Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Xeleka zirav SÛRÎ ye

Xeleka zirav SÛRÎ ye

Vê sernavê hûn çawa dibînin û dikarin bi çend awayan bixwînin?

Mebest jê; Welatê Sûrî xeleka zirav e; an xeleka zirav welatê Sûrî ye?

An jî xelaka zirav SÛRÎ ye, ango ziviriye. Xwendayan ku piçekî şêwezarê Kurmanciya Xwarê (Soranî) dizanin, baş pê serwest in ku di vî şêwezarî de; SÛRÎN bi wateya ZIVIRÎNa me ye.   

Em bibêjin, hema hûn dikarin bi her du wateyan jî bixwînin jixwe mebesta me jî di vê çarçoveyê de ye û her dîsa verêja avê dê bigihêje cuha aşî…

Weke hûn jî dizanin, van rojan qoşxaneya siyasetê li Tirkiyeyê dikele, ne tenê dikele, dikelije…

Piştî ŞTAZINê bi şevekê duyan, hêj keldûmana wê ji rojeva Tirkiyeyê neçûyî û cenazeyên herdu aliyan ji Morgan bo mala bavê dihatin şandin, hêj cenaze di rê de, nûçeyeke flaş kete ser.

Balefireke Tirk F-16yek ji radarê winda bûye û pê re Sûriyeyê ragihand ku balafira behsa gotinê, sînorê wan bezandiye û ji aliyê balefirşikên vî welatî ve hatiye xistin.

Tirkiyeya diçû heyfa q..na bavê vê carê q…ê dayê jî bi ser de dikir.

Piştî Mavî Marmarayê, di siyaseta “sifir kêşe ya bi cîranan re” a Hikûmeta Muhteşem Teyyîp û erkanê wî, li DERYA SPΠ derbeyek dîtir a nû dixwar.

Xeleka hilêxistinê ya ku dê herêmê ber bi şerekî dijwar ve bibe û hevsengên deverê ji nû ve raçîne, û çav lê ye ku bi ser vî şerê tê payîn, BLOKA ÎRAN, RÛSYA û ÇÎNÊ ku didin bin hingilê SÛRÎ û BLOKA Amerîka û rojavayê kabên xwe bavêjin û hevdu bikêşin ka KÎ BERX e KÎ BERAN!     

Erê, tam di vê hengameyê de XELEKA herî ZIRAV a bo çarenûsa KURD û KURDISANê jî pêşhat û kawdanên ROJAVAYÊ KURDISTANê ne.

Rojava, li ber berika lûleyan e.     

Destwerdana ku salekê hate dirêjkirin, ji ber wê ye ku Tirkiye naxwaze bi vî awayî Keleha Dawîn a BEASê Beşar Esad hilweşe, çi ko di avabûna nû de li ROJAVAYÊ KURDISTANÊ tekane hêz PKK ye.

Tirkiye dibêje, qenebe bila PARTNEREK ji vê pêkhateyê re bête dîtin, qenebe Rojava weke Başûr di navbera kêşmekêşa DU HÊZÊN SEREKE yên KURD de bimîne –Ji bo vê jî PDKê weke şirîkê PYDÊ-PKKê dixwaze li wir hinekî bide pêş û vê bi PÎJkirin û Têkvedana pirsên weke hilnedana ALA KURDISTANê û tiştên weha hişê mirovan têkel bike- Ji ber hindê jî destwerdana bo Esadî hinde hate gîrokirin û vehêlan.

Tirkiye, a rastîn qet dil nîn e bi Sûrî bixe lê piştî êxistina JETA wê ketiye KIRASÊ şermê û ji ber vê jî dixwaze bi qîjewîj û tevkariya NATOyê textê Esadî hilweşîne, lê tirsa wê piştî wî ye.

Ji ber hindê jî hin biryar girtin ku devê sînorên xwe “Çembera Parastinê” çêke û bi hin hincetan hilêxe û devera Kurdnişîn bi derbeyên giran têk bibe.

Niyeta wê ew e ku piştî rejîma Esad, Kurdên vê derê nikaribin xwe li ser piyan bigirin.  

Sûrî xeleta herî zirav a doza Kurdistanê ye.

Piştî destkefta 1992ê ya di encama şerê Kendavê de ji bo kurdên Başûr peyda bûyî, niha ji bo kurdên Rojava peyda dibe.

Li vir KURD organîzekirî ne.

Ji ber wê, xêrnexwazên Bloka Şerxwaz a Tirk û hevalbendên wê, ji bo KURdÊn vê derê çi seran ji xwe çênekin, dê hemû dek û dolaban birêsin, hemû lewn tevnên bêbextî û komplogeriyan raçînin.

Bo ku dubendî li nav kurdan çêbe; dê “bibêjin Xweseriya Demokratîk a PDYê” modêleke bêbingeh, pûç û betal e, dê bibêjin ALA Kurdistanê û nirxên Kurdistanê qebûl nake, dê bibêjin hevalbendê Esadî û zordaran in û dê gelek caran hewl bidin hin kesên/kesayetên xwedan pêjinkariya Kurdistanî û xwe nêzî fraksiyonên dîtir ên Kurdistanî dibînin, dê “teror” bikin...

Divê Kurdê me yê ROJAVA çi bike?

Divê bizanibe ku ji serê sedsalê ye carekê ev DERFETA DÎROKÎ tê ber deriyê me; Ji ber hindê divê nehêle ku DIJMIN wan berdin hev û tovê dubendiyê bixine nava wan.

Kurd divê pêkve tevbigerin.

Hevdu bernedin.

Bi pirsên paşîn û talî hevdu neêşînin û bo geşkirina dozê û parastin û dahênana DESTKEFTIYAN bi riyên DÎPLOMASÎ, SIYASÎ, çalakiyên sivîl û giştî xwedaniyê li xwe û li hevdu bikin.

Divê bê zanîn, şikestina xeleka SÛRÎ şikestina PIŞTA DIJMINAN e.

Riya ber bi Azadiya Kurdistana Mezin di Rojavayê Kurdistanê re derbas dibe.

Vê carê ROJ li ROJAVA hiltê; Wekî dijminên me Kurdan dibêjin: Heke KURD bûne tiştek dawiya dinyayê dê were û roj dê ji Rojava ve hilbêt… 

Mizgîniya min li we; QIYAMETA neyaran nêzik e.

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Omer Dilsoz Arşivi