Xalidê Hekarî

Xalidê Hekarî

Çiryaye û diryaye, teybîr lênabin

Çiryaye û diryaye, teybîr lênabin

Di van heyamên dawî de jiber çareserkirina pisgireka Kurdan di nav sîyaset û rayedarîya Tirkîyê de, gelek bûyer û qewimandnên serêşîyên mezin çêdikin, ketin rojevê. Di nava hemû partî û hêzên heyî de dubendîyek dijwar ya alîgirên şerxwaz û aşîtîxwazan despê kirîye. Çi partî û sazîyên desthilatdar, çi yên ne desthilatdar de ev dûbendî heye û wek mahr û dûpişkan li henberê hev sekinîne; kî fersendê bibîne dê dîdîşka xwe di yê din rake. Tevlihevîyek ketîye nava wan, heryêk yê din tewanbar/suçdar/gunehkar dike. Mejîyê girseyan/kîtlan tarûmar bûye û nikarin biryarê bidin! ka kîye yê rast û kîye yê çewt/xelet. Van bûyer û qewimandinan ev serpêhatîya jerî anî/ îna bîra min. Dê ka hûn xwendevan jî bixwînin û lê binêrin ka rewşa vê heyamê û serpêhatî li hevdikin an ne?

Dibên dilê keç û xortekî dikeve hev û bişû dikin/ dizewicin û bi zewicînê re cuda jî dibin. Şev radikevin spêdê radibin dinêrin nivînên wan şilin. Zava ji bûkê re bûk jî ji zava re dibê te binê xwe şilkirîye “wek rewşa dewlet îro têdaye” . dikin nakin hevûdu qanix nakin. Dawîyê  jiboy ku tesbît bikin ka kî binê xwe şilkirîye, biryarê didin kû cuda razên. Û cuda radizên, spêdê radibin dinêrin herdûwan jî binê xwe şilkirîye.  

Jibo çareserîyê diponijin û hizrên xwe dikin, bi hev dişêwirin û biryarê didin kû dê nobê li hev bigirin. Jinik dibê: Tu razê, heta nîvê şevê ez dê nobê bigirim û nîvê şevê şûn de ez dê razêm, tu nobê bigire û bi vî awayî li hev dikin.

Jiboy kû binê xwe şilnekirinê hevdû bihesin, heval kirasan jî lixwenakin. Zilam radizê, jina wî jî nobê digire; nîvê şevê dinêre mîzîya mêrê wê reb dibe û hema mîzîya wî digire û dibê:

Kurooo ! rabe here destava xwe xweşbike. Zilam diçe destava xwe xweşdike tê,  vêcar jinik radizê. Nêzîkê spêdê zilam dinêre vaye jinik diqilqile û dilopek ji çihê edeba wê hat, zilam destê xwe datînîte ser, lê bê faydeye ! dinava her pênç tilîyên wî de dibe virêna mîzê û diherike. Jinik dibêje:

Kuroooo ! te boçi ez hişyar nekirim?

Zilam: Keçêêê ! nê çiryaye û diryaye, teybîr lênabin...

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
5 Yorum
Xalidê Hekarî Arşivi