Oxir be, Necîb abê…
Li cem wî sohbet bi zorê nedihat çêkirin. Gotin bi xwe dihatin. Dem derbas dibû û mirov nedizanî kengê êvar bûye.
Deniz Yüce nivîsî:
Hinek mirov hene ku tu wan nas dikî û piştî demekê ji bîra te diçin. Lê hinek mirov jî hene ku her çend demeke kurt wan nas bikî, di dil û bîranînên te de cihekî taybet digirin. Ne ji ber tiştên mezin ên ku dibêjin an dikin, lê ji ber dilpakî, dilgermahî û wê hesta xweş a ku di dilê mirovan de dihêlin.
Necîb abê ji wan mirovan bû.
Nasîna min û Necîb abê li Stenbolê dest pê kir. Wê demê xwişka wî Sibel li nexweşxaneyekê emeliyat dibû. Ez çûm serdana Sibelê. Her çend ew cara yekem bû ku min Necîb abê didît, lê ji dilgermahî û nêzîkbûna wî min hîs dikir ku em ji demeke dirêj ve êkûdu nas dikin. Necîb abê bi dilgermî ez pêşwazî kirim. Ewqas xwezayî û jidil bûn ku mirov di kêliya yekem de xwe li cem wan wekî kesekî nas û nêzîk hîs dikir.
Di wê pêvajoya dijwar de min aliyekî din ê Necîb abê jî dît. Ew ji bo xwişka xwe Sibelê çiyayek bû. Çiyayek ku mirov dikare xwe bispêre wê û hîs bike ku ne bi tenê ye. Sibelê di wê pêvajoyê de pişta xwe dabû wî. Necîb abê jî bi dilgermahî û piştgiriya xwe li kêleka wê bû.
Ji wê rojê û pê ve têkiliya me hêdî hêdî xurttir bû.
Her cara ku Necîb abê dihat Stenbolê, me hewl dida êkûdu bibînin. Em li kolanên Beyogluyê digeriyan. Ew bi wê şêwaza xwe ya germ û xwezayî digot: «Ka were, em biçin çayekê qaçax vexwin.»
Bi Necîb abê re geriyana li kolanên Stenbolê hesteke cuda dida mirov. Ew mirovekî wisa bû ku li derûdora xwe dinêrî, di her tiştî de aliyekî pêkenok didît û bi gotinên xwe em dikenandin. Carna tiştên ku me her roj didîtin, bi çavên wî dibûn sedema kenekî. Wî jiyan bi awayekî xweşik didît û ew kêfxweşiya xwe bi kesên li derûdora xwe re parve dikir.
Li cem wî sohbet bi zorê nedihat çêkirin. Gotin bi xwe dihatin. Dem derbas dibû û mirov nedizanî kengê êvar bûye.
Lê di nava hemû wan ken û sohbetan de tiştek hebû ku Necîb abê qet jê dûr nediket: Gever.
Ew pir ji Geverê hez dikir. Her çi li Geverê diqewimî, baş be an nebaş, Necîb abê bi awayekî di nav wê de bû. Ew ne tenê wekî rojnamevanekî, lê wekî mirovekî ku xwe, ji wê axê û ji gelê xwe veqetandî nedidît, li ser pirsgirêkên Geverê disekinî.
Ji bo wî rojnamevanî tenê kar û pîşeyek nebû. Ew rêyek bû ji bo ku dengê gelê xwe bigihîne kesên din. Ew êşa gelê xwe wek êşa xwe didît. Pirsgirêkên wan ji bo wî ne tenê mijarên nûçeyan bûn, parçeyek ji jiyana wî bûn.
Necîb abê kedkarê çapemeniya Geverê bû. Bi salan di nava bûyerên bajêr de cih girt, şahidî kir, nivîsand û hewl da ku dengê mirovan were bihîstin.
Gava ez dihatim Geverê jî, ew nêzîkbûn û hevaltiya me berdewam dikir. Digeriya li min û digot: «Ka tu çima nayê nik me? Were çayekî min vexwe, xwarinekî min bixwe.»
Ew vexwendinên wî ji bo min pir bi wate bûn. Ji ber ku mirov di dengê wî de wê dilsoziya rastîn hîs dikir. Ew ji bo pêkanîna adeteke civakî nedigot «were». Bi rastî dixwest ku tu biçî nik wî, birûnê, sohbet bikî û hinek dem pê re derbas bikî.
Herî dawî ku me êkûdu dît, em rûniştin. Paşê çend kesên temenmezin û nas ên Geverê hatin û li ser maseya me rûniştin. Bi hatina wan re sohbet mezin bû, bîranîn hatin vegotin û civateke pir xweş çêbû.
Necîb abê di nav wê civatê de dîsa wek her carê bû. Bi kena xwe, bi gotinên xwe û bi wê şêwaza sohbetkirina xwe ya taybet, germiyek dida civatê. Ew ji wan mirovan bû ku bi hebûna xwe cihê ku lê rûdinişt xweştir dikir.
Îro ku ez li paş xwe dinêrim, ew civat û ew sohbet ji bo min bûne bîranînên pir bi qîmet.
Çend salan berê Necîb abê nexweş ketibû û li nexweşxaneyê bû. Wê demê jî nexweşiya wî bandoreke mezin li derûdora wî kiribû. Ew yek jî nîşan dida ku Necîb abê di dilê çend kesan de cih girtiye.
Wê demê tenduristiya wî baş bû û ji nexweşxaneyê derket. Me dîsa keniyên wî dîtin, dengê wî bihîst û bi wî re sohbet kir.
Lê vê carê wisa nebû.
Mehek berê min bihîst ku Necîb abê koça dawî kiriye.
Dema min ew xeber bihîst, du hestên cuda di dilê min de peyda bûn.
Ji aliyekî ve min li jiyana wî fikirî. Li wan hemû salan, li hezkirina wî ya ji bo Geverê, li keda wî, li hevaltiyên wî, li keniya wî û li wan hemû kesên ku di jiyana xwe de nas kiribûn.
Min di dilê xwe de got: «Çi jiyaneke têr û tijî!»
Jiyaneke ku tê de ewqas mirov, ewqas bîranîn, ewqas sohbet û ewqas hezkirin hebû.
Lê ji aliyê din ve jî hesteke xemgîn di dilê min de peyda bû.
Min got: «Heyf û mixabin!»
Heyf ji bo wan sohbetên ku êdî çênabin. Ji bo wan geriyanên li kolanên Beyogluyê. Ji bo wan vexwendinên jidil ên ku êdî em nabihîzin. Ji bo wê gotina wî ya «Ka were, em biçin çayekê qaçax vexwin.»
Mirov carna tenê piştî koça dawî ya kesekî fêm dike ku hebûna wî kesî, çiqas xweşî û kêfxweşî dabû jiyana mirov..
Necîb abê ne tenê bi rojnamevaniya xwe, lê bi mirovahiya xwe jî di bîra me de dimîne.
Hin kes ji vê dinyayê diçin, lê tiştek ji wan li paş dimîne. Carna gotinek, carina kenek, carna sohbetek li ser maseyekê û carna jî hesteke germ ku her carê mirov wan bi bîr tîne dîsa hîs dike.
Ji Necîb abê jî gelek tişt li paş mane.
Li Geverê ked û şopa wî, li nik hevalên wî bîranînên wî û di dilê kesên ku ew nas kirine de mirovahiya wî.
Ji bo min jî dê ew her tim bi wê dilgermahiya xwe, bi kena xwe û bi sohbetên me yên li kolanên Stenbolê bimîne.
Oxir be, Necîb abê.
Tu çûyî, lê ew germiya ku te di dilê mirovan de hêla, hê jî li vê derê ye.