Xalidê Hekarî

Xalidê Hekarî

Brokolî (Gulkelema Kesk)

Brokolî (Gulkelema Kesk)

BRASSÎKA OLERACE

Danasîn : Brokolî riwekeka (nebatek) dikakî ye (zerzewat ) û ji malbata keleman e. Belgên wê wek yên kelemê mezin in û rengê wan wek xwelîyê ne. Kulîlkên wê spî û çarpel in; di nava wê çarpelê de kulîlkeka din ku şeşpel e heye. Di nava wê şeşpelê de jî navikek kesk heye .Di nava wan belgên mezin wek yên kelemê qurmek derdikeve, ji serîyê qurmî (navteng ) pir çiqin derdikevin û her çiqek jî dişibihin kulîlkekê .Ew çiqên vek kulîlkan digehin hev, qubeyek kesk pêk tînin. Ji wê dikaka wek quban kesk re “Brokolî “ tê gotin . Brokolî  dikakek jibo tendûrustîya mirovan gelek bikêrhatîye.

Tevahîya dinyayê ji Brokolî re dibên “Brokolî“.

brokoli.jpgWelat û Dîrok :  Makewelatê Brokolî Îtalya ye. Di dema Înparatorîya Romayê de çandinîya wê li Îtalya dihat kirin. Nivîskarê dîmenên dîroka Romayê yê navdar, Plînîûsê mezin  û  Apîkûs di maqaleyên xwe yên  dîrokî û li ser xwarinan de qala  wê dikin. Brokolî heta dawîya sedsala 19an jî wek dikakek berketî nedihat hesibandin. Lewre li welatên din yên Ewropayî, ne dihate çandin. Despêka sedsala 20an de penaberên (mişextî- mihacir ) Sîcîlyayî bi xwe re birin  Amerîkayê  û li wir çandiniya wê kirin.Li Amerîkayê  nirx û qîmeta wê hat tesbîtkirin û li her derê belavbû. Niha welatên Amerîka ,Holanda, Spanya, Firansa ,Belçîka Almanya û hwd . dikaka ku herî zêde tê xwarin û ji bo ticaretê çandinîya wê tê kirin, brokolî ye. Li van deh salên dawî, li Tirkîyê û Kurdistana Bakûr jî  hinek çandinîya wê tê kirin û qedrê wê bilind dibe. 

Berhevkirin : Brakolî jî dema digehe, tê jêkirin. Ew wek dikakên din bi awayê konserwe, cemidandin, an jî tirşî jê  çêkirin tê parastin. Lê awayê herî baş û bifayde xwarina bitazetî ye.  Divê Brokolî ji deh deqîqan zêdetir neyê kelandin û ava wê neyê rêtin. Ava wê jibo birûşan (şorban ) bê bikaranîn.

Têdahîyên brakolî : Kalsîyûm, Kone, Flavonoid, Antîbîyotîk, Selûlozîk , Lîf,  Karoten, Selen, Sifir (paxir ) , Potasyûm , Hesin, Myrosînaz , Îndol, Vîtamîn A, E, C. Û hwd.

Bikêrhatinên brakolî : 1- Bedenê li hember  penceşêran diparêze 2- Pêşîya helandin û mehîyana hestîyan digire 3- Li hember arîşeyên xwînê  bandorek  erênî û zêde bikêrhatî heye 4- Bedenê li hember penceşêra  pişikê  (mêlaka spî- cergê spî ), ya pistan (memikan )  û ya rûvîkan diparêze 5- Xwurabûnên ostrojenê ji holê radike,- 6 Li  hember penceşêra prostatê bandoreka zêde baş heye 7- Pêşîya qebizbûnê digire û qebizê hiltîne 8- Edavên pivdank û kîskê mîzê paqij dike 9- Sîstema xweragirîyê bihêz dike.

Gotinên pisporan di derbarê brokolîyê de : Prof .Dr. Ahmet Marankî dibêje “ Brokolî dikakek ecêb e , ew me ji penceşêrê diparêze û temenê (umir) me dirêj dike. Ji ber ku zehf  kalsîyûmê dihewîne , ji bo nehelîyana (mehîyan) hestîyan yêkûyêk e.

Brokolî  kêmasîya mîneralan û hesin ji holê radike. Lewre depoya vîtamînan e. Bi wan kesên ku brokolî pir dixwin re penceşêra rûvîk û ya pîşikê hema- hema nayê dîtin. Herweha  zûbizû bi nexweşîyên  tevgêra xwînê û dil jî nakevin. Li cem jinan li hember penceşêra pistan, qefesa sîngê û Sptabifîd bandoreka  zêde baş heye. Brokolî madeya îdolê dihewîne. Ew jî pêşîya xwurabûnên Ostrojenên ku dibe sedemê penceşêra kefesa sîngê digire. Taybetîyek wê jî pêşîya nexwşîya Spînabîfîda digire ( di dema jidayikbûnê de li cih nerûniştina movika dawî ya piştê - kelêj )

Prof. Dr. Îbrahîm Adnan Saracoxlû dibêje “Brokolî ji ber madeyên ku di hundirê xwe de dihewîne, ji bo tenduristîya mirovan zêde bi fayde ye. Brokolî vîtamîn A, E, C dihewîne. Ji ber hewandina flavonoîtan,  sîstema  xweragirîyê xurt dike. Ji ber taybetîya xwe ya antîbîyotîk li hember enfksîyonên prostatê  zêde bi bandor e. Çu antîbiyotîk nînin ku sîstema xweragirîyê lewaz nekin. Aha giringîya brokolîyê li lêre derdikeve holê. Brokolî di heman demê de, hem sîstema xweragirîyê bihêz dike, hem jî  vatinîya (wezîfa) antîbîyotîkan dibîne.”Brokolî parêzkarekî herî mezin e li hember  penceşêra pistan, rûvîk, prostat û rêyên avrêjê (îdrar) Dewleta Amerîka birakolî, bi madeyên Sulforafan û yên din  bihêz dike û li hember penceşêrê bi awayekî biserketî bikartîne. Brokolî bi madeyên hundirê xwe yên cureyên îndol (hormonên gîyayî) hormonên bedenê sîqal ( eyar –rêkûpêk ) dike. Brokolî ji ber hewandina madeya Selûlozîk ,toksînên di rûvîkan de civiyayî tavêje der.

Bikaranîn brakolî : 1- Kûra brokolîyê 2- Xwarinên  brokolîyê

1- Kûra  Brokolîyê : Ji bo edavên (iltihab) rêyên avrêjê (îdrarê) kîskê mîzê û Prostata xûyxweş gelek baş e. Bi kêmanî 250 gr brokolîya taze bikin beroşekê, bila 10 deqîqan bikele. Paşê nîvê wê avê spêdê, nîvên din jî berî şîvê bi 20 deqîqan vexwin . Lê hewce ye piştî vexwarinê 20 deqîqan tiştek neyê xwarin û vexwarin. Brokolîya mayî jî hûn dikarin  wek  selete an jî pêxwarin danên cem xwarinan û bixwin . Ev kûr, hewce ye 21 rojan li pêy hev pêkbêt.

2- Xwarin : Ji brokolî birûş (şorbe) meqerne,  xwarinên kelandî û qelandî , selete  tên çêkirin

Lê ji bîr nekin ji bo hûn faydekî baş jê bibînin, divê brokolî ji 10 deqîqan zêdetir neyê kelandin. 

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Xalidê Hekarî Arşivi