Xalidê Hekarî

Xalidê Hekarî

Hinar

Hinar

Dara Hinarê  wek teraş û hejan bi çiqên xarûmar bilind dibe. Di meha nîsan û gulanê de bi kulîlkên xwe yên sorên xwemalî û taybet wek darek xweşîkahî û delalîyê  dixuye. Pir kêm jê kulîlkên zer û sipî jî vedidin. Li ser gupikên çiqan 1- 5 kulîlk peyda dibin. Ev kulîlk 50 -70 rojan wê dara hêja dixwemilînin. Bejna wê 4-5 mitroyan bilind dibe. Temenê wê jî digehe sedsalan . Piranîya belgên wê sorên wek riman li hember hev in.  Piranîya fêqîyên wê sorê agirî ne. Lê yên reng peyazî û rengên di navbera qahweyî û zer jî hene. Ev dara pîroz di navbera 120- 160 rojan de fêqîya xwe digehîne. Fêqî wek gulokek sor û jora wê devisandî xuya dike. Di nava hinek fêqîyan de bi qasî 1000 lib dindik hene.Di nava fêqî de sîsik ( tov - bizir) heye. Dora wan dindikan jî bi qaşilek wek kevilan (çerm) dorpêçaye. Fêqîyek payîzkî ye lê heta nîvê zivistanê wek dermanê hemi derdan tê parastin.

Dîrok û Welat: Di hemi dînên semawî de wek fêqîyek pîroz tê hebandin. Di nava kitêbên van dînan yên pîroz de, navê wê pir derbaz dibe. Li gor hinek ûlemayên olî dibên “Fêqîya biheştê ye, di biheştê de fêqîya dane adem ne sêv lê hinar e”. Di hemi medenîyetên qedîm de, wek fêqîyek pîroz hatiye pejirandin. Ji tûvilê darê, reh, çermê fêqî, dindik û tovê wê, jibo cûrbecûr nexweşîyan wek derman hatiye xebitandin.

Welatê wê Îran û Kurdistan e. Lê hinek dibên Awustralya, hinek dibên  welatên behra spî ye. Lê tiştê balkêş ew e, çûk bizrê wê di nav çîrt (zelq) ê xwe de dibin welat bi welat digerînin û ew bizrê di nava çîrt de li ku bihêlin li wir hêşîn tê. Lewre jî li gelek deverên cihanê hinar tê dîtin. Li Kurdistanê hinarên herî nav û deng hinarên Zivzîk a ber Çemê Botan in. Hinarên Zivzîk û şeş gundên dora wê mezin in. Liba wan di navbera 200-800 gr divezin. Dindikên wê wek nokan mezin, sîsika nava wê hûr û nerm e.

Têdahî: Kalorî, protein,  karbondîhidrat kolestirol, lif,  kasyûm,  hesin, sodyûm, potasyûm, vîtamîn A,  B1, B2,  B3,  C .  

Tûvilê Darê de: Nişasta, mannît, asîtên cûrbecûr, tanen, pûnicin û cûreyên alkolîdan.

Tûvilê fêqî: Tanen, triterpen,  cureyên alkolîdan, çînko, antîoksînen, mangan, antîoksînên bihêz,  hormonên ostorojen, potasyûm. 

Bi kêrhatêyên hinar ê :1- Destavê xweşdike 2- Sîstema xweragirtinê bihêz dike 3- Pêşîya kolestirol û şekirê xwînê digire 4- Dijminê parazîtên rûvîkan e 5- Zêdebûna bakterîyên wecê ( kêrhatî- baş) pêk tîne 6-Pêşîya navhinavçûyînê (virik- ishal) digire 7- Cild xweşik dike 8- Tansîyonê serrast (eyar-tekûz) dike 9-  Bedenê li hember penceşêrê diparêze 10-  Dil diparêze, enerjîyê didê û betilîna wî radike. 11- Sefrayê (zirav) tavêje 12- Xwînê çêdike 13- Jehr û mîkrobên nava xwînê û bedenê tavêje. Û hwd. 

Gotinên pisporan di derbarê hinarê de : Li gor ragihandinên Konferansa Kardiyolojîya Cîhanê ya li Florîda, derheqê ava hinarê de tiştên giring hatin aşkerakirin.

Li gor wan agahdarîyan, di qedehek ava hinarê de, bi qasî 10 qedeh çaya kesk û qasî 2 qedeh şeraba sor antî oksîdan heye. Di xwedîkirina mişkan ya bi ava hinarê de derket holê ku % 44 xetimîna rehan (damaran) kêm kiriye. Ceribandinên li ser mirovên ku 2 hefteyan liserhev 5o ml ava hinarê vexwarine, % 53 angîostansîn, convertrîn û enzimîn daxistiye. Ew jî tê wê wateyê ( manayê) ku dermanê vekirina damaran, eyarkirina tansiyonê û dostê dil yê herî berbiçav, dermanê dil yê nû qedehek ava hinarê ye..

Karanîn: Tûvilê fêqîya hinarê hişk bikin û bihêrin. 2-3 kevçîyên şêranî bêxin nav du qedehên ava kelandî û bila 10-15 deqan di dema xwe de bimîne. Paşê biparzinin û vexwin. Hûn dikarin wî tûvilê hêrayî bêxin ser brînan û jibo sekinandina xwînê jî bi kar bînin.

Çayê: 2 kevçîyê qehwê tovê hinarên hêrandî bikin nav qedehek çayê, ava kelî berdin ser, bila 10 deqe di dema xwe de bimîne paşê vexwin.

Melhem: Sîsikên hinarê bihêrin, bi hinek hingiv re bikin macûn, rojê 3 caran 30 deqîqan berî xwarinê kevçîyekî jê bixwin. Lê divê di wê nîv seetê de tiştek din nexwin û venexwin.

Tirşî: 2kg hinaran spî bikin, dindikên wê jê derxin, 1kg şekir, lîtrek av û du lîmonan berdin ser û bi hevre bikelînin. Paşê li gor dilê xwe bêxin ser seletan û nav xwarinan.

Gelek kes rêçala wê jî çêdikin. Di tıb ê de gelek cûreyên dermanan jê çêdikin, lê ew wek razekê (sir-gîz) tê veşartin.  Lê ya herî baş hinarê bixwin an jî bigivêşin û ava wê vexwin.

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
2 Yorum
Xalidê Hekarî Arşivi