Omer Dilsoz

Edebiyata me behsa çi dike?

18 Eylül 2012 Salı 11:22

Wek civat em komelgeheke nesaz in û ji bo hizirkirin û têramînê heta bêjî havî û sistûşor in. Pêlên ku li dinyaya rojava vemirîne me nû hay pê çêdibe û em di her warî de gîrobûyî û paşvemayî ne; belkî paşvehiştî ne…

Di vê biyavê de heke em bên û li ser ta û çiqilê wêje û wêjevaniya xwe danişin û hewl bidin pişta çend gotinan xwîs û xwar bikin, em dişên piçekî cihê destê xwe vepalin û berê tîşk û tîrêja ronahiya xwe bidine nav kuleka xaniyê xwe yê piştê…

Xaniyê piştê di lîteratûra me de xwedan taybetmendiyên kişfkirî ye; Em dişên têgeha xaniyê piştê û kozmîkxaneya binhişîn a kultûrî di heman kulek û çarçoveyê de bidin ber tavê û pê re ronahiyê bînin serê…

Di pêla ku edebiyata cîhanê xema xwe li ser estetîzma vegotinê û diyardeyên hişîn û jêrhişîn kiriye kula li ser kulan û dûvçûna xwe di vê hengameya ku bûyer, mebest û civak tenê ji bo edebiyatê benîştê ber diranan pûçbûyî de, pênûsgirên me li kîjan asêgehê gelo nêçîra çi dikin?

Bi qewleke aşkeratir; Gelo xema edebiyata me çi ye?

Edebiyat ji bo civakê; an edebiyat ji bo edebiyatê?

Gelo şêwazên niha gelekî berdest ên weke rohişîn, an jî robûna hişîn ku weke çirûsk û flaşê bi lez û beza hilkeftinan, ji bo me çend amûrên sereke yên dahênan û vehûnana berhemê ne?

Xema vegotinên nû ku dê derbê li sînga qalibên heyî yê zimanê mey ê berdest bixe û weke lêkkeftina atomekê dê bikaribe hemû kirûyên berdest ên statîk jêk bibijikîne û bi ruhekî koantomîk wana bikaribe ji xweliya xwe lêk birêse û ruh, beden, kiras û dirûvekî nû lê biwerîne?

Gelo edebiyata me li kîjan mêrgê diçere û ji kîjan kaniyê tîniya xwe dişikêne?          

Gava min ev pirsên jorî di aşê hişê xwe de dihêran; li rojavayê Kurdistanê ax û hawara penaberên ku di deryaya Egeyê de xeniqîn li şikerikê mejiyê min dikire zingezing û êşeke tûj î giran xwe berdida nav ruhê min…

Erê gava min ev pirs di şikevta hişê xwe de vedikarîn; li Şamzînan û derobera wê bombe bi ser nûciwanên vî gelî de dibarîn û darbest bi dûv darbestan ji vî aliyê welat diçûn aliyê dîtir û Serokwezîr û hevkarên wî bi “kuştina ciwanên vî gelî” sînga xwe dinepixand û bi “xwînê” dixurînn…

Belê belê, gava min ev pirsên keregêj di qelûna dilê xwe didane ber qembelên hêrs ûkumla xwe; li paytexta jorîn a vî welatî (mebest Enqere) Serkanê DYA û yê Tirkiyê dest bi raçandina tevnên bêbextiyê dikir…

Gava min ev pirsên tal di gelacûka xwe de havî havî berdida ser geliyê hişê xwe; birrek balefirên çarşor ji balafirgeha Amedê radibûn û şeva payiza kewçerîn a vî bajarê xweşik û geşik ji keçanî dixist û kerratiya şevê dikire cehenem…

Gelo edebiyata me ji nav vê kurtedîmena ku her roj dubare dibe, dikare çavên xwe kor, guhên xwe kerr û zimanê xwe lal bike û bikeve pey xema dinyayên gewrik ên peyvxana fantazî û handîkabên ‘mirovê vê serdemê’ û bo ser navê ‘xema edebiyatê’ xewna mirovên bûne rêwî û rêgerên azadiyê, penîçav bike û xwe di kerriyê werke?!

Ma hîç peyvek heye ku bi berdêla dilopek xwîna nûciwaneke terotol bibe?

Bu yazı toplam 3850 defa okunmuştur