Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

20 canên ciwan ketin axê

20 canên ciwan ketin axê

Bi gotin hêsan e, 20 canên ciwan serî danîn axê, 7 ji aliyekî 6 ji aliyê dîtir; 13 birîndar hene, bi hev re dike 33 can. Agir bi sîûsê malan ket dîsa. 33 kezeb şewitîn dîsa.

Her ku cenazeyek tê rakirin, em hemû destên xwe serevraz dikin, dibêjin “Xwedêyo, tu bikî ev yê dawîyê be!, bila agir nekeve çi kezebên dîtir” lê ev 33 sal e em vê duayê dikin û îro dîsa agir berdibe 33 kezeban.

Her canek berdêla salekê, bila êdî ev ên dawîyê bin. Xwedêyo; tu li me were rayê û aqilekî bide ku em avekê di vî agirî werkin.

Gelo kê ev 20 canên ciwan kuştin?

Şer tiştekî welê qirêj e, tu nizanî destê kê di nav çi de ye; dikî nakî nikarî hin tiştan jêk vavêrî û nizanî kîjan rast kîjan derew e?

Îro şahidên bûyerê, li ser ajansan diaxivin; dibêjin balafiran agir bi daristanê xistiye.

 A rastîn, kê agir bi daristanê xistiye?

Serê pêşîn, Serokwezîrê xwedanê ji sedî 50ê dengan ku her roj “gef û guran” li aliyekî dixwe û her kesê hemberî xwe “biçûk û kêm” dibîne?

Ev serhişkîya wî ya serîçemandin, zimanê tûj û helwesta bi tevayî li ser xapandina kurdan, ev agir geştir kiriye?

Zîhniyeta ku her roj dibêje, “Em wek leşker ji nav ranên diya xwe dipeşin dinyayê” û çav sor, dil sor, deng sor, xwîn xwîn û xwînê dixwe agir berdaye 20 canan?

Qet hewce nîne, em dûr biçin û li teoriyên komployê bigerin; Hema kanaleke televîzyonê vekin, li analîstên ku girêz girêz xwîn ji lêva wan dişûje binêrin, hûn ê fêm bikim ka kê agir berdaye wê daristanê…

Çi pê nevê ku em dûr biçin; Hema tenê li tabloya heyvekê binêrin, hûn ê gelek çêtir têbigihêjin ka kê agir bi wê daristanê xist.

Bi gotin hêsan e, 20 can û hin jî hin birîndar… Ma çi heqê xwedê ye, îro dibû ku em bi tiştekî piçekî dilvekertir biaxiviyana, ma çi maf û edalet e!?

-Bi hêviya ev agir vemire û xwîn ji difna çu kesî nayê!

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Omer Dilsoz Arşivi