Ji HDPê pîrozbahiya 15ê Gulanê: Xwedîderketina kurdî bingeha têkoşîna me ya polîtîk e

Ji HDPê pîrozbahiya 15ê Gulanê: Xwedîderketina kurdî bingeha têkoşîna me ya polîtîk e

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), ji bo Cejna Zimanê Kurdî, kurmancî û kimanckî daxuyaniyek belav kir. HDP daxuyaniya xwe de dibêje, “Kovara Hawarê di heman demê de dibistaneke zimanê kurdî bû.

Hevberdevkên Komîsyona Şopandina Nexşerêya Kurdî ya Partiya Demokratik a Gelan (HDP) Dersim Dag û Salîm Kaplan, ji bo 15ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî daxuyaniyek bi nivîskî parve kirin. Di daxuyaniyê de li ser dîrôka Cejna Zimanê Kurdî sekinîn û ji hikumeta AK Partiyê xwestên ku zimanê kurdî bê parastin û bibe zimanê fermî.

HDP him kurmancî him jî kirmanckî daxuyanî belav kir û di daxuyaniyê de wiha hatiye gotin: “Di 15ê Gulana 1932an de, bi pêşengiya Celadet Alî Bedirxan, li Şama paytexta Sûriyê, di warê ziman û çanda kurdî de tovê şoreşeke mezin hate avêtin. Ev tovê ku ji hêla Celadet û hevalên wî ve hatiye reşandin, ji bo geşedana zimanê Kurdî xwedî girîngiyeke dîrokî ye. Kovara Hawarê di dîroka kurdan de kovara yekem e ku bi tîpên latînî hatiye derxistin.”

'KOVARA HAWARÊ DIBISTANEKE ZIMANÊ KURDÎ BÛ'

Di daxuyaniya xwe de HDP behsa girîngiya Kovara Hawarê jî dike û wiha daye qeyd kirin: “Kovara Hawarê ne tenê kovarek bû. Di heman demê de ew dibistaneke zimanê kurdî bû û ji bo rewşenbîrên kurd jî weke qadeke têkoşînê bû. Gellek rewşenbîrên kurd bi awayekî rêxistînî li ser pêşeroja ziman, çand, wêje û nasnameya kurdî nîqaşên kûr û dirêj di kovarê de anîn ziman. Kovar û xebata Celadet û hevalên wî ji wê rojê heta îro ji bo xebatên ziman bûye îlhameke mezin û jêderkeke bêbinî. Ji ber girîngiya xwe ya dîrokî, ji sala 2006an vir ve her 15ê Gulanê wekî Roja Zimanê Kurdî tê pîrozkirin. Zimanê Kurdî zimanê Baba Tahirê Ûryan û Elî Herîrî, Xanî û Feqî, Şêrko Bêkes, Hêmin Mehabadî ye, awaza dengbêj û çîrokbêjan e. Lewre jî xwedîderketina vî zimanê hêja erka me ya sereke û bingeha têkoşîna me ya polîtîk e. Heta ku zimanê me ne azad be ne kesayetiya me, ne ramana me ne jî hebûna me azad nabe. Zimanê kurdî mîna darekî mezin e ku rehên wê di kûrahiya dîroka mirovahiyê de ye. Lê mixabin bi salan e desthilatdarên yekperest dixwazin vê dara li nava çanda mirovahiyê de şîn bûyî hilweşînin. Ji ber vê yekê, em zindîbûn û pêşketina zimanê kurdî wekî xeteke sereke û erkeke bingehîn ya polîtîk û stratejîk dibînin.”

'BILA KURÎ BÊ PARASTIN'

HDP bal kişand asîmîlasyonên ser zimanê kurdî û daxuyaniya xwe wiha dawî kir: “Di dîroka kurdan de piranî ev sed sal in zext û asîmîlasyona li ser zimanê kurdî, kêm nebûye. Ji ber ku serdest baş dizanin rêya têkbirina civakekê tunekirina zimanê wan e. Em daxwaz dikin ku li dijî van polîtîkayên asîmîlasyonê, zimanê kurdî bi misogeriya destûrî bê parastin, qebûlkirin, naskirin û kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û hemû astengiyên li ser xebatên ziman bên rakirin. Di 89emîn salvegera Kovara Hawarê de, em Celadet Alî Bedirxan û hemû hevalên wî bi rêzdarî bi bîr tînin û li ber xebatên wan ên pîroz û dîrokî bi rêzdarî bejna xwe ditewînin. Em cejna zimanê kurdî di serî de li gelê kurd, li Celadet Alî Bedirxan û hevalên wî û li hemû xemxur, xebatkar û dildarên kurdî pîroz dikin.”

Etiketler : , ,
HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
1 Yorum