Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

‘Aştî’ daûrandina êşê, ‘biratî’ derewa sedsalê

‘Aştî’ daûrandina êşê, ‘biratî’ derewa sedsalê

Li ser devê kêrê yê dudevî û bi kirasekî bizot dikişe tîrka demê: Tik tik tik xwîn diçerixe li ber çerxên diranên pêvajoyê.

Kolaneke tarî û nediyar a xwerû sehm û saw heta devî li ber me vebûye.

Her kes dixwaze çavên xwe li rastiyê bimiçîne û hişê xwe ber bi xewneke xweş û pembevî ve berde.

Her kes dixwaze jehra xwe berde nava xwe û ji ‘derewa biratiyê’ a stûbirr bawer bike û xewna ‘aştî û azadiyê’ bibîne.   

Lê veçerxa em gihîştinê, asoyeke wisa li ber me venake; Dîsa qesasên serê me û vampîrên xwîna me, qîlên xwe qîç û tûj kirin û ji çep û rast, dûr û nêz, ber û pişt û nava me ve dimijin xwîna me.

Xezeba mirinê dîsa bi her çar aliyan de bi ser serê me de dibare.

Dîsa mirin, kuştin û neman û nehiştina Kurdan bi hemû bêwijdaniya xwe berdewam dike.

Vê carê

Navê kuştina SOR entegre ye.

Entegre, ango hevsarkirina kurdan a bi ben û singê sîstem û pergalê ve.

Entegre, ango traşkirin û qusandina hemû ta û çiqên kurdînî pê ve têt.

Entegre, ango çalkirina li Agirî, dubarekirina Dersîm û Geliyê Zîlan, bidarvekirina li Çarçira û Deriyê Çiyê û bi kurtayî tefandina agirê azadîxwaz ê Kurdistanîparêz.

Û razîbûna bi berdêlek pir biçûk û xulamtiya hetahetayê…

Lê ava aşê rastiyê wisa nagere.

Li her çar aliyan Kurd bi xwe hesiyane û hişyar in.

Aştî, daûrandina kulan e, belkî ji ber wê ye ku aştî ji şer zehmetir e, lê ev aştiya entegreyî ne ew e, ev, dabînkirina nîrê bindestiyê û qebûlkirina serşoriyê ye.

Biratî, destexana wekhevî û dad û dadmendiyê ye, kaniya aramî û huzûra jiyana mirovan e, lê belê biratiyê entegreyî ne welê ye, berevajiyê, destbênkirina hesta neteweyî ye û serçemandina kurdan a hetahetayê ye.

We reng e vê carê bazara mal û sûkê ya dewletê li hev nayê.

Kurd êdî naxapin.

Çi ko

Ew bêyomiya ku ev zêdetirê sedsalekê ye li ser vî gelî digeriya, ku digotin; “Kurd qewmê kewê ye û dijminê serê xwe ye” êdî berevajî bûye. 

Nifira herî giran a kalikên me ev bû, "Xwedê xwebixwetîtiyê biêxe navê!" qey êdî kurd tetîkkêşiya hev nakin, ev mizgîniya 'netewebûnê' ye.

Çi ko

We reng e, êdî nikarine ji nav Kurdan bi xwe çi ruhfiroşên tetîkkêş peyda bikin.

Êdî destê Kurdan naçe xwîna birayê xwe, Kurd êdî hev nakujin, çi ko Kurd êdî xwedan mejî ne û bi çavê xwe dinêrin û bi hişê xwe difikirin.

Van rojên teng û dijwar ku SERÊKANIYA paytextê Mîtannî, bi şêrane di ber xwe dide û her dilopa cangoriya xwe ava kaniya azadiya her çar parçeyên Kurdistanê di dilê xwe de diparzûne, Mizgîniya bihara Kurdî dide me.

Kurd êdî naşikên.

Îro (22.01.2013) salvegera Komara Mehabadê ye, ew ala li wir liba bûyî îro li Serêkanî, Amed û Hewlêrê jî li ba dibe/ nebe jî dê sibê liba bibe…

Kurd êdî têk naçin.

Bihar nêzik e. Hev bernedin! Baweriya xwe neşikênin. 

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
1 Yorum
Omer Dilsoz Arşivi