Omer Dilsoz

Şerê li ser (ji ber) zeviyan

02 Eylül 2013 Pazartesi 14:29

Ev havîn li çiyayên Kurdistanê (Bakur) bêdeng çû û payîza malxirab hêdî hêdî xwe hejand û bi ser de hat.

Weke ku tê zanîn ji Newroza 2013ê pê de pêvajoyeka bê şer bi deklarasyona Serokê PKKê Abdullah Ocalan dest pê kir û heta vê kêlîka ez vê gotarê dinivîsim jî, ev pêvajo berdewam e.

Di navbera PKK û Dewletê de bi hin rê û rêbazan hevdîtin pêk hatin, heyetên BDPê di navbera Qendîl û Îmraliyê de hatin û çûn, helbet di bin çavdêriya dewletê de.

We reng e ku ji bo rê li pêvajoyeke demokratîk vebe, hin qewl hatin danîn û nexşerêyek hate kifşkirin.

Yek ji wan; Qewl ew e ku gerîlayên PKKê xwe ji nav sînorên bakurê Kurdistanê nivîşî nav sînorên başûr bike.

Navê vê cihguhastinê danîn: Vekişîn.

Û ligel vê vekişînê jî şûnmayiyên eşîriyê, li hin deverên Kurdistanê dîsa xwe rakêşa û ji ber lêkdanên ji ber zeviyan gelek kes hatin kuştin.

Gelo qey dîsa em vedigeriyan serî û Kurdistana berî 30 salan dîsa li me nû dibû?

Van bûyerên diltezîn û dilopek ji aqilî jî para xwe tune, metirsî di serê gelek xemxurên vî gelî de peyda kirin û bivê-nevê li ser van şûnmayiyên trajediya me, ketin xemê û serê xwe êşandin.

Gelek kesî pirsa, “gelo qey şerê 30 hema wisa bi avê de çû? Ma me çi tişt neda civata xwe ku hêj jî bi dew û dozên weha radibe?”  

Şerên li ser zeviyan, nîşana çi bû û bayê nixteyeke çawa bû ku bi ser Kurdistanê de ewrên wê yên reş digeriyan?

Berî her tiştî em hinekî rewşa heyî binirxînin: carekê, Şoreşa Kurdistanê hê jî berdewam e û bermahiyên pergala dagirkeran zal e û li cihê xwe ye. Erê, hizreka neteweyî li nav kurdan –bi taybetî deverên şoreş lê germ û şer lê giran- peyda bûye û hema bêje yekrêziyeke ‘zimmî’ ji bo terefgiriya şoreşê berceste bûye lê ligel vê divêt em ji bîr nekin ku hê jî piştgermên pergala heyî, nanxwerên kedxweriyê jî di nav me de ne û ew jî, vê pêlê ji xwe re keys dibînin û bo têkvedanekê li ser hahankê ne.

Weke tê zanîn, ku Kurdistan demeke dirêj e bindest e û ax û bera wê, zevî û aqarê wê, bi destê dagirkeran ve, pergala mêtinger li gorî berjewendî û pêkhatina xwe li nêzikên xwe parve kiriye.

Ax, şêx û derebegên terefdarê sîstema desthilat, erda Kurdistanê di nava xwe de parse kiriye û feqîr û hejarê kurd, tenê mafê paletî û nanozikî jê re maye.

Heta PKK hat ev wisa bû, piştî PKKê jî ev neguherî; Axa her li cihê xwe ma û zeviyên xwe her çandin û hukmê xwe gerand. Pala xwe da dewletê û li dijî şoreşê sekinî. Lê hizra neteweyî ya kurdistanperwer axa û axatî roj bi roj heland, ji text xist û tenê wek paleyek li ser zeviya xwe ma, lê axa her li wirê ma û ket benda keysê…

Ev pirsgirêka zeviyan gelekî cidî ye û divêt Tevgera Azadî ya Kurdistanê demildest bername û projeyeke berfireh bo çareserkirinê vê pirsê pêk bîne.

Gelo çare çi ye?

Tu rabî, zeviyê ji destekî wergirî bidî yê dîtir dê kêşe hêj aloztir û kûrtir bibe. Tu deng nekî, dîsa pirsgirêk heye û di nav xwe de dikele, rojekê dê biteqe…

Gelo aştiya civakî ya navxweyî Kurd dê bikaribin li ser binemayeke çawa deynin?

Bi ya min, berî her tiştî divêt hişmendî û têgihîştina me ya bo van pirsan zelal be û em modêlekê deynin ber xwe, heke modêla me tune be jî em li gorî îdeolojiya xwe modêlekê ava bikin û civakê pê razî bikin.

A yekê, êdî têgihîştin gund û gundewariya weke berê divê ji nav me kurdan rabe; Heta ne tenê têgihîştin tewrê jiyana gundewariyê jî divê ji sere ji nû ve bête dariştin.

Weke tê zanîn, êdî gund jî dikevin ber sînorên Şaredariyan û li gelek deveran şaredarî di destê Tevgera Kurd de ne. Şaredarî dikare hin modelên jiyana nû biceribîne; Awayê bikaranîna ax û zeviyan, milk û aqaran ji nû ve dabîn bike. Divê ji ax û zeviyan pirtir sûd bê wergirtin, çandinî, darçikilandin, û avdan û awayên wê ji nû ve bêne sererastkirin.

Berî her tiştî gundî bêne perwerdekirin û jîngehparêzî li ser binemayê ekolojîk nîşanî wan bête dayîn.

Divê rê bê vekirin ku mirovên zana, xwenda, xwedanproje vegerin gundan û di avedankirina wan de serkêşiyê bikin.

Bi taybetî divêt şûnmayiyên ramana bigirbikêş û berêkdaner bête îzlokirin û rê nedin ku kevneperestên tovê dubendiyê diçînin, bibin xwedan înisiyatîf…

Û gelek tiştên dî…

Şaredarîyên Kurdistanê dikarin di bin banê xwe de BEŞA AVEDANKIRINA GUNDAN Û JÎNGEHÊ ava bikin û ji bo vê, di serî de perwerde, projeyên avedankirineke li ser hîmê hevdem ê pêşketî, bidine ber xwe.

Bo nimûne, Osman Baydemîr ê Şaredarê Bajêrgeha Amedê dikare di bin banê şaredariyên hevgirtî yên Kurdistanê de bi vî karî rabe. Helbet bi pal û pişta BDP û hetta PKKê…

Formûl dişên bêne dîtin, a girîng ew e ku mebest bête fêmkirin.

Bu yazı toplam 5756 defa okunmuştur
av duxwaze
 // KURDISTAN
selamun eleykum.me fem kir mamoste.zor spas.bawerim saredariyen kurdistane ji fem bikin.serkeftin ji mezlumanra.selamun eleykum...
06 Eylül 2013 Cuma 18:57