Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Romana Kurdî ber bi ku ve?

Romana Kurdî ber bi ku ve?

Ji me vê cîhana di nav xwe de mezin lê ji derve ve pir ‘hûrik’ jî, weke hemû cîhanên dî tevneke têkiliyan, tevger, liv û pê re jî sîrkûlasyoneke vê livyanê heye.

Cîhana romana kurdî, ev heyamek bû bi pirsa "heye an tune ye" mijûl dibû. Pê re weke ku ‘me’ ji nû ve cîhan kifş kiribe, ji devera xelkê çu tişt nehiştî û tenê "şûnebar" bo me lê mayî, em rabûn me xwe di avakirina cîhaneke nû rakêşa.

Ev cîhan li qalibê têgihekê hate binavkirin: Romana Kurdî.

Êdî her ku çû di nav qelemşorên me de prestîja ‘romanê’ geş bû û gelek helbestvan û çîroknivîsan jî dest ji pawanê xwe berdan û xwe avêtin meydana romanê.

Êdî hejmara romanên me bi qasî tiliyên çend destan û piyan lê hatin û di wê cîhana me ya di nav xwe de kozmos û ji derve ve biçûçik de, bejna gotinê jî bilind bû.

Êdî qenc xirab pawaneke fireh ji romana me re çêbû û welê hat ku êdî li dor vê diyardeya ter û nûhatî konferans li dar ketin.

Malper û cîhana nîgaşî û nivîskî bû meydana gêre û baza vê diyardeyê.

Êdî me qonax borandibû û wext hatibû ku navekî li naverok û çeşnên vê diyardeya ku kêfa me pir pê hat bidêrin.

Rexnegirên me şûrên xwe kişandin.

Darikên xwe birrîn û çarçoveyên xwe destnîşan kirin: Romana Kurdî dîdaktîk e, gundî ye, marjînal e, xwe saz nekiriye ango nesaz e û gelek têgehên nû li lîteratûra me zêde bûn.

Dem hatibû ku nivîskarên me yên bi xwendinên rojavayî û bajarvanî sînor dipelixandin û dibûn ‘take’yên cîhanî diviya ‘deqa gundîtiyê’ ji nav çavên xwe paqij bikirana.

Pir balkêş e ku qelemşorên me yên dinyadîtî û cîhannasî û gerdûnxitimkirî, bajarvanî welê têgihîştin ku –heke ew rabin navekî Ewropî deynin ser romana xwe ew ê xwe ji xezeb û lomeya ‘Gundîtiya Paşvemayî’ rizgar bikin- û bi vê têgihîştin û li ser vî binemayî, gelekî seyr e ku navê ji sedî 80 romanên Kurdî –mebest Bakurê Kurdistanê û Kurmanciya Jorî ye- bi navên Ewropî ye, weke; Marîa…, …Cecile, Martîn..., …Calvîno, Alexsander … û gelekên dî

Vêca we reng e gava me navê Ewropî danîn ser berhema xwe em ji gundîtiyê pak bûn û gihîştin ber ‘şewq û ronahiya’ cîhana hevçerx, modern û nûjen û navjen a rojavayî.

Yê bi karê nivîsê mijûl e baş têdigihêje ku sedema bizavên weha ‘balkişandin’ e, her nivîskar tim li pey navekî nû û li pey mijar û teknîkeke neceribandî ye û hewl dide bi awayekî bête pêş.

Ev normal e û heta cihekî mirov fam dike lê tişta balkêş û cihê pirsê ev e, -“ Ma gelo bi navên Kurdî jî çênabe teknîkeke tekûz, zimanekî pehtî, mijareke balkêş, tevneke xurt bête dariştin?    

Welhasil, gotinê dirêj nakim.

Ez ê rabim ji bo romana xwe ya nû li navekî Japonî an jî Etopyayî bigerim, hêj çu kesî dest neavêtiye vê meydanêJ)

Nizam "Marmarokên Manomatî navekî çawa ye!?

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
3 Yorum
Omer Dilsoz Arşivi