Omer Dilsoz

Bi Seîdê Kurdî re çend deqe

06 Eylül 2010 Pazartesi 15:56

Êvara 5’ê Îlonê, şeva 26’ê Remezanê, ez li Rihayê bûm. Saet 15.00’a ber êvarî em ji Diyarbekirê bi rê ketin. Ji bo min rêwîtiyeke nehesabkirî bû, hevalekî got, min bêyî ku texsîr bikim, hema di gavê de qebûl kir û min xwe li Rihayê dît.

Berê em gihîştin ser dergehê Eyûb pêxember. Şikefta ku Eyûbê kurmaxwarî tê de bi êş û jana sebrê di ber xwe dayî...

Piştî şîvê em li Gola Masiyan bûn. Di wê atmosfera sofîyane de, piştî sehkirina dergehê Îbrahîm pêxember, min xwe li ber merqebê gora vala ya Seîdê Kurdî dît.

Jixwe em ji bo xatrê wî hatibûn, her sal, êvara 26’ê Remezanê mewlûdek li ser navê wî li vî mekanê li rex şikefta warê jidayikbûna Îbrahîm pêxember li dar diket. Ji her derê, ji hemû komên nûrciyan dost û hezkiriyên Bedîuzzeman berê xwe dabûn wê derê. Bi mewlûdekê 50’emîn salvegera koçdawîkirina Seîdê Kurdî dihate bibîranîn.

Ez li ber kêla vala ya gora Seîdê Kurdî çend deqeyan sekinîm. Wê gavê min xwest çend pirsyar jê bikirana, na na, min xwest çend “rîsale” (peyamên pîroz) jê guhdarî bikirana. A rast, min ji guhdarîkirinê hez dikir.

48934Min ê jê re bigota, “Tu li ku yî niha?”

Wî dê bigota, “Ez li her dera nûr, ronahî, tîrêj heye, li wê derê me...”

Min ê bigota, “Seyda, çima nehştin tu di gora xwe de jî bi rehetî razê?”

Wî yê bigota, “Ji ber ku ew çu carê ji çala nezaniyê derneketine, sebra wan nehat kêlîkek min jî hebe. Ne tenê min, ma kêlîka Şêx Seîd, Seyyîd Riza heye gelo?”

Min ê bigota, “Seyda, çima hêj li ser gora te mewlûda bi tirkî dixwînin?”

Wî yê bigota, “Ji ber ku bilbilên kurdî lal kirine.”

Welhasil, min ê gelek pirs jê bikirana... meraqa min, carina zêde dibe û belkî jî ji ber vê, serê min dikeve ber belayên dinyayê.

Ez bi çend deqeyan li ber kêla gorê ya vala sekinîm. Min di dilê xwe de borand, çend nexweş e ku goreke mirovî ji nebe ne wisa?

Piştre ez dîsa pê de çûm: gelo ma ku mirov di bin wê kêlê de be, dê li vî aliyê kêlê çawa pê bihese...

Ez di nav gergerînka hizran de hatim û çûm; min bi Seîdê Kurdî re çend deqe borandin. Mirovên xwedan hizrekê bin, ji bo min her dem “pîroz in”, “nûr in”, “ronahî ne”, ji ber wê jî, min guh didêra çend rîsaleyên nû ku li wê derê hatibûn hinartin.

Ez bawer dikim ku Seîdê Kurdî jî wekî min û gelekan, li benda wê yekê bû ku ev tarîsana li ser welatê ronahiyê rabe, da ku ew jî li ber siya kêla (gora) xwe, -welatê wî jî li ber siya kêla ala xwe- razê û bi bihûşta baqî şa be. Ji ber vê jî, gora xwe bi cih hiştiye û ji bo azadiya ronahiyê ya ji bin ewrên tariyê li pey “rîsaleyên” nû ye.

Bi çend deqeyan ez bi Bedîuzzeman re mam.

Li wê derê ez pê hesiyam ku ew gelek û gelek ji hindê diêşe ku “peyam”ên wî ‘xelet û berevajî’ tên fêmkirin.

Bu yazı toplam 4873 defa okunmuştur
hişyarbûn
 // çemê bedel
ûstad di mûnazaratê de şîretên weha li me dike: divê em gilî û gazinên xwe li nefsa xwe bikin. bi rastî jî heke em bibin hêzek bi hevra girêdayî kesek nikare tiştek li me bike. her wisa jî em li ûstad û rîsaleyên wî xwedî derkevin çi kes nikare ser navê wî me bixapîne.....
09 Eylül 2010 Perşembe 20:12
ISLAM
 // ALIYE
Türkler ne zamam müslüman oldularki...?...
07 Eylül 2010 Salı 13:37
spas
 // diyar
Xweda jı te razi be mamoste Dilsoz. Nıvisek gelek xweş bû....
07 Eylül 2010 Salı 01:05