Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Civakek ku ketibe ‘Turbûlans’ê...

Civakek ku ketibe ‘Turbûlans’ê...

Hewar bêlome be!... 

Ax!..

Min qet hez nedikir bi “axê” dest pê bikim, ji zû de bû, di dilê min de ye ku gotarekê xas û xwerû li ser ‘çend gotinên ber berojê dilan’ binivîsim.

Lê...

Ax ax, em çend li vê ‘lê û belê’yan dialiqin!...

E-riz(î)yona exlaqî, ma dibe ku civakekê ew qas ji binî ve bihejîne..

Ev derûnî û psokojiya wekî balafira bikeve ber bayê turbûlansê û li ser pilê be ku ha li kendalekê wer bû, ha tê wer bû...

Civakek ma ev çende bi ‘turbûlansa bêexlaqiyê’ werdibe... (?)

Gelo, di navbera psikolojiya ‘yên li Mêrdînê, gundê Zanqirdê 42 zar û zêc jî di nav de pismamên xwe didane ber guleyan û hincî hincî dikirin û yên li Sêrt û Berwariyê ‘doxîna xwe heta bin çokan daxistîn’ û tecawiz û destdirêjî heta bi temenê 3-4 saliyê jî anîne xwarê; - ew zarokên 14 - 15 salî yên li YÎBOyan- çi ferq û cudayî heye?

Gelo li van YİBOyan kî têne xwedankirin?

Hûn dizanin ku ji sedî 90 îşkencekar, mêrkuj, tecawizkar, diz, destsivik (qapqaç) hemû zarokên van ‘mektebên YİBOyan in?!...  

...

Li min biborin, bi rastî ez naxwazim di vê mijarê de biçim xwarê û nivîsa xwe kûr û mend û bi berfirehî li ser vê bidomînim.

Ez ji ‘xwe’, ji însanetiya xwe, ji şerm dikim...

Gelo, ev halşetî ruhiyeya turbûlansê, dê me li kîjan kendalan, lat û zinaran wer ke!?

Ez ditirsim,

Erê erê, ez ditirsim ku ‘kevir li vî xelkî’ bibare!...

Bawer bikin, ev tiştên aşkera dibin, tenê ji ‘kerî guh’ jî nîn in...

Di vê civaka bindest û mazlûm de, her awayê ‘xirabî, bêexlaqî û bênamûsiyê’ bi destê hin hêz û xwedan otorîteyan ve hate/tête pêkanîn û belavkirin...

Armanc ew e ‘hemû nirxê exlaqa vê civakê bi awayekî zane û şareza ‘birizînin’!

Ma çi tişt tuneye; sunetkirina keçan, têkiliyên ensest, destdirêjî, lêdan, heqaret, biçûkxistin...

Civakek, ancax ev qas bi ruhê wê bête leyîstin û ‘haveynê’ wê bête têkvedan...

Miletek, ancax ev çend bê rezîl û riswakirin!...

Gelo, li wan YİBOyan çi tête dayîn, kî têne xwedankirin?

Li wê derê, çi nîşanî zarokan didin... Di wan YİBOyên di nav qişleyan de, kîjan xwendekarên gundan ên feqîr, bêyî ku rastî taciz û tecawizê bê, xwendegehê diqedîne!?...

Qey, li dibistanên dewletê yên fermî ‘qatil û tecawizkar’ têne perwerdekirin?!

...

Na na,

Ez pê de naçim...

Tenê, duayekê dikim; ya Xwedayê şev û rojan, tu vê civakê bi aqil ke, biparêze û zaliman bi zilma wan bihêle!...

...

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
2 Yorum
Omer Dilsoz Arşivi