Silêman Feqiyanî

Silêman Feqiyanî

Rûyê Mirovahiyê

Rûyê Mirovahiyê

Tê gotin ku mirovan du rû hene. Êk rûyê peni a dî jî rûyê aşkera.

Rûyê aşkera ê mesilhetê, ê fêhlmêri û xasmêriyê, ê rexgirê mafê mirovan û ê ji serkevtina mirovan re xebite. Fitne, fesadi, hesûdi, dizi, hîzi, kuştin, lêxistin, neyari, rikdari û hwd. di dilê wan de tu nebe.

Rûyê peni jî ê şeri, ê şerkûk, necamêriyê, nexasmêriyê û nefêhlmêriyê, ê mafê mirovan nenase û binpê bike û ê jîna mirovekê û a pêşûyekê wek hev bibîn e.  Ê rikdar be, ê fitne û fesad be, ê hesûd be, ê hez dizîyê, hîzîyê, kuştinê, neyari û rikdariyê bike jî ewin, ewên xwe pişt rûyê peni de veşarti.

 Dema yek xortiyê, neheqiyê û zilmê yek dî dike dilê mirovi bi ê neheqi li wi hati kirin re disoje. Tenê ew mirovê dilka wi de xwîn, kuştin, zilm û zordari hebe, zilma ji mirovên bêguneh re tê kirin re namîn e. An ku ê bêwijdan rasti ê bêguneh herî dilneşewat e.

Ewên dilê wan ji bo ê bêguneh re nemîne re pir peyvên nemirovînî tên gotin. Wekî peyva stemkar, a çavê wi xwîn girti, a tu demarên miroviyê di dilk û mêjiyê wi de nemayi, dilneşewat û hwd. ji wire tên gotin.  Heke hêj pêtir aşkera bikîn, ji wi mirovi re dibêjin tuxmê şeytani ye, çu têkiliyên mirovahiyê nemayne nik wi.  

Lewre mirovê xwedî wijdan û xwedî baweriya hestên xwe be, wê dema li yekê an jî hindikan re dema zor dan ser wan an jî tehde lê bûn (tehdayî), dilê wi pê şewite. Ê bêhest be, bi hestên xwe tevgerîn neke an jî bi hestan netevgerîn be ew ji mirovîyê jî dûr e. Bêwijdan e. Bêhest e. Ew dilka singê wi de naşewite û çewisandina mirovan xemilî be, ew jimirovahiyê dûr e. Ji wî bêwijdani re kîjan peyva ji miroviyê dûr hatibe gotin heqkiri ye.

Em zivirin gel ên di Tirkiyeyê de dijî nin. Bawer bikin gel ên di Tirkiyeyê de dijî nin xwedî wijdanê, xwedî hestên insanî, xwedî bîrubaweriyê ne. Lewre, gor van hişan ew hilbijartina AKP ketiyê a yekemîn de xwedî vê partiyê derketin û bidilsotina xwe re ew înadin îktîdarê.   

Di hilbijartina AKP ketiyê ya yêkemîn de Kemalîstan tu ne bû ku neînayi serê serokê AKP’a R. T. Edogan. Ku ca R. T. Erdogan nekeve meclîsê, nebe parlementer çiya ji destê artêşê û hêzên tarî hati paşve nehêlan. Nedîtiyên herê mezin di serê R. T. Erdogan de înadin.

Belê me jor jî gotibû, gel ên di Tirkiyeyê de xwedî dilşewitî û xwedî hestên ji nava dilka wan de tên in. Bi wijdan in û bi mirhemet in. Dilê wan bi vê neheqiya serê R.T. Erdogan’da borî re sot û qebûl nekirin. Bi dengê xwe re xwe dan aliyê R. T. Erdogan’ê bo hingê bêguneh. Di wê hilbijartina AKPê de, partîya wi kirin partiya yekemîn. Bi vê sedema dilşewitîya gelan re û neheqiya R. T. Erdogan hati kirin re, partîya wi bû yekemîn û ew jî bû serokwezîr.

Di hilbijartina duyemîn a AKP kevtiyê de jî carek dî leşkerî û hêzên tarî hilbijartina serokomar de hatin ortê. Di hilbijartina serokomari de jî lîstikên herî giran li ser AKP’ê leyîstin û carek dî AKP wekî partiya bêguneh hat pêş çav. Carekdî ser serê AKP’ê neheqi, çewisan, zilm û zordari wekî gijilokê hat barîn û AKP wekî partiya bêguneh kevte pêş çav.

Carek dî R. T. Erdogan kevte nava hestbazîyê. Aliyekê neheqiya ser wi tê kirin bi çewisandin  înan pêş çav. Aliyê dî jî gelan bi hestan hizir kirin de, bi dengê xwe re bûn aligirê wi.

Carek dî bîr û baweriyên geli re leyîst, xwe hewceyî dilovaniya geli û hestên geli kir. Gelên Tirkiye’yê jî di vê hilbijartina duyemîn a AKP ketiyê de ji AKP’ê re dilovanî kirin. Carek dî bihestên xwe ên temîz re bi dilşewitî û lerizîna wijdana xwe re partiya AKP’ê kirin partiya yekemîn.

Ev cara sêyemîn bû partiya AKP kevti hilbijartinê. Ew du hilbijartin bû sedema xwe mazlûm nîşa geli dayî û dilovanîya gelan re, hilbijartinê de bû partiya yekemîn. Di vê hilbijartina sêyemîn de çu çare nedîtin ku xw hestên gel re leyîze.

Vê carê xwe dialiyê hilkulîna şerê du gelên wek bira de, xwe nîşê da.  Zimanê xwe ê aşitiyê guherî û bizimanê hilkulîna şer re axaft. Ca şerê nava welat de gor bike û bira a bidestê bira bide kuştin re pir xîret kêşa û niha jî dinava wê xîretê de ye.

Di bêjin “darê edebê ji cinetê hatiye.” R. T. Erdogan jî di van hişan de ser serê nivîskar, siyasetmedar, rewşenbîr, , hiquqnas, karker, kedkar, mamoste, xwendevan, rêncber û hwd. kopalê stemkarîyê xort kir. Bi vê xîreta xwe a hilkulîna şeri re û biçawisana ser gel re  jî mizefer bû û di hilbijartinê de bû partîya yekemîn.

Bes nizanî ku kew carekê li darê dikeve, an jî pariyê nanê rikdaran her roj hingîv nabe.

Nizane ku gel ên Tirkiyeyê aliyê wi re hind bêbawerî nîn in.

Ev heşt neh sal e, R. T. Erdogan di Tirkiyeyê de serokwezîr e.

Ev heşt neh sal e, serokwezîri ew demkrasiya di Tirkiyeyê de heyî jî çizxîyek kêşa ser û ew jî ji ortê rakir. Wêneya demokrasîyê gor xwe guherî.

Ev heşt neh sal e, ji bo pirsgirêka kurdan de hilkulîna şer kir û ji bo pêngavên çareseriya pirsgirêka kurdan de tu xîret nekêşa.

Ev heşt neh sale serokwezîr xwe masum nîşa me dide ji bo zimanê kurdan ê zikmakî dualî dileyîz e. Di aliyekê de bi TRT şeşê ve zimanê kurdî dinase, ji bo gotinên “zimanê nahê nasîn” an jî “zimanê bîyanî” re bêdengîya xwe berdewm dike. Aliyê dî de jî ew bixwe jî dizane ê zimanê kurdan nenase, kurdan jî nanas e.

Ev heşt neh sal e, karker û kedkarê welat, gundî û bazirganê welat hewceyê pariyê nani bûye, hejmara bêkara bi milyona tê ziman.

A rast jî ev mirovene şerê nanê xwe dikin û şerê komelek demokratîk dikin. Ew jî wekî gijilokê ser serê wan îsota dijwar, cop, mist û pên û guleyan dibarîne.

Ev heşt neh sal e “ez kurdan nasim” belê dawiya vê peyva xwe de jî “kurd hene belê kurd jî divê wekî tirkan bijîn in û wekî AKP’ê jî hizir bikin” dibêje. Dibêje; “an ez naçim aşi an jî biçim aşi dê aşevani bikujim.” An kurdan nanasim an jî kurdan binasim jî  bila kurd wekî AKP’ê hizr bikin û bijîn.”

Bi gotinên wekî vane ve aliyekê gel ên Tirkiyeyê de bi xewnerojka re razînî, aliyê dî de jî berdewamiya îktîdara xwe re xîmê dewleta İslam danê.

Ez dimînim şaş mirovê hinde rasti kurdan bi rik be, dê xîmê dewletek îslam çawa danê. Heke dewletek îslam, belê dewletek xwedî rik û neyar avabike, ew kîjan kurdê bêwijdan û bê aqil e, dê baweriya xwe bide wi. 

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Silêman Feqiyanî Arşivi

Ecêba

28 Aralık 2015 Pazartesi 13:16

Xwîn

07 Aralık 2015 Pazartesi 14:10