Gulkelem
BARSSICA OLERACEA
Danasîn : Gulkelem riwekeka ji malbata keleman e. Ji ber ku wek serikek ji gul, an jî kulîlkan pêkhatîye û dişibe kelemek wek kulîlkan; lê navê “gulkelem“ hatiye danîn. Dikakek dusalane ye: Belgên wê wek yê keleman in. Belgên hûndur kesk, lê yên derva rengê xwelîyê ne. Navika (dikak –fêkî ) wê dinava belgên wê de pêçayî ye û dişibe serikek ji gulan. Kulîlkên wê zerespî ne. Di nava kulîlkan de bizrê wê heye. Herçend rengê wê spî be jî, lê van salên dawîn rengên kesk, binevşî û zer jî, jê hatîne peyda kirin. Xasma li Îngilîstanê ev rengên nû peydakirî ji welatên din zêdetir in .Gulkelem dikakek zivistanî ye û zehf bisûd e.
Bi Almanî navê gulkelemê “Blûmenkohl “ û bi Tirkî jî “Karnibihar“ e.
Welat û dîrok : Hinek dibên welatê wê “Asîya biçûk” e . Hinek jî dibên “ rojavayê Behraspî”ye . Dîroka wê baş nayê zanîn an jî ez di lêgerînan de lê rast nehatim. Di sedsala 6. de eskerên Artêşa Xaçparêzan bi xwe re anîne Ewropa û li Ewropayê çandinîya wê kirine û li wir jî, li welatên din belav bûye.
Berhevkirin : Ji ber ku dikakek zivistanî ye, payîzê ji qurmê wê ve tê jêkirin. Di nav belgên wê de heya midetekê têparastin . An jî bi awayê tirşî, kelekê lê anîn û di sarkeran de tê parastin û konserweya wê tê amade kirin û tê hilanîn.
Têdahî : Potasyûm, Kalsiyûm, Sodyûm, Îdol 3, Fosfor, Proteîn, Karbonhîdrat, Kolestrol, Hesin, Lîf, Hormonên zayendî (cinsî ) vîtamîn A, B1, B2 , B3, C, K, E.
Bikêrhatinên gulkelem ê : 1- Arîşeyên dil ji holê radike 2- Xebitîna mejî û damaran çêtir dike 3- Xebitîna rûvîkan sererast û tekûz dike 4- Pêşîya kul û birînên aşikê digire (heke hebin dixwîne) 5- Jibo nexweşîyên xalikê (fatereşk) bikêrhatî ye 6- Ji bo rêyên avrêjê û edavên (kurmîbûn) kronîk, dermanekî herî berbiçav e. 7- Li hember pençeşêrên rûvîkên stûr û aşikê bandorekî baş nîşan dide 8- Pêşîya bêxwînîyê digire 9- Zixtê (tansiyon) dadixe.
Gotinên bisporan di derbarê gulkelemê de : Prof. Dr. Îbrahîm Saracoxlû û Ahmet Marankî dibêjin:” Di gulkelemê de zehf vîtamîn û mîneralên bikêrhatî yên wek A, B, C, K, E Kalsiyûm, Potasyûm, Hesin û hwd. hene. xursendek (xidayek) bikêrhatîye. Heke 5 deqîqan li ser agir bê kelandin û wek selete, an jî pêxwarin bê bikaranîn, di faydeyên wê zêdetir bin. Divê ava wê neyê rijandin û ji bo şorban bê bikaranîn. Heke zêde bê kelandin piranîya têdahîyên xwe winda dike. Heke wek “kûr“ bê bikaranîn dê adav ( kurmîbûn ) û arîşeyên rûvîk û rêyên avrêjê re faydeyek baş jê bête standin. Herwaha dê pêşîya bîrov û kulên aşikê (me’de ) jî bigire.
Bikaranîn : 1- Kûra gulkelemê 2- Xwarin (selete, şorbe û hwd.)
1- Kûra gulkelemê : 250-300 gr gulkelemê bikin nav beroşekê, 750 ml ava kelandî berdin ser û 5-6 deqîqan li ser agirê kêm bikelînin. Nîvê wê avê spêdê, nîvê din jî li hingorî (êvarî) vexwin. (berî an jî piştî xwarinê ferq naket) 7 rojan bidomînin 3 rojan navbeynê bidinê. Dîsan 7 rojan vexwin û navberê bidinê. Ew Kûr ji derveyê navberdanan 21 rojan divê bê pêkanîn.
2- Xwarin : Ji gulkelemê gelek xwarinên bigoşt û bêgoşt, meqerne, borek, şorbe, û selete tên çêkirin.