Omer Dilsoz

Ji mergê me: Tahir Elçî

02 Aralık 2015 Çarşamba 17:34

çar lingên minareyê hene
her çar ling birîndar
yek bakur, yek başûr; herduyên dî rojava û rojhilat in
termek di nîvekê de
berê wî li bakur, laşê wî başûr;
destek rojhilat, yek rojava ye
ka bêjin min, ev keval kê nîgar kir

Tirkiye û bakurê Kurdistanê di nav mij û moranê de ye. Payiz bi hemû hişmeta xwe hukimdar e û li gelek bajarên Bakur, pêl bi pêl, tax bi tax siya mirinê digere.

Roj naçe ku bayê mirinê çendekan ji nava me; çend berxikên bisko, karikên destbihene nahilîne, naxe ser per û baskên xwe û agir bi kezeba me danade. Mirin vê heyamê li Kurdistanê gelekî kedî bûye, û mirin, vê pêlê wek mêvanek navmalê qet ji warê me bi dûr naçe.

Bêyomiya bindestiyê hefsarê xwe şidandiye û payiz bi sîbera mirinê xistiye nav war û êlatê kurd û Kurdistanê.

Amed, ji bo hemû kurdan paytext e, bajarekî pîroz û warê serhildan û xweragiriyê ye. Bi mêjû û qedîmiya xwe ya domdar ku digihêje 7 hezar salî, 34 şaristanî li ber paxila xwe, bi şîrê evîna xwe mêjandine û heta îro çi dîtiye û çi nedîtiye.

Çend roj mabûn ku zivistan dora kaniyê ji payiza xemgiran wergire û serdestiya xwe ser jîngehê bisepîne, li ber Minareya Çarpê, komek parêzer, li ser Serokê Baroya Parêzeran a Amedê Tahîr Elçî daxuyaniyekê didin. Roj şemîyeke zîz e, taveke tînşikestî Amedê dihewîne. Minareya çarpê, an jî çarling bi her çar lingên xwe derbxwarî, kul, leng dinale û hawarê dike ku qirên û şerê xwe ji ser serûguhên wê bibin. Bi çend gava wê de ciwanên kurd, zarokên bi şer mezinbûyî, lawên keviravêj, xendek vedane, serê kuçeyê jî dewriyên zerîpoş û panzeran…

Mirin, dengê teqîna çekan qet betal nabe. Gule li sînga dîrokê diçikin û hezar ah û nalîn bi ser hezar saliya Ameda birîndar de olan didin.

Dezgehek tê danîn: Senarynivîsan her tişt gelekî baş amade kiriye; armanc Tahîr Elçî ye, sebeb jî Elçî ‘zêdegavî’ kiriye; li nav çavên wê nehêrtiye û gotiye wan, “Naxêr, hûn derewan dikin, PKK terorîst nîn e” ev gotin dibe gule û fîşekeke bîjî û ji patikê ve wî dihingêve û termê wî li nav çar lingên minareyê dirêjî erdê dike.

Bi carê de, li Tirkiyeyê rojev diguhere; Tirkiyeya ku ber bi tarîsaneke nediyar ve sernişîv dibe, Tirkiyeya ku ha ha ye bi Rûsyayê re pevçine, Tirkiyeya ku di sîyaseta derve de ji ‘a’ heta ‘z’yê di çirvkê de fetisiye, êdî wek nimûneya ‘bi kerî nikare beziya kurtanî’ dîsa rik û kîna xwe di serê kurdan de dişkêne.

Bizanibin gava dewletekê dest bi rêbaza suîqestên siyasî kir, ew gelekî bêgav e û ber bi tarîsanekê ve diçe.

Bizanibin gelê ku bû qurbanê suîqestan ew heq e û riya wî ber bi serfiraziyê ye.

Ji ber hindê jî, nemir Tahirê me, nemir parêzerê me, nemir cangoriyê me; bila dilê te xweş be, di gora xwe de bi rehetî razê, rêka te rêka me ye. 

Bu yazı toplam 4465 defa okunmuştur