Omer Dilsoz

Çîroka fotoyekê

22 Nisan 2013 Pazartesi 15:09

Ev foto min nekişandiye lê kê kişandibe, destê wî/wê xweş!

Hevalekî min li ser facebookê belav kir û min jê wergirt. Xwediyê foto nizanim lê bi îhtimaleke mezin ev fotoyê nûçegihaneke/î DÎHAyê ye.

Ez bi dilekî rehet dikarim bêjim ku xweziya xwe pê tînim û dibêjim, “xwezî min ev foto kişandiba!

-Piçekî jî ez hesidîm ha-

A rastîn, min ev foto jiya, lê min kir nekir min nekarî zarokan îkna bikim ku bihêlin ez wê kêlîka leyîza wan bigirim û ‘nemir’ bikim.

Berî vir bi çend rojan. Ez ji malê derketim, min dî li ber derî qîreqîra zarokên taxê diçe ber felekê.

Dengê wan ji rûyê sar ê apartmanan deng vedide.

qefes.jpg

Weke hemû leyîzan, di nava xwe de dabeşî du kom/biran bûbûn.

Yek bûbûn polîs, ya dî jî kevir kom dikir.

Bira keviravêj di nava taxê belav bû û kevir dibarin ser koma dî, wan jî bi kartonên ku weke mertalan dirûv pê xistibûn xwe diparast.

Min gelek hez dikir ez wê fotoyê zeft bikim, lê ez bi ser neketim belam gelekî bi ber vê biserneketina xwe ketim.

Ev foto, ne tenê fotoyê leyîzekê ye, di heman demê de ev foto resmê serdemekê ye. Nîşana travma nifşekî ye. Fotoyê rastiyekê ye.

Ev foto, Bakurê agirekî ye; agirê Başûrekê… Ev foto rojhilatê Tirsekê ye; Tirsa Rojavayekê ye. Ev foto, Kurd e, Kurdistan e û hiş û binehişa neteweyekê ye.

Weke zanyarê Sloven Slavoj Zîzek gotî, “Em herî pir dijminê wan in ên ku em bi çîrokên wan nizanin...

Nexwe em herî pir "dijminiyê" li ser "nezaniya xwe" bo 'yên hember' çêdikin.

A rastîn, çîroka me û çîroka “yên dîtir” li derbendeke weha li hev xelet dibin.

Em, di vî fotoyî de, gelo ew zarokên nav qefesê de ne, a ew zarokê çûv bi dest û li dorê didin lotikan?

A rastîn, ev herdu zarok ji heman malê ne; qenebe cîran in û li vir ji xwe re dilîzin.

Belkî jî bi vê leyîza xwe “guhê me mezinan dikêşin

Dibêjine me, “De herin bi wê de lo, qey ev dinya ye we dil heye ji me re bihêlin?

Ev dinya ye, ku yekî ji me dar bidin destî da ku birayê xwe bixe qefesê!...

Aha Kurdistan tiştekî weha ye; Di xeleka çîrokekê de du rûberên dijraber…

Ka kî dikare vê travmayê bi nav bike?

Ew foto ji destê min çû, min nekarî bikêşim, lê min di romana xwe ya nû de ev mijar hildaye.

Nifşek keviravêj…

Ka kî dikare navekî li vê leyîzê bike?

Ez dibêm, çîroka me ev e; Kurdistan ev e.

Heçî aştî ye?

Ew rehmetiyê/gorbihûştê han yekî bi şertê xwe bû ha!

Ma kîjan deftera aştiyê dikare şop û dewsên vê leyîzê/wî fotoyî ji bîr(dank)a civakê birene/jê bibe!?

Bu yazı toplam 3772 defa okunmuştur