Omer Dilsoz

Di romana Kurdî de JIN û ‘sî’ya mêran

24 Mayıs 2012 Perşembe 13:46

Bi bibîrxistinekê em dest pê bikin; Vegotina dengbêjiya kurdî ku teşeyekî hunera bilind a civaka feodal a kurdî ye, piranî li ser hesta jinê bi ser devê mêrî hatiye dariştin.

Bo nimûne; Lawikê Metînî, Derwêşê Evdî û gelekên dîtir…     

Weko ji nik we ve jî aşkere ye, her ku civak xwe diguherin û bi pêş ve diçin, reng û dirûvên jiyana wan jî li gorî pêdiviyan diguherin.

Yek ji “zar û zimanê vegotina” civaka kamilbûyî û ‘modern’ ku li ser binemayê reformên rojava bi kirasê netewe-dewletê ava bûye jî, “vegotina nivîskî” ye.

Teşegirtina herî spehî û şayik, bilind û berfireh a vê vegotinê jî ku li ser binemayê ramana dizaynkirina binehişa civakê û pêkhênan û danîna ‘netewe û hişê neteweyî’ an jî aqlê civakê durist dibe jî, “ROMAN” e.

Vêca heke heta vê derê tabloyek di hişê me de çêbibe, ji vir pê de jî em hinekî behsa romanê û xwe bikin.

Wek civak, em KURD bi taybetî û civakên rojhilatî yên derdora me xwedan hin taybetmendiyên karekterîst in û bi van taybetmendiyên xwe jiyana xwe dabîn dikin.

Heta vê serdema ku civakên rojava li ser peydakirina enerjiyên alternatîf û vedîtina jiyanê ya li derveyî cîhanê û rêwîtiya bi tîrojkê dixin ber behs û gotûbêjên xwe û li ser diaxivin, em hê jî li kakila ROJHILATA NAVÎN bi gelheya xwe ya ji çil milyonî dibore, di nava çar dewletên –bira bisilman- de parçe parçe kirine û ji bilî Başûrê Kurdistanê (Herêma Kurdistanê) xwedan çi defterên desthilatê nînin –mixabin-.

Ji ber van eger û şertên konjonkturel ên pêzan, em bindest in û hê jî civakeke bi tevayî neperesîne bo nasnameyeke millî û yekdest ku bikaribin bibêjin KURD civakeke weha ne.

Em ên ku niha di pêvajoya feodalîzmê re gavan diavêjin bo pêstirkên civakeke modern û demokrat hê jî şoreşa xwe ya civakî didomînin û bi qewlê bav û bapîrên me, “hêj ev benda stranê bi dûmahîk nehatiye.

Vêca di vê hengameyê de, ku em ji vegotina devkî û badevî bi lez û bez diqulipîn nav bîstanê nivîsê, dinyaya me ya vegotin û pênasekirinê jî rengekî nû li xwe digire û şax û çîlên xwe berdide dilê axê.

Di vê çarçoveyê de, gava em çavekî li bejn û bal, xeml û şemla nivîs û peyva xwe digerînin, em dibînin ku vegotina romana me ya nû, di xweliya xwe de digevize û weke hêka lerizî şiqeşiq jê têt û ji xwe re li riya hilavêtin û zayînekê digere.

Ev têjika ji vê hêkê za, me jê re got Romana Kurdî.

Gelo di vê romanê de ku berhema vê civaka di tenga peresîna nasnameyî de ye, xwedan bejn û bal, reng û şemaleke çawa ye?

Û weke kevnetora li ser xîm û xweliya DENGBÊJIYÊ gelo ev jî li ser tejê civaka feodal dariştiye û bi destê mêrî li ser devê tîpolojî û karekterên JIN hatiye vegotin?

Ez dikarim bibêjim ku cihê mixabinê ye, hişê ku romana me vegotina xwe li ser daniye û kaniya ku ava disiplînên xwe jê kişandiye, -sed heyf û mixabin- di tengala vegotina berhema feodalîzma me DENGBÊJIYÊ jî nîne. Ji wê kintir û gelekî nêrtir e.

Di romana kurdî ya nû de, -ji bilî çend îstisnayan- hema bêje JIN heta vê gavê jî tenê “hêmayeke bernîrê eşqê û siya mêrê kurd ê xweziya xwe bi serdest û dûredestên xwe tîne.”  

Jin di romana kurdî ya nû de hema bêje “TUNE” ye. Weke hêmayeke seksê jî cî nagire. Tenê “sî” ye û qet û qet di çi kevalan hilnehatiye.

 Çawa ku romana me ya nû hêj neşiyaye ji xwe re “war û welatekî” peyda bike, her wisa nekariye di jiyana “mêrên şîzofrenîk” de cihekî bide jinê û bi aqilekî kurdewar şilqan bide xwe û xwe di perr û kendên deryayên vegotineke kûr û mend bixe û tevna xwe li ser hûrik hûrik birêse.

Çend nimûneyên tîplojiyên jin ên di romana me de

Bala xwe bidine romanên Mehmed Uzun, hema bêje di gişan de JIN tenê “siya” mêran e.

Jan Dost, JIN, TUNE ye. Hemû bûyer li dor mêran û dinyaya wan diqewimin; JIN tenê heke pêdiviya mêrî pê çêbû, weke sîtavekê têne pêş.

Helim Yusif, hinekî di Sobarto de giranî û kela jinê tê çav lê ew jî di bin keldûmana aqilekî erebî de ye û bi ser wê binemayê teşe li xwe vedaye.

Firat Cewerî, JIN tenê “sîbera” mêran e.

Her weha Şener Ozmen ligel tevn û vegotina xwe ya xurt, dîsa jinek îdealîze nekiriye û ewî jî zêde di vê behrê de ajne nekiriye.

Û Dilawer Zeraq….

Tenê mirov dikare di berhemên Zeraqî de deng û rengê jina KURD bibîne. Zeraq, hem di “Mirina Bêsî” hem jî “Wêneyên Meçhul” de bi ser binemaya DENGBÊJIYÊ bi ser devê jinê hem ruhê wê bi xwendeyan daye nasîn hem jî merema xwe vegotiye.

Di vegotinên Zeraqî de, JIN ne siya mêran e ne jî hêmayeke seksî yê bo kêfxweşkirina dinyaya nêran e, Zeraq kariye karekterekî xurt bo jinê ava bike û JINa KURD di romanên xwe de bi zar û ziman, bejn û bal û ruh û MEJÎ bixe.

Û di vegotina nivîskarên JIN de cihê JINÊ

Di vê qewareyê de em romanên GULGEŞ DERYASPÎ û ÇÎGDEM BARAN dikarin pêdeçûnekê li wan bikin û çend gotinan bo bibêjin.

Gulgeş Deryaspî, balkêş e ku rola serhengiya romana xwe daye tîpolojiyek bi navê HESEN.

Roman, serhatiyên li gundên Kurdistanê li xwe digire; Jin li vir di dinyaya “mêrên devgenî” de tenê “pepûk”ek e û ji bilî dilpêsotinê nekariye çi rolê li JINÊ bidêre. Bo nimûne, Bejnê pepûk e…

Heçî Çîdem Baran e, wê bi ser Feyrûza Dêwanî axajineke Kurd karekterîze kiriye û li bin siya îdeolojiyeke jinperwer xwestiye, heyfa jina bindest ji “mêrê zordest û nezan” bihilîne. Heman şêwaz di romana xwe ya duyem de jî domandiye û bi vê perspektîfê tevna xwe raçandiye.       

Ma tenê ev?

Na! Ev mijareke gelekî berfireh e û ne tenê di nav KURDAN de belkî li hemû dinyayê heye. Mesele, her kes tevna xwe li gorî rîş û ta û benên hiş û jêrhişa xwe ya civakî û tarîxî dirêse û paşî gul û gulçîkên îdeolojî û bîr û baweriya xwe ya bo jiyanê jî, li ser tevnê diraçîne. Pê dixemlîne û rengan dibetê.

Ev diyalektîka hizirtêkirinê ye. Gelek normal e ku tevnên romanên me jî ji teyîsîn û birûskvedana jiyana me pêk bên û li ser wî binemayî reng û teşeyekî bidine xwe.

Roman, ramanek e; Tu bi kîjan ramanê bihewisî tu yê li ser wê tevna xwe birêsî û ruh û giyanî bidî tîp û karekterên xwe.

Berî dûmahîk bi nivîsê bînim, divêm li bîra we bixim ku di Neynika Dilî de dayika Kewser, Xaltîka Zeyno û Zêna û Sînema Berbiska Zer; tîpolojiyên serkeftî yên romanên Kurdî ne. 

Bu yazı toplam 3497 defa okunmuştur