina darbestan, durînkaran jî dest bi durîna kefen û cangê zar û zêcên vî welatî kiriye.

Agir alav alav bi vê daristanê dikeve û ter û hişkî dide ber xwe û disoje.

Derbeyeke kozmîk li dar e.

Kozmîk, di wateya xwe ya ferhengê de ji bo mezinahî û bêdawîtiya ku li aqil û hişê însanan hilneyê tê bikaranîn.

Ango, mezintirîn û berfirehtirîn derbeyek li dar e.

Dewletek wekî çawa mar tûvilê xwe diguhere, wisa tûvilê kevn ji xwe dike û bi tûvileke nû xwe rêk dixe.

Bala xwe bidine van çend rojên dawîn:

Dewletê bi yek dengî stratejiya xwe ya nû bi navê ‘tasfîye û têkbirinê’ xiste dewrê. Starta operasyoneke kozmîk hate dayîn; ji kozmîkxaneyên ordîgehê bigirin heta xwedan destnedayiyên BDPê kî ket ber devê dasê heta bi yek carê ‘MALIŞTIN’

Li kolanan êdî bi aşkera û li ber çavên her kesî, KURD têne lêdan, kuştin û her cure heqaret, dijûn û çêr jî bi serê xwe…

Belî ye, tenê riyek dane ber KURDên vî welatî; sîneyî ÇÎYA…

Tenê, ‘….Zor zane, devê tivenga mor zane’ li ber KURDan hiştiye.

Navê vê di lîteratûra siyasetê de, ‘TERORÎZE’kirin e.

Armanca vê derbeyê ew e; Her çalakî û pêrabûna KURDan terorîze bike û piştre jî bi derbeyeke KOZMÎK lêbixin.

Armanc: KURDÊ kedîkirî…

Kurdê ‘kürt kökenî’ lê di nav KOSMOSa vê dewletê de ‘vatandaş’ê TIRK.

KURDê vatandaşê TIRK…

Xeyalên milletekî avêtin binê NEWALÊ…

Sala 2010 ji bo KURDan werçerxanek e. Di vê werçerxê de KURD mecbûr in, yek bin, tifaq bin û bi sebr û riya aqilî ŞOREŞa KOZMÎK bikin da ku DERBEYA KOZMÎK bi ser nekeve…

Ji bo vê jî,

Ji îro pê de, her KURD divê bi KURDBÛNa xwe biçe pêş….

Bêhîvî nebin;

Tarîtiya herî reş a şevê dema herî nêzî SPÊDE û BERBANGê ye.

Bi hîviya siberojên AZAD û XWEŞŞŞŞ!....  

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
4 Yorum
Omer Dilsoz Arşivi