Omer Dilsoz

Warê jiyanê li ku ye?

30 Eylül 2012 Pazar 00:22

Mirin; kom bi kom… an jî hatin kuştin, yên mayîn jî koç kirin, bi war û welatan ketin. Hin di riyan de noqî ava deryayên sar bûn, xeniqîn. Zar û zêcên wan li pey man, bûne sêwî; bi der û kolanan ketin. Bûne parsek û pêxas, dizî kirin, bûne talanker…

Bûne xirabên waran, bûne şevreşkên şaran, hatin lêdan, deqisandin, derbederkirin û rezîl û riswan bûn. Şerpeze û perîşan bûn…

Pîr û kalên wan li şûnê man, nesax bûn, ji bêdermaniyê mirin, bêxwedan man…

Em behsa welatekî dikin, welatê mirinê…

Em behsa axekê dikin, axeke bax a ku serê axnişînin xwe dixwe… axeke bêyom a ku ji xwîna mirovan têr nabe û bi wê dijî.

Em behsa axekê dikin ku zêdetirî pênchezar salan e bi herdu kaniyên çavên xwe; Ferad û Dîjleyê çîrok û serhatiya goristanan vedilorîne û di hembêza çiya û baniyên xwe de lorikên lehengî û destanên azadiyê distirîne, lê ne azadî li vê axê niştecî dibe ne jî ev ax ji xwîna terotolan têr dibe…

Dîsa hingehinga şerên giran e li gelî û berdolên vê axê; pêr dengê zingîna rimbaz û tîravêjan, şingîna şûr û şûrbazan, duh dengê gurmîna tiveng û mitralyozan û îro jî hurmîna topxane û balafiran ji nizar û berojên vê axê deng vedide…

Ev war axeke wisa ye, diviya tu ji bo jiyanê ‘mirinekê’ hilbijêrî; Erê erê mafê te ye, dikarî mirina xwe hilbijêrî û ji bo hindê jî diviya xwe bidî ber pala zinarekî û çavên xwe li dîmana jiyanê bimiqînî û wê nebînî, çi ko mirin li vî warî heram e…

Ev axeke welê ye, axnişînên xwe dabeşî birr biran dike; Li vî welatî an tu xayîn î, an jî xayîn; An ku tu li kîjan alî bî jî ji bo aliyekî tu xayîn î… Heke xwe bi bêalîtiyê bizanî jî, wê demê tu xayînê bêzirarî, serdestên axê dibe ku dora te; Dora hilbijartina te ya mirina xwe piçekî dîtir dirêj bikin…

Ev ax, axeke welê ye, kî pê lê bike, dibe herrî û pê ve dizeliqe…

Ev ax, axeke wisa ye, kî di ser re bibore, parçekî xwe lê dihêle û tê de berze dibe…

Van rojan, li ser vê axê dîsa darbest ji bo mala bavan têne guhastin. Dîmena herî zelal dûkêla agirê daristanên çiyayên wê ye, bêhna mirinê weke mijeke bêyom li her derê ye. Belav e.

Ax xwînê dimije dîsa.

Çiya mirin dibarin.

Jiyan dîsa di dergûşa xwe de li pişt çiyayên asê dîl e, êxsîr e û dike hawar û fîgan lê ev nalîn naçe şikefta çu guhan; Guhê çu sahib-rewacan; xwedan gotin û biryaran…

Hey jiyan, tu li ku yî?

Ka dengekî bide!... 

Bu yazı toplam 3198 defa okunmuştur
Culemérgî
 // Cembelî
" ...Li vî welatî an tu xayîn î, an jî xayîn; An ku tu li kîjan alî bî jî ji bo aliyekî tu xayîn î… Heke xwe bi bêalîtiyê bizanî jî, wê demê tu xayînê bêzirarî..." Ev rist gellek bi min xweş hatin....Her hebî...
30 Eylül 2012 Pazar 13:27