Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Çima ev agir venamire?

Çima ev agir venamire?

Ev zêdetirî çaryeka sedsalekê ye, ev agir, bi vê axê ketiye. Agir axê dixwe, agirê vî şerî ter û hiştî pêkve qirç qirç dike xwelî.

Tu devê kê vekî, dê bibêje, “De werin em avekê bi vî agirî de kin!” lê ev agir avê jî dixwe û av jî ji ber dişewite.

Hêj duhî bû, tv û ajansan ragihand ku 7 teretol, 7 ciwanên kur û keçên vî welatî, belkî cîran, belkî hevalê/a me, belkî kezeba me, ji nava me hatin qetatndin.

Hawar û sed hawar, ma ne bes e! 

Ma dê heta kengî ev agir ba û nefesa vî welatî ji bixwe û bike xwelî?!

Çima ev xwelîserî!

Çima dê dayik kezebiagir, çavbirondik û bilorînin:

Dêgorî,

Ez biqurban,

Berxê min,

Karika ber dilê diya xwe; 

                 

 Serî li ber

wekî tûya bin berfê ketî

zûr zûrr çavên wî ber bayê hizran

sernişîvî valahiyekê bûn

Go:

ax xwezî

    xwezî ez binêrim têrr

awirên wî li valahiyê

dinêrî ter

terr terrr dinêrî

          nêrîneke tijî xwezî

...

Bo çi dê xwezî li vî welatî her bibin xwelî!?

---

Ka riya aqilî?

Ka ma kes vî agirî venamirîne?

...

Bi hêviyên xweş!...

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
6 Yorum
Omer Dilsoz Arşivi