Ermenistan ango welatê jinan

Ermenistan ango welatê jinan

Li tevahiya cîhanê, her roj bi dehan jin an ji aliyê mêran ve tên qetilkirin, an jî mirinê wek çareseriya dawî dinirxînin û xwe radestî axê dikin.

Xangul Ozbey

Li tevahiya cîhanê, her roj bi dehan jin an ji aliyê mêran ve tên qetilkirin, an jî mirinê wek çareseriya dawî dinirxînin û xwe radestî axê dikin. Bi taybetî jî di salên dawî de terorîstên DAÎŞ'ê jinan direvînin, destdirêjî dikin, difroşin û dikujin. Di vê rewşa xirab a cîhanê de welatek ji bo jinan wisa azad heye ku heta nebînî, bawer nakî. Behsa welatê pîr û kalên min ên hatine qetilkirin, behsa Ermenistanê dikim. Bi salan e meraqa min, dîtina vî welatî bû. Di meha tebaxê de em ji bo serdanê çûn û li piraniya welat geriyan. Erê me gelek tişt dîtin, lê tiştê ku herî zêde bala me kişand, azadiya jinan bû. Me ji hev re digot ev xewnek e û niha emê şiyar bin. Ji ber ku em jinên di hemû qadên jiyanê de rastî destdirêjiya mêran tên, li vî welatê biçûk û xizan, her nîvê şevê bi tena serê xwe derketin derve, li her derê geriyan, ne ajokarek ku di ba me re derbas bû li kornayê xist, ne jî mêrek bi awir an jî gotinên xwe em acis kirin. Wek xewnek e, lê ev rastî ye, rastiya li vî welatî ye. Piştî çavdêriyên bi qasî 15 rojan ên li tevahiya Ermenîstanê, dikarim bêjim ku mirov dikare ji vî welatî re bêje welatê jinan. Ji ber ku li Ermenistanê hejmara jinan du qatê hejmara mêran e.

Mêr kêm bûne

Di sala 1988’an de li bajarê Gumriyê erdhejek çêbû û 30 hezar kes mirin. Di sala 1991’an de Ermenîstan ji Yekîtiya Sowyetan veqetiya û serxwebûna xwe aşkera kir. Ji ber van her du sedeman, pirsgirêkên aborî li vî welatî rû dan. Mêr çûn derveyê welêt û dest bi kar kirin. Piraniya van mêrên ku çûn Rûsya, Kanada, Amerîka, Fransa û gelek welatên din, li van deran zewicîn û êdî venegeriyan welatê xwe.  Şerê Karabaxê yê ji sala 1988’yan û vir ve di navbera Ermenîstan û Azerbaycanê de berdewam dike jî, hejmara mêran li vî welatî kêm kir. Di jimartinên sala 2012’an ên li Ermenîstanê hejmara giştî ya welêt 2 milyon û 969 hezar e û hejmara jinan ji ya mêran zêdetir e.  Zêdebûna jinan, di hemû qadên jiyanê de bala mirov dikşîne. Hemû xebatkarên paqijiya kuçe û kolanan, jin in. Ev yek qet li zora wan jî naçe. Ji ber ku vê yekê ji xwe re wek kêmasiyek nabînin. Li bazaran jin firoşkariyê dikin. Hemû jî cilên gelek xweşik li xwe dikin û ji xwe pir hez dikin. Çend jinên ku min sedema vê serbestiya wan pirsî, gotin ku ev bandora sosyalîzmê ye. Di vê navberê de hejmara jinên neçûne dibistanê, ji sedî yek e. Di aliyê civakî de jî, li gorî welatên misilman, bihuşt e Ermenistan. Ji ber ku jin bi darê zorê nayên zewicandin, di malê de nayên hepskirin û temenê zewacê bi giştî 20 e. Kuştinên di bin navê namûsê de jî li vî welatî hema bêje qet tunene. Dizî, ruşwet, firotina jinan, revandin, xapandin û bindestkirin, di asteke herî kêm de ne. Ji hejmara kêm a polîsan a li vî welatî jî dikarî vê encamê derbixî.  Li sedî 90’ê kargehan jin dixebitin û nêzikatiya li hemberî wan jî, hesasiyeta di vê mijarê de nîşan dide.  

Li Ewropayê jî wiha nine

Di rêveberiyan, biryardayînê û înisiyatîfan de rengê jinan li pêş e. Mirov dikare vê yekê di çêkirina peykerên jinan ên li çar aliyê welat de jî bibîne. Afirîneriya jinê bi awayekî gelek xweş hatiye neqişandin û bala herkesî dikşîne. Ev rewşa balkêş a Ermenistanê, hevalên me yên li Ewropayê demeke mane jî matmayî kirin. Ji ber ku li welatên Ewropayê qaşo jin azad in, lê em dibînin ku jin heta xwe wekî meta, mal nîşan bidin dikarin azad bibin. Ferqa Ermenistanê jî di vir de ye. Jin dixwazin bi keda xwe li ser piyan bimînin û debara xwe bikin. Xwezî  bi wan ku di nav xizaniyê de jî kêfxweşiya azadiyê dijîn. Rewşa azadiya jinan a li Ermenistanê, nîşan dide ku welatek lê jin zêde bin, bi ewle ye, dizî, kuştin, ruşwet û qirêjiyên bi her awayî, di asta herî kêm de ne. Bi hêviya ku kêmasiyên mayî yên jinên Ermenîstanê çareser bibin û azadiya jinên li wir, ji bo hemû welatên cîhanê bibe mînakek…

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
1 Yorum