Omer Dilsoz

Birîna Dijleyê ji Licê dizê digihêje Mûsilê

10 Haziran 2014 Salı 10:47

Mûsil, ji kavilên Nênovayê bi cest û goşt bûye û li bejn û bala Dîjleyê werhatiye. Dîjle, Mûsilê di nîveka dilî re duker dike; rojhilatê wê bi ber para Kurdistanê dikeve, rojavayê wê kevneşarê suryan, keldan, cihû şûnmayiyên Babiliyan, paşî jî Erebên dagirker hatine û şûrê xwe lê çikilandiye.

Mûsil, di dîroka Kurdistanê de, yek ji bajarê herî navdar e; weke xwîşka Amedê, dotmîra Cizîra Botan, serkaniya erzanî û bazirganiya kurd û Kurdistanê bûye. Heta vegirtina sînorên Kurdistanê di navbera çar dewletên dagirker de, bi riya kelek û gemiyan navbera Mûsil û Amed û Cizîrê, ango xeta Dîjleyê xeteke giyander a bazirganiyê bû û Mezopotamyaya Jêr û Jor, di vê xetê de digihîşte hevdu.

Di gelek biwêj, meletok û heta stran û dastanên me kurdan de, Mûsil û Heleb, ligel Amed û Cizîra Botan têne hildan, ku yek ji van “Ji Mûsilê diçime hasilê”, “Tu dibêjî qey Mûsil standiye” hwd girînigiya Mûsilê di jiyana kurdî de nîşan dide. Li bîra min e ku hema li gundê me bo bazirganiyê ji Hekarê diçûne Mûsilê…

Herçend me hêj Mûsil nedîtibe jî em bi Mûsilê mezin bûn û Mûsil di hişê me yê civakî de her dem xwedî nasnaveke nêz û nas bûye.

Piştî hilweşîna rejîma Sedam Huseyn, Mûsil di wê aloziya Başûr û Iraqa nû de, li bereyê sunnî ma û ji bo Erebên Sunnî û Erebtiyê bû parêzgeheke girîng û wan giraniya xwe danî ser. Ev zêdetirê 20 salan e, Mûsil ji bo kurdan bajarê herî xeter e û ji ber ku hema bêje, wek tekane ‘keleh’a şûmayiyên Baasê maye, kurdên vê derê tim çavê wan li tenişta wan jiyane û hê jî wisa dijîn.

Ji ber ku Mûsil wek keleha ji nû ve şînkirina Erebîya Iraqî tê dîtin, ji bo pêkhateyên din cihekî devê kendê ye û xeternak e.

Kurdan, tim xwe ji agirê Mûsilê dûr girt, tena bi boneya parastina Kurdên vê derê, hin ‘îmtiyaz’ ji hikûmeta navendî xwestin, lê ew jî piranî dûreçav û sist/pasîf tevgeriyan, nexwestin zû bi zû vê derê têkve din.

Polîtîkaya ji bo Kerkûkê hate meşandin, çu carê ji bo Mûsilê nehate meşandin û hikûmeta Herêma Kurdistanê zû bi zû xwe neda ber barekî weha giran.

Îja niha roja hilkeftinê ye, hikûmeta navendî ya Iraqê li Mûsilê beramberî DAÎŞê şikeste xwar û niha bajêr di bin destê DAÎŞê de ye.

Kurd divê çi bikin?

DAÎŞa ku bajarekî weha stratejîk bistîne û ala xwe li bin guhê Herêma Kurdistanê vede, ji bo herêmê êdî xewa şevan heram e û li ser gurîskên agirî ye jiyan. Ewlehî tune ye û her dem heye ku her tişt biqewime.

Du rê li ber kurdan hene; an dê tenê herêma xwe biparêzin, an jî dê bi biryareke radîkal dest di Mûsilê werdin, bi hev re –PKK, Pêşmerge, YNK, PDK, Goran- Mûsilê bistînin û ligel Kerkûkê Kurdistanê ragihînin. Xwe bê minet bikin. Ji aliyekî ve ev fersendeke dîrokî ye.

Bi ya min, ji bo Tirkiye dest tê wernede, stratejiya ku niha li BAKUR, li Licê vêket û belav bû, gelekî aqlane ye û bereyê kurd, bi stratejiyeke neteweyî dengê Dîjleya pîroz, ji Amedê û Mûsilê bigihîne hevdu…

Ez çi xweşbîn im ne wisa?

Bawer bikin, ya ji qesta nehatiye gotin; -“Ew fikra dema wê hat, çi artêşa herî giran a dinyayê jî nikare xwe li ber bigire” û va ye roja me kurdan hiltê û roj bi roj em ber bi Kurdistaneke serbixwe ve diçin…

Bu yazı toplam 4448 defa okunmuştur
Xezî wilo buna.!
 // Merwan Batman
Mamoste destê te xwes.! Raste firsendeke diroki ketiye destê kurda kurda u heza kurda ya leskeriji Heye le mixabin wê hizê bi karnaynin.! Sebunetê vejî heza PKK u Pdk Ku kurdîstanê de ê bê herî hez u xwey bandorin.lê mixabin serok berzani derdê wî Petrol u mal batîye. U serok öcalan jî ketiye derdê Demokrat kirina tirkîye. U gelê kurd jî Tê jê bîrkirin....
10 Haziran 2014 Salı 23:28
Kurdistan
 // Miradxan Şemzînî
Dest xweş seyda. Te gotina xwe ya li Geverê gotî, careke dî dubare kir û dilê min jî xweş û geş kir. Dibêjin: "Kirinek ciyê sed gotinan digire." Lê vê gavê ew gotina zêrîn ya "Kurdistaneke serbixwe" li ber dilê min sed kirinan tîne....
10 Haziran 2014 Salı 11:20