Omer Dilsoz

Bi çavê dewletê ‘em’ û bi yê me ‘em’

13 Mayıs 2012 Pazar 18:05

Dewleta Tirkiyeyê van rojan nivîsandina reşnivîs /destûreke nû dide ber behs û gotûbêjan.

Konjoktura nû dê li ser vê binemayê teşe bigire. Konsepsa antî-kurd a zêdetirî 80 sal e Dewleta Tirk li ser ava bûye, dê bi vê reşnivîsa nû çend bête derizandin nayê zanîn, lê xuya ye, hikûmeta desthilat dil heye, modêla serokatiyê bo Tirkiyeyê bîne. 

Para me Kurdan hema ji vê modêlê –bo vê gavê- “xweserî” jî derkeve, perwerdeya bi kurdî di makeqanûnê de mîsoger bibe em dikarin li dilê xwe guh bidêrin ku “pêşveçûneke baş e” û vê qonaxê bi dilgermî pêşwazî lê bikin (!)

Nexwe hûn ji min bipirsin, ez ji Kurdistaneke Serbixwe kêmtir çi model û pêşhatan bo Kurdan têr/bes nabînim, Kurd jî weke hemû xelk û miletan xwedanê heqê diyarkirina mafê çarenûsî ne.

Dewleta ku li ser hemû “yekeyênrengTirkîzm ava bûye, bo hemû reng û dengên derveyî çarçoveya felsefeya avabûna komara laîk û Kemalîzmê, bi rik e, dir(inde y) e, hêc e, bi çavê kêm û biçûk dinêre û dibîne û ji ber vê jî hemû kiryar û pêkanînên nerewa, nemirovîn, deqşikên, bêrêzî û bêhurmetî, biçûkxistî û serşorî ji bo kêmar û grûbên eknîkî û dînî yên ji bilî vê çarçoveyê weke “şîrê diya xwe” “helal” û “musteheq” dibîne û pêk jî tîne.     

Ji bo ku em vê angaşta/îdiaya xwe piştrast bikin jî a rast qet hewceyî bi ti delîlekê jî nîn e, hema her kesê li pêşhatin û qewmînên derdora xwe binêre; Helwesta yasa û dadweriya aqlê dewletê ya hemberî Kurdan bîne ber çavê xwe bes e û sed carî zêde ye jî.

Bo nimûne: Bo alandina cemedaniyekê/poşî 11 sal ceza tê dayîn. Kesên ku sûcê mirovahiyê kirine û pêş çavên dinya alemê 34 gundiyên Kurd ên sivîl dikujin hê jî li ser karê xwe ne û hê jî “pîlot in” û yên ferman dane wan jî, hê jî li ser kursiyên xwe pal vedane û gunikên xwe difirkînin.       

Vêca edalet û nêzîktêdayîna dewletê ya bo me ev e.

Ev tenê nimûneyeke biçûk e.

Hez kin niha jî li vê nûçeyê binêrin. Nûçe 13ê gulana 2012ê bi ser navê “Li gorî dozger her tişt sûc e”di rojnameya Azadiya Welat de hatiye weşandin.

Nûçe, li ser îdianameya der barê 44 rojnamegeran de ye ku 34 ji wan vê gavê zindanî ne û bi îdiaya “Endamtî û propagandaya rêxistinê” têne darizandin.

Di vê îdianameyê de dozgerê dewletê “niyeta rast û aşkera ya dewletê” daye rû û “Nûbihar, Yuksekovahaber, Özgür Gündem, Azadiya Welat, DÎHA, ANF, Med Tv, Roj Tv, Nûçe Tv, Stêrk Tv, Xebat, Rizgarî, Roja Welat, Kawa, Ala Rizgarî, Serxwebûn, Kovara Tîrêj, Nûdem, Armanc, Kurdistan Press, Berbang, Halk Gerçeği, Dema Nû, Deng, Rewşen, Jiyana Rewşen, W, Tîroj, Zend, War û gelek malper û ajansên dîtir” weke organên weşanê, deng û bizavên rêxistinê (mebesta wan ji rêxistinê PKK ye, PKK li vir rasterast KURD e) hatine nîşandayîn.

Aha dewlet wisa li “me” dinêre; ji bo wê hemû Kurd heman tişt in.

Yanî, ev îdianame dikare bibe guhar û bikeve guhê xwedanên van deng û rengan; Dixwazim bibêjim ku “heke me jî bikariba bi çavê ku dewlet li me dinêre li taxê xwe yê navxweyî binihêrta” dê gelek tişt ji bo me hêsantir bûna.

Di nav vê lîsteya jorî de, kovar, rojname, malperên ji hemû fraksiyonên bakurê Kurdistanê hene.

Dozger/sewciyê dewletê hemû DEQ kirine, hemû “terorîze” kirine û belko jî ji ber vê îdianame û bêbextiyê, rojeke nêz van sazî û dezgehên çapemeniyê yên navê wan hatî, ber xezeba dewletê bikevin.

Ango, nêrîna dewletê ya hemberî Kurdan hê jî temendî serê derziyê neguheriye.

Hê jî, kurdê herî baş kurdê “mirî” ye, bi zarekî fermî “mirî” neyê gotin jî, li şûna wê “kedî/kehîbûyî” tê gotin ku ew jî cureyekî dî yê mirinê ye.  

Bi çavên dewletê ‘em’ giş eynî ne; Kurdê dîndar, kurdê anarşîst, kurdê çepgir û sosyalîst, kurdê komînist, kurdê liberal, kurdê democrat, kurdê reş an spî û heta kurdê ‘cehş’ hemû EYNÎ ne.

Kurd, kurd e û hebûna wî ji bo dewletê talûke ye.

Nêrîna rastîn a dewletê ev e.

Ma hê jî em ê birbiranê bikin û bi tohmet û çavê “ne ji me ye, an jî ji me ye” li hevdu binêrin? 

Bi kurt û kurmancî, hindî em bir bir bin, em ê lawaz û pariyê devê ‘wan’ bin. Ji ber hindê bo me ne nêzikhevbûneke “taktîkî”, lê lêknêzîkbûneke “stratejîk” divê.

 Ma we go çi?

Bu yazı toplam 2745 defa okunmuştur