Omer Dilsoz

Ma li zindanan cih maye?

11 Ekim 2011 Salı 18:49

Van rojan, sê diyarde gelekî li pêş in: Girtin/destgîrkirin, muzakere/li hev rûniştin û çareserî. Hema mirov dikare bibêje ku di vê kişik û kişkişanêya satranca siyasetê de, gav û livên herî girîng têne avêtin. Leyîz hindî tu bêjî şidiyaye û dûkêl ji meydanê radibe.

Hêj berî du-sê mehan hate ragihandin ku “lîsteyeke REŞ” hatiye amadekirin û tê de navê hezar û pêncsed (1500) kesî hatiye destnîşankirin ku dê û li zindanan bi “mêvanî” bêne ragirtin.   

Navê vê operasyonê “Doza KCKê” ye. Bi sedan endamên BDPê di bin vî navî de niha li zindanên cuda cuda yên Kurdistan û Tirkiyeyê destgîrkirî ne, piraniya wan hêj “destgîr in” hêj çu hukim derbarê wan de nehatiye dayîn/birrîn. Xuya ye, ev kesine wekî “dîl û rehîneyên şerî” têne ragirtin.

Li gorî em ji medyayê fêr dibin, roj naçe ku çend kes neyên ragirtin, gelo ma di zindanan de cih maye?   

Bi polîtîkaya “zindanîkirinê”, xuya ye, mebest ew e ku “destê siyaseta kurd” girêbide, gava derfet li lêkrûniştinê vebû jî, siyaseteke destgirêdayî ya qels û lawaz, li ser maseyê bêbizav bihêle û “ya xwe bi ser bixe.”

Armanceke dîtir a zindanîkirinê, dorlêtengkirin e.  Teslîmgirtin e.

Aqilê dewletê, di arefaya Reşnivîs/Makezagon/Destûreke nû de, xuya ye, qet dil nîn e rê li sivîlîzekirinê veke û “hebûna qewmekî bi nave KURD” qebûl bike.

Dewlet, dixwaze Reşnivîsa Nû li ser bingehê, “têgihên giştî yên nezelal” deyne, li şûna mîsogerkirina hin daxwazên kurdan, dil heye, bi awayekî de fakto –ettehîyattû çawa lêhato- mijarê serdexûn bike. Aqilê dewletê û çareseriya wê, aqilekî zindanîkirinê ye û tişta bo kurdan rewa tê dîtin, mixabin hê jî ev mantiqa, “bi pariyê biçûk razî be, nexwe ez ê ya heyî jî ji destê te bistînim” e.

Vêca gava em dinêrin “ya heyî” ku bi aqilê dewletê ew jî “ji sed bavê me kurdan zêetir e” jî, têgihîştina “iyi vatandaş Hesen” ya gundîyê jar û reben e.

Bi aqil û nêrîna dewletê ku kurdan wekî “heşere û kêzik” dibîne, çare-serî, tepe-serî ye.           

Saziyên qada sivîl ên “siyaseta kurd”, roj bi roj tên valakirin û wekî gurê dikeve kozika berxikan, her roj bi operasyoneke berspêdeyê, ji nav “KERΔ lib bi lib “BERX Û KARIKên vî welatî” têne neqandin û nêçîr li wan tê kirin.

Li Kurdistana ku bûye, zindaneke mezin, li gorî îstatîstîkên navneteweyî, niha welatê ku herî pir “girtî û zindanî” tê de hene, ev welat e.

Ez bi rastî jî meraq dikim; Ma di zindanan de CIH maye.

-Xeman nexwin, heke cih nema, dê her roj bere bere –hêdî hêdî girtiyên ji Doza Ergenekon û Hizbullahê berdin û kurdan bînin şûnê. Jixwe şûmikê dewletê li ser serê kurdan kêm nabe; Ji kê aciz bibin tepa xwe li serê vî gelî dixin, li ku derê piçekî tengav bibin û navbera wan û dewletekê piçekî tal bibe, rast berê xwe didine ser milê kurdan…

Ez ligel ku naxwazim reşbîn bim û bifikirim ku “hindî serê derziyê be jî” di vê avabûna nû de ji bo me KURDAN mifayek hebe divê em pê bigirin, lê belê dîsa jî “siyaseta çare-seriya bi tepe-seriyê” divê bibe cihê hişyarî û hayjixwebûnê ji bal me kurdan ve. Çimkî me gişan pêzan e ku “dek û dolab, fend û fûtên dewleta Elî Osmanî” nayên ragirtin, aqil pê nikare. 

Bu yazı toplam 4816 defa okunmuştur