Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Were em “navekî li xwe” deynin

Were em “navekî li xwe” deynin

Payiz nişmî nişmî. Sira bayê sibê bi ser bajarê Amedê de bi delalî dihat û xilmaşiya dilê meriv bi xwe re dibir, radimalişt.

Wê hingê, di wê wesayitê de, li ber milê min beşmê min –Omer Sîyabend, ji Farqînê- hebû.

Silav, xweşbêj û tavilê gotina dageriya ser xebroşkan. Omerê beşm, go min çîrokek ji dayika xwe bihîstibû, çîroka “Rovîyê ser çeqa û dûv spî me, serê dîwanê rûniştîme” welhasil dirêj nakim û kerem kin em pêkve guhê xwe bidin çîroka xwe.

Carekê ji caran. Roviyek gava ji xwe re li gastînê diçêre dikeve bîrê û tê de asê dibe. Wê hingê kîvroşek tê ser bîrê, dibêje:

“Wa tu çi dikî li wirê?”

Rovî:

-Vê derê bihûşta ser darê dinyayê ye. Were vir.

Kîvroşk xwe çeng dike binê bîrê û tê de asê dibe. Kîvroşk dibêje, Rovî te çima ez xapandim? Rovî dibêje, ez li binê bîrê da asê mam, min xwest li vî cihê asê ji xwe re hevalan çêkim. Min got hey ez ketî me, ku du ketî mil bidin ber milê hev dê çêtir karibin xwe xilas bikin. Rovî kîvroşk temî kir ku gava ew biaxive bila xwe di ber axaftina wî re nexe çimkî çene hevalên wan ên ketî zêde bibin ew ê zûtir karibin ray û tevdîrekê ji halê xwe yê “ketî’ re bibînin. Gotê, çi ku dostê ketîyan her ketî bi xwe ne. 

Paşê kerek tê ser bîrê. Rovî wî jî bi heman gotinên xweş û şîrîn dixapîne dixe b,nê bîrê, pê re hirçek, gurek û herî dawîn şêrek tên û dikevin dava Rovî û dikevin bîrê û tê de asê dibin.

Bihûşta ku rovî ji wan re qewlkirî binê bîra tarî û sar pêvetir ne tu tiştek dî ye û bêhna ava sar jê difûre.

Danek du dan, rojek du roj, ê mane di bîrê de ne tu xwarin heye ne jî tu çêre, ajelên me birçî dibin.

Şêr dibêje, ez birçî me. Divê em rêyekê ji vî halê xwe re bînin. Hirç diranên xwe beş dike, gur qîlên xwe tûj dike, şêr çavên xwe sor dike, Rovî dinêre rewş baş nîn e. Ji xwe re dibêje, divê ez planekê bigerînim.

Îja ji şêrî re dibêje:

-Ey mîrê mîran. A çê ye em tevdîrekê bigerînin.

Şêr:

-Ma tevdîra te çi ye mamê Rovî?

Rovî:

-Her yek ji me bila navekî li xwe deyne, navê kê nexweş be, em ji wî dest pê bikin, wî bixwin.

Vê raya Rovî didin dengdanê. Hirç, gur, di cih de qebûl dikin; ew nêçîrvan in, ji xwe piştrast in. Heçî ker û kîvroşk in piçekî dudil dibin, lê bi dengê rovî û şêrî jî vê tevdîrê qebûl dikin.

Şêr dibêje:

Heçî ez im, ez şêr im, ji benda mêr im.

Rovî dibêje: Ez rovî me, ser çeqa, dûv spî me, serê civatê rûniştîme.

Gur dibêje: Ez gur im, didan bivir im.

Hirç dibêje: Ez hirç im qûn bi pirç im.

Ker dibêje: Ez ker im guh çeper im.

Kîvroşk dibêje: Ez kîvroşk im, qûn beroşk im.    

Ji nav wan ya herî lawaz kîvroşk e, îja lê tên manîyan û dibêjin: Erê me fam kir, tu kîvroşk î, Kîvroşk, kîvroşk e, çima qûnberoşk e? Lê hiltêxin û wê dixwin.

Ji ber ku Kîvroşk biçûk e, têra wan nake. Zû birçî dibin. Rojek- du roj. Sebra wan namîne. Paşê dora kerî tê, jê re dibêjin, erê ker ker e, çima guhê wî çeper e? û wî jî dixwin. Dor bi dor wisa tên heta dawiya dawî rovîyê ser çeqa û dûv spî, mêrê serê civatan û şêrê ji benda mêran tenê dimînin.

Rojek, du, sê, şêr birçî dibe. Diranên wî dixurin, rovî dinêre çare tune. Tengav e. Radibe di cihek tarî de dike qirçe qirç, çavekî xwe digire, şêr dibêje: Te xêr e, ev çi deng e? Dibêje: Wele neçar mam. Min çavekî xwe derxist û xwar. Şêr difikire, dibêje, bi Xwedê ev fikrekê baş e. Dibêje hevalê Rovî, wele ez jî dixwazim çavekî xwe derxim û bixwim, lê mixabin ez newêrim. Ji kerema xwe re were alîkariya min bike. Em çavekî min derxin û bixwin.

Rovîye fêhnbaz jî li tiştekî wisa digere.

Di heman demî de êrişê çavê Şêr dike û çavê wî derdixe.

Û bi hev re dixwin.

Paşê çendeke din naçe, rovî dîsa dikeve nav hestiyan dibe xirexira wî, şêr dibêje; Mamê Rovî çi dibe? Dibêjê: min çavê xwe yê dî jî xwar.

Şêr dîsa newêre. Dibêje were çavê min ê din jî.

Îja şêr kor dibe.

Piştî çend rojan, dîsa dibe pîkola rovî, vê carê ji şêrî re dibêje: Min destekî xwe xwar. Şêr pir birçî ye, hema destekî xwe hildiqetîne û pê dikeve. Pê re destê din, pê re pê re herdu pêyan jî dixwe û şêrê me ji çav û dest û pêyan dikeve.

Hingê Rovî tê ser termê wî û dibêjê:

-Wa şêro, tu zanî, min tu xapandî. Ez saxlem im û niha ez ê te bixwim. Şêr dibêje, eman û zeman! Neke. Lê hêvî û lavijên şêrî ber bayê sor diçin û rovî dikeve ser şêrî û zikê xwe pê têr dike. Kelaşê şêrî hema bêje têra meheke rovî dike.

Paşê dîsa birçî dibe. Rovîyê me dua ji Xwedê dike, dibêje:

-Ya rebî, tu min ji vir derxe, ez ê ji bo te du torbên mewîjên sedeqe bidim. Ev çîrok e, dibêjin xwedê guh li duaya Rovî bû û bayek rakir, rovî ji bîrê derxist. Rovî çawa derkete derve, got:

-Ey Xweda. Li min bibexşe, lê ez ê niha du torbe mewîj ji ku bibînim?

Dibêjin Rovî Xweda jî xapand, lê hingê Xweda dîsa bayek rakir û roviyê me dîsa quloz kir avête binê bîrê.

Rovî go, bi Xweda re henek nabin û rabû vê carê ji dil tobe kir û dîsa lavij û nivêj bo Xwedê kirin. Ma ne çîrok e, her tişt mimkûn e; dibêjin Xwedê careke din bayek hinart û roviyê me dîsa ji bîrê derxist.

Îja rovî rabû li çol û pesaran ket da ku du torbe mewîjan peyda bike û soza xwe bîne cih.

Qederekê çû dît va ye mirovek ji wê de tê, dibe ku ji aliyê Torê bê, kerek pê re ye û du torbe mêwîj li piştê ne. Kêfa rovî hat.

Rovî çû xwe li ber rêya vî camêrî dirêj kir, xwe mirand. Rovî jî qelew e. Postê wî qasî yê gamêşê heye. Ev camêr radibe rovî ji nav rê dide alî.

Rovî dîsa radibe baz dide, dîsa diçe xwe li nav rêya wî dirêj dike xwe ditelîne. Vî tiştî sê caran dike.

Cara sêyan mêrik disekine. Ji xwe re dibêje, gava Xweda da nabêje tu kurê kê yî, va ye îro sê termên rovî derketin nav rêya min, ma ez çima naçim wan ji xwe re hildim û postê wan nefiroşim.

Mêrik kerê xwe bi barê mewîj ve li wir dihêle û vedigere da ku qaşo kelaşên rovîyan kom bike.

Îja rovî jî radibe pencê xwe li binê wan torbeyan dixe û wan qul dike û hevsarê kerî jî berdide û kerê me bi çol û pesaran dikeve, heywanên dehl û daristanan li mewîjan wer tên. Rovî qewlê xwe bi Xweda re tîne cih.

Dûvê xwe gurç dike û di nav daristanê de dimeşe. Dengê wî bi ser rêlan dikeve, li şax û qelaşan deng vedide:

Heçî ez im; ez rovî me, 
Ez im; ez rovî me,
ser çeqa, dûv spî me,
li serê civatê rûniştîme.

Ji mislê xelefê şûvî me
Li hember kîvroşk û ker,
hirç û gur, mirov û şêran şûrê benanî me
tu bibêje xapandin, ez ê bibêjim xwedî hunereke qewî têgihîştî me     

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
1 Yorum
Omer Dilsoz Arşivi