Omer Dilsoz

Krîs, tîna helbestê diayisîne

31 Aralık 2013 Salı 11:54

Di kurdî de, janreya edebî ya herî li pêş helbest e. Ligel bi hezaran helbestên bê tîn, ligel bi hezaran hunrawên/vehûnanên hestî yên ku li ser kulîfekên medyaya sosyal gêrê dikin; di nav de, hin çirûsk vêdikevin ku bi rastî jî tîn didin û bi tîna xwe, çêjeke hinara meyxoş bi ser devê mirovî dihêlin.

Yek ji wan helbestkara kurd Krîstîn Ozbey e. Bi navê ŞEVDANK xwedanê dîwanek helbestan e ku wek diyariya sala 2014ê ji Weşanxana Ronahî li Amedê derçûye.

Ew, di helbestên xwe de bi kurt û kurmancî “derba” xwe lêdide û bêyî vecûtin û xwe girtina li kite û hûrgiliyan, tîra peyva xwe rast berdide û hestên xwe li ser sêla peyvê dipêje.

Nivîsîn –tu ji min bipirsî- berî her tiştî cesaret e, dilşêrî ye. Çi ko tu, xwe didî ber meqesa peyvê û dil û cergê xwe dihincirînî û ji tirs û keserê bigire heta kovan û hezê, ji hêvî û xweziyan bigire heta rondikên ku di şevên qetranî de berdidî ser kezebê; her tiştî, bi peyva xwe re tînî pêş û radixe ber çavan…

Krîstînê jî dilê xwe daye bin çenga xwe û kovana jiyana xwe di helbestên xwe de zirav zirav neqişandiye û hûrik hûrik veristiye.

Ew, hûnraweke jîr û xwedan zimanekî şirîn e di meydana helbestê de û qet çi pûke bi tevn û tixûbên jiyanê nake, hema ya ber dilê xwe dibêje û pê re dibê, ez ev im û hew!...

Ji ber ku di kurdî de bi navê “helbestê” gelek tişt têne nivîsîn, rahiştina vî tayî bi rastî jî gelekî zehmet e, çi ko ne hêsan e ku yek zû bi zû di vê pêla ku helbesta kurdî li asîman diçirûse, bikaribe derkeve pêş.

Lê yeqîn bin ku piştî we rahişte pirtûka Krîstînê ŞEVDANKÊ û xwe di derya kovanên wê girt, hûn ê vê hizra xwe carek dî berçav bikin û bibêjin ku –Her dem helbest heye û kes nabin helbestkar; helbestkar têne dinyayê-

Krîs, di helbestên xwe de tînê dide tariya şevan û kovanên xwe tîne datîne nav dilê şevê. Şev, berhema rojgarê ye û ya ji rojê –jiyanê dimîne û dinime di vê kovanê de diparzine û berceste dibe.

A rastîn mirov çendî bibêje jî nikare vehûnerekê vebêje, çi ko ew, bi peyvên xwe jiyanê bi her rengê xwe vedihûne. Hema a baş ew e em gotinê ji xwediya peyvê re bihêlin. Kerem kin Helbesteke Krîstînê…     

pîra biêş

li ber dîwarekî nîvhilweşiyayî

rûniştiye pîrê

di nav dîwêr de deriyekî darînî

li dinyayê seyir dike pîrê

hewar hewara ciwaniya wê

ji pişt deriyê darînî tê kirasê lê,

piziniye mîna dîwar û jiyana wê

roniya çavê wê kêm bûye

mîna hewesa dilê wê

ji salan xeyîdiye

mîna kulîlkeke dawiya biharê

ji mirovan xeyîdiye

qermîçokên wê hevalbendên pîrê ne êdî

hetta bi hettayê

hetta bi hettayê

Bu yazı toplam 5090 defa okunmuştur