Omer Dilsoz

‘Morîbeşk’ê entel

21 Nisan 2012 Cumartesi 16:55

Bihara rengîn, weko ku tercûmeya Galthayeke dengbêjan be; şawişê şe biskan berdabe ser sing û ber û bedena weke şitila hinarê û li gerka govendê, hafa dîlanê weke bayê kur bigumîne û bi çep û rastkî gelî û newalên Kurdistanê belek belek, kesk û spî, bi avzêl , kanî û çem û robarên weke şîrê miha hendanî şirikî, weke rondika çavan zelal bixemlîne… aha, wiha ter û tol e dilê mîrat ê Morîbeşkê me yê heta ber perrê erşê Xwedê ji xwe razî û dixwedeava…

Şevîdî taviyeke avetîrkan balaveke xweş bi suriştê kiriye û belgên hema dikir xwe ber tîrka rojê vekin û bi tavşirînka ku car û car dikete ber xebeza ewrên reş û qatqatî yên avisê baranê, bo texma moristanê mizgîniyeke xweş e û Morîbeşka ku ji rêzika moriyên ku tavşirînkê bo xwe keys dizanin û ji ber wê weke berêvara dû Pira Galata ya Stenbola xopan himbiz, têrsters, rûtirş û bi rik in, ji bo veguhastina pelexê nû yê bo kolonîya Moristangê ketine rêzê û di ser tayekî zirav ê dargûzê re ber bi hedefa ku sergêrê wan Morîbeşkê Çavdêr destnîşan kirî dikişin, - hêjaye em bi bîr bixin ev Morîbeşkên Pale ku hejmara wan digihêje bi hezarî ji aliyê yekîniyên Moristanga Moriyên Leşker ve têne parastin, nexwe Morîreşkên ku di warê leşkerî de gelekî ji Morîbeşkan xurtir in dê deravê li wan teng bikin- xwe vediziye û li ser bişkoka pelê wê palve daye û weke Kurdekî behrdîtî ku bo geştyariyê ku ji havînên germ ên Amedê laşê wî li ber tavê qemirîbe û berê xwe dabe peravên Alanya û Bodruma xopan a Tirkiyeyê, wî jî wisa xwe qeldaye ber tavşirika biharê hema bêje tenê berçavkên tavşikên ên reş jê kêm in.

Morîbeşk li Koloniya Beşkistanê dijîn; Moristanga wan li devê xaniyekî ye, ew xanî tenê yek ji xaniyê li taxeke veder ê bajarekî welatekî mezin e. Li nav baxçeyê vî xanî darên fêkî yên weke sêv, gûz, hinar, hejîr hene. Morîstanga morîbeşkan jî li bin tevşikên yek ji qeda wan dargûzan yekê ye.

Ji nişkê ve bû pirtepirta dengekî û Xalxalokek hat li tenişta Morîbeşkî veda. Ew veciniqîbû û piştî ku lê piştrast bû, Morîfirkên Morîsorkan nîn in, bêhneke fireh kişand û ewrê tirsê hêdîka xwe ji asîmanê rûyê wî vekişand.

Gava çavên Xalxalokê bi Morîbeşkî ketin hinekî heyirî, hîn nebû ku moriyekî ku bi tena serê xwe ye bibîne, kengî morî dîtibin,  ew tim bi karwankî bûne û hê ji dûr ve dengê ringe ringa piyên wan a birêveçûna bi rêkxistî bala wê kişandibûye û gelek caran di nava xwe de, “Ma ev zindewar qet nawestin, qet venawestin hema tu kengî çav pê bikevî dibînî barek li ser milan e û vediguhêzin bo Moristangên xwe” fikirîbûye û xweziya xwe xîretkêşiya wan aniye û li ber tifaq û pêkvebizêvîna wan gelek caran piçekî hesidiye jî.

Niha bi Morîbeşkekê re bû û cara yekê moriyekî weha didît û xwe ji karwanê xwe veder kiriye û li ber tavşirînka biharê xwe daye ber berojî.

Xalxalokê di dilê xwe de borand ku ev deravek e bo wê ku der bare moriyan de bibe xwedan hin pêzanînan û lewre biryar da ku sohbetê bi Morîbeşkî re xweş bike.

“Silav birayê Morîbeşk.”

“Silava te ser her du çavên min Xalxalok xan, bi xêr hatî! Tava piştî baranê çend xweş e ne wisa?”

“Qe nebêje. Birayê Morîbeşk”

“Lebê Xalxalokê”

“Heke tu bi min xelet negihî ez ê pirsyarekê ji te bikim.”

“Kerem ke, hema çi ji dilê te bê dikarî bipirsî.”

“Mereqa min bibexşe, lê bo min bo xem, qey tu nifşekî cihê yê moriyan e?”

“Çima?”

“Heta niha min qet moriyên bi serê xwe nedîtine, tim bi hev re digerin û tim dixebitin, lê tu va ye bi tena serê xwe yî û te xwe daye ber berojkê vê biharê….”

“Xalxalok xan, ez ji bo te serpêhatiya xwe bêjim. Heçî ez im, ez Morîbeşkekî ji Beşkistanê me. Welatê me berî sedsalekê ket bin destê Morîsorkên ku ji beyarên devê baxçeyî hatine û bendên baxçeyî borandine û xwe gihandine welatê me. Bav û balên me dibêjin, gava komên siwariyên Morîsorkan hatine, ji ber şer û wan û kêzbeşkan perîşan bûne, hewara xwe gihandine me. Me jî bi dilekî sax ew hewandine û dergehên Moristanga xwe li ber wan vekirine.

Vêca dirêj nakim, piştî demekê Morîsorkên dagirker li ser welatê me zal bûne û ewên ku bi gewdeyên xwe ji me girs û bi qewettir em xistine bin nîrê xwe û li nav welatê Bîstanî li Beşikîstanê bûne desthilat.

Berê bi temendî bîst sî salekê em û ew weke bira bi hev re jiyane, piştre desthilata kolonîşarên me ketiye destê wan, di rêveberiyê de wan ferq û cudahî xistiyê û heta dawiya dawîn ziman û kultûra me jî li me qedexe kiriye û ew bûne mîremorî, em bûne palemorî.

Me kiriye, wan xwariye, me çandiye wan çiniye û hildaye, me bar kêşaye wan morîsang teyisandine, me xwêdan rijandiye, wan  kêf û şahiya xwe pê gerandiye… Welhasil, piştî çendekê ku ji nava me jî kesên xwedan ar û namûs rabûne, gotinên xwe birine ser hev ve û di dawiyê de me serhildan pêk anîne.

Lê her carê ji ber bêtifaqiya me em li hemberî wan şikestine û her ku me şikestek xwariye nîrê desthilata wan jî qewîtir û şidiyayîtir bûye li ser patika stûyê me.”

Xalxalok bi kelecan kete nav gotinê, “Me digot qey morî hemû yek in. Ma ne hûn giş ji heman nijadî ne û bi hev re dixebitin? Ji derve ve wisa xuya dike?”

“Eyhoo  eyho Xalxalok can; Dîtina çavan qinyata dilan. Ez bo te bêjim, em morî gelek cure cure ne; Morîfirk, Morîsork, Morîreşk, Morîbeşk, Morîronk, Morîhûrk û gelekî dîtir. Her celebekî li gorî xwe teşeyek jiyana kolonyê heye; Bo nimûne, Morîreşk û Morîsork piranî li bej û çolan, di bin kend û ferşan de ji xwe re Moristangan datînin û bi pelexê vir debara xwe dikin. Ew her du cure hem ji me gelekî girstir hem jî xurtir in û xwedan taybetmendiyên şerkerî û leşkerî ne. Xwedî jiyaneke bi disîplîn in û serokê wan Mîrmorî ku Moriyeke firinde ye û xwedan per û bask e, gelekî bi heybet e. Her weha Morîreşk û Morîsork ji berê de dijminên hev in; Li ku derê rastî hev bên hev du efû nakin. Heçî Morîronk in ew cureyê me yê herî jar û lawaz e, li nav malên mirovan dijîn û piranî bi hûrkên nanê jibermayî peyda dibin û zû pûç dibin. Heçî em Morîbeşk in, em maqûlên hemû celebên moriyan in, warê jiyana me bax û baxçe ne, em bi pelên giya dijîn û gelekî jîr û xwedan huner in. Bo palehiyê çi kes bi ser me re nîne;  Moristangên me piranî li bin rehên daran in û em bi mîmariyeke bêhempa, bi dizayneke bêqusûr van moristangên xwe ava dikin. Qadên jiyana me gelekî bi serober in; Cihê her tiştî jêk cihê ye, ji depoya Hêkemoriyên spî bigire heta kulînên jin û mindalan her tişt bi dizayn û rêxistineke bêqusûr e. Di şaristaniya Moriyan de yên herî pêşketî em in. Ji ber hindê jî dijminên me zêde ne û teşe-moriyên dîtir pir zû li dijî me dibine yek û talanan tînin ser me…

Vêca dirêj nakim, ez Morîbeşk im, li welatê xwe bi karê entellektueliyê radibim…”

“Çiii! Vêca entellektuelî çi ye Beşo?”

“Xalxalokê, malbêrokê; baş guhê xwe bide min. Heçî Beşistana me ye, ligel ku di warê îdarî û eskerî di bin destê Morîsorkan de ye û zimanê xwedinê, ala û dewlet bi yê wan be jî, em ên jîr û jêhatî li welatê xwe, bi zimanê wan jî di meydana huner û wêjeyê de serpişka jorî ne û hunermendên mezin, nivîskarên tirole giş ji me ne. Em di nava xwe de ji welatê xwe re Beşistan dibêjin, lê Morîsork dibêjinê “Moriyîye” û slogana wan a ku dibêjin em birayên hev in; welê kiriye ku bibêjin, “xwezî bi wî yê dibêje ez Moriyeyî me, nizanim Moriyiyek berdêla hemû Moriyên dinyayê ye” û faşîzmeke tîr li ser me digerînin. Li hemberî wê, di bin serkêşiya Morîlan de berî bi sî salekê me Morîbeşkan raperîneke nû da destpêkirin…

Bi kelecan Xalxalokê da ser gotina wî, “Êê! Çi bû?”

“Gelek tişt...”

“Wek çi?”

“Ma ev şerek e; Kutin, girtin, îşkence, sirgûn, bêrûmetkirin û hema çi tişt bête hişê te… Paşî bi komployekê Morîreşk û Morîsorkan tifaqek çêkir, Morîfirk û Morîronk jî dane gel xwe û Morîlankê me radestî dewleta Moriyiyeyê kirin û li giravekê piştqufle kirin.”

“Waaaa! Min digot qey hema hûn morî jî weke me Xalxalokan in. Sibê bi tîşkdana tavê re bo peydakirina rizqê êvarê xwe davêjim hembêza xwezayê, çerê xwe vêk didin û êvarê vedigerin kolînên xwe heta sibê radizên. Tu behsa tiştine wisa dikî ku ancax di jiyana DUPÊyan de hebe.”

“Xalxalok can. Ma ya DUPÊyan jî şaristanî ye, şaristanî esas li bin qurmê van daran, li bin erdê, di welatê Moriyan de heye. Tu jî ku min bi zimanê Morîbeşkî çend roman nivîsandine?”

“Nivîs… Roman… Heyran, tu behsa çi dikî?”

“A rast, ez zanim tuyê qet û qet ji min am nekî, -jixwe derdê ser derdan ê me rewşenbîran e- lê dîsa jî ez ê ya xwe bibêjim. Vêca Xalcanê, heçî em Morîbeşk in, zimanê me demeke dirêj qedexe bû; paşî bi encama têkoşîna Morîllayên me yên qehreman, dewleta dagirker nîrê serdestiya xwe hinekî sist kir û bi guhartina qanûnekê piçekî rê vebû ku em bikaribin bi zimanê xwe binivîsin, stranan bibêjin.”

“Ma çawa çêdibe?”

“Weke te bihîst. Vêca êdî ez naxwazim li wî welatî bijîm. Bindestî tiştekî lanetkirî ye; Her roj bi kaziba spêdê re te dît Morîsorkek hat li deriyê te xist, got, “Were palehiyê!” Heyran, va ye ez nivîskar im, rewşenbîr im, bi zimanê Morîbeşkî pirtûkan dinivîsim, her roj bo Moristangê pel û pelexî dikêşim koloniyê. Na na, ev ne karê min e. Ez ê hilkişim jorî û xwe bigihînim bal Morîronkan belkî têkilî şaristaniya DUPÊyan bibim, kî dizane belkî bi wan re bikaribim pêwesdiyê çêkim û li gel wan fikr û ramanên xwe yên pêşketî parve bikim. Belkî ew alî me bikin û me ji vê bindestiya lanetlêkirî rizgar bikin.”

“Ohooo! Welle te pê girtiye heyran! Wa tu behsa çi dikî?”

“Xalxalok xan, a rast vê bindestiya dêxwegayî kîmyaya me morîbeşkan jî xira kiriye. Em bi xwe jî giş bûne şîzofren, em bi xwe êdî têra xwe dikin û em bi xwe hevdu dixwin…”

“Çawa Beşo, min fam nekir?”

“Guhê xwe bidê. Niha ez xwe bi rewşenbîriyê dizanim, lê di rastiya fermî ya Moriyeyê de, ez paleyekî xwendegehê me, her roj ka û pelexî bi karwanî re dikêşim, paşî li xwendegeha dewletê ya Moriyeyê bi zimanê Morîsorkî ders û te’lîmê didime zarokên xwende yên Morîbeşk. Çima tu zanî? Ez bêjim, ji bo ku dewlet tiştekî bi min neke. Paşî bi şev li mala xwe, bi zimanê xwe vê dubendiya xwe dinivîsim û dibêjim min dinya ava kiriye. Ma dibe heyran!?”

“Nizam…”

“Hema nezane çêtir e. Tu nizanî ka vê bindestiyê karektereke çawa di me de pêk aniye Xalxalokê. Em Morîbeşkî welê bûne, ne serê me xuya ye, ne binê me. Ne em bi tevayî ji xwe ne, ne jî dijî xwe. Binêr, bo nimûne bo te behsa nesaxiyeke rewşenbîrên me Morîbeşkan bikim.”

“Çi!...”

“Weha ye. Bo nimûne, em div ê teqn û çirava bindestiyê de welê gevizî ne, welê qirêjî bûne, welê pirrû û pirkirasî bûne, Bukalemûna ku li gorî derdorê reng dide xwe, bi pêş me me ve hîçeke ji dera hanê ye. Bo nimûne ez!”

“Çawa?”

“Weha ye. Ez a rastîn ne rewşenbîr im, tenê ji bo nixûmandina tirsên xwe, ji bo jêrevîna berpirsyariya şoreşê ku zû bi zû neyême girtim û bikaribim di nav rêzikên Moriyiyeyê de kamufle bibim, min ev nasnav li xwe kiriye. A rastîn, li bal xelkê kes bi berhem û dengvedana ramanên xwe weke rewşenbîr têne zanîn, lê li nik me, ji bo ku zû bi zû nekevî dest vî navî datînî ser xwe. Bi vî awayî, gava dewlet hate ser te, dibêjiyê; “Ez tenê nivîskarek im, têkilî kar û barên siyasî û neqanûnî –îllegalîteyê nebûbe”, her wiha gava şoreşger hatin, dibêjî wan; “Heval, gelek bi ser me ve neyê. Jixwe ez dinivîsim, şoreşa herî mezin nivîs bi xwe ye” û bi vî awayî hem li nalê dixî hem jî li bizmêr.”

“Balkêş e.”

“Erê, taybetmendiyeke dîtir a me heye; Ew jî ji bo tu di vê meydanê de bikaribî dengekî ji xwe çêkî, divê tu an dijberiya Morîllanî bikî, an jî bi serê wî sûnd bixwî… Her du jî bi heman awayî te derdixin pêş. Jixwe yên bi serê wî sûnd dixwin gelek in, ji ber vê dibe ku ev dergeh zû bi zû li be rte venebe, vêca rewşenbîrên me vê dizanin, loma gelek caran bi dijberiya li ser Morîllanî dibin hedefa Morîllayan, paşî Morîsork û meydaya wê ya kartel, demildest xwe davêje pişta te û te derdixe pêş. Wê demê tu hem ji Morîllayan re dibêjî, “Heyran, ez jixwe rewşenbîriya Morîbeşkî dikim, çi derdê min bi we re tune ye”, li aliyê dîtir jî dibêjî dewletê, “Va ye tu dibînî, her roj gefên kuştinê li min dixwin, lîsteya wan a kuştinê heye û ez di serê wê de me” û bi vî awayî ji herduyan aliyan jî dixwî… Dibînî Xalxalokê, dibînî bindestî mirovan tîne çi halî!...”

“Ez tiştekî tênegihîştim Morîbeşk lê hema dikarim bibêjime te, we reng e tu agir î, nêzî min nebe” got Xalxalokê, perên xwe vedan û kir pirt pirt pirtt û ber bi şaxekî dîtir a darê ve firiya.

Hingê Morîbeşk pê hesiya ku çavekî mezin ê DUPÊyan li wî dinêre, “aha ev bo min fersend e” got xwe bi xwe û hêdîka hilkişiya nav milên wî DUPÊyê ku li nav baxçeyê xwe axa bin reha şiltilên darxoxê dixepart…

Bu yazı toplam 3247 defa okunmuştur
..
 // ..
tu her bıji mamoste..pinusa te hertım zexımtır u qewettır bınivise.....
21 Nisan 2012 Cumartesi 18:54