Sedemên pişaftin û otopişaftinê

Sedemên pişaftin û otopişaftinê

Madem we jinê kuşt wî demê we welatê xwe wek xelq û alemê biparasta, zimanê xwe biparasta, zarokên xwe biparasta, dîroka xwe we neda talankirin. Helbet em dipirsin. Ka çanda me, dîroka me, axa me?

21ê Sibatê roja zimanê zikmakiyên cîhanê, zimanên heyî, têkçûyî û ên ku li ber têkçûyînêne tîne bîra me. ziman çawa dijî, çawa li ber xwe dide û çawa têkdiçe? Emê li ser sedemên van bisekinin. Serdestî û bindestî, bêwelatî û bêîradîbûnî… Sedemên sereke bin jî sedemên binbeş jî hene ku para neparastkaran dikeve.

Zimanê kurdî jî yek ji wan zimanan e ku dîrok û destpêka wê nayê zanîn, gelek berhemên kevin bî vî zimanê hatiye nivîsîn, gelek metnên edebî û hînkeriyê di nav dîroka vê zimanê de heye, çanda edebiyata devkî ya vê zimanê jî têra xwe bi hêz e, bi aliyê mêlyanan ve tê axaftin… Mixabin zimanek wiha qedîm û bi hêz li ber têkçûyînê ye, em jî vê nivîsê bi vî zimanê dinvîsin. Belê zimanê kurdî êdî bi aliyê nivîskaran ve tê nivîsandin, ji aliyê kal û pîran ve tê axaftin. Û kal û pîrên me ji bo ku bikarin têkîlî bi nivşên li pêy xwe re daynin mecbûr dimînin ku zimanên biyanî hîn bin. Hînbûna zimanê biyanî helbet baş e. Lê ger mijar pişaftin be wê demê pirsgirek e.

Em dikarin pişaftina zimanê kurdî veqetînine du serenav û binbeşên wê.

1. sedemên derveyî

2. sedemên navxweyî.Sedemên derveyî de polîtakên sîstemîk, dibistanên razane, perwerde, qedexe, bazirganî û di encamê de jî teknolojî. Belê teknolojî bi serê xwe nabe mijara pişaftinê lê piştgirek baş bû ji bo polîtîkayên pişftinê. Bi ya min em gelek li ser van polîtakayên qirêj û kujer sekinîn e û em têgihiştine ku li me û li zimanê me çi hatiye kirin. Ya girîng ew e em hay jê hebin ku em çawa bûne sedem û  zimanê me li hember hebûna me çawa têk çû?

Belê rast e dayîk ger bi zarokên xwe re biaxivîn, jin ger dev ji zimanê bernedana, ziman zimanê dayîkê ye û hwd… Lê mêr? Hejmara wan kêmbe jî dayîk niha jî diaxivin, jin niha jî diaxivin lê dîsa  nikarin li hember polîtîkayên pişaftinê bisekinin.

Bi ya min jin û dayîk ku wek sedemên navxweyî tên nîşandan ev jî polîtîyake navxweyî û têra xwe qîrêj e. Sedema navxweyî ya herî sereke bavsalariya ku jinê hepis kir, hiş û aqil, maf û jiyana jinê ji destê jinê stand û jinê nezan hişt e. Jin ji nav jiyanê hate vekişandin, jin hînê jiyanê nebû, hînê bazirganiyê nebû, hînê zimanê bîyanî nebû, pişaftin çî ye nezanî, têkçûyîn çî ye nezanî, di nav şerên gelek qirêj ên him dervayî û him navxweyî de zarokên ewladên wî hatin kuştin, mafê axaftina wî tine bû destê wê li preyê, devê wê li xwarinek xweş neket… werhasil ew civakên ku welatê xwe bixin qebristan ji jinan ra nikarin ji miriya hesap bipirsin.

Vaciyên wê niha em jin hesabê dipirsin. Madem we jinê kuşt wî demê we welatê xwe wek xelq û alemê biparasta, zimanê xwe biparasta, zarokên xwe biparasta, dîroka xwe we neda talankirin. Helbet em dipirsin. Ka çanda me, dîroka me, hêjayiyên welatê me, axa me? ka baweriyên me, ceribandinên me, ka zanîna me….?

Belê sedema pişaftina ziman mêr in. Ên neparast jî mêr e û ên ku pişaft jî. Niha ê ku li pê ye, diparêze jî jin e. Ji ber vî jin wek qurbaniyek di beriya pişaftinê da hatiye bijartin û hemû kêmasî û lê hatiye kirin, tev sucdar jî wek ku ew be hatî nîşandan… Belê pêwist e em ji vir dest pê bikin sererast bikin. ger ne em vê rast nekin wî demê em dê bazarî û bazarvanîya mê rê de rola pişaftina zimanê bazirganiya ya mêrê em dê qet nekarin bipeyvin.  

Herwiha sedemên dervayê çiqas qirêj be yên navxweyî jî ewqas qirêj in. Her tişt di herdukan da jî bi perwerdeyê û bi qedexeyê dest pê dike û bi wan diqede.

(Gulgeş Deryaspî - Gazete Duvar)

Etiketler : ,
HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.