HAKKARİ BELEDİYE BAŞKANI: DR. FADIL BEDİRHANOĞLU
Di Îslamê de dû rojên herî pîroz hene û yek ji wan rojan, roja cejna Qurbanê ye. ji cejna qurbanê ya çûyî heta îro gelê me şahidîya gelek êş û janên giran kir. Erdheja Wanê, domkirina şerê qirêj û operasyonên qirkirina sîyasî, xemgîniyên pir kûr bi me û gelême dan jiyan kirin. Em hêvî dikin kû gelê me êdî bi êş û jan û karesatên weke erdhejê re rû bi rû ne mîne ûtû mirov bi tû sedeman êdi neyên qurban kirin Bi van hest û hêvîyan, em cejna Qurbanê di pêşîyê de li gelê Colemêrgê û hemî alema Islamê pîroz dikim. Hîvîdarim ji Yezdanê Dilovan, ev cejnên pîroz ji bo gelê me û hemî mirovahîyê bibin wesîle ji bo jîyanek bi rûmet, di nava aşîtî û aramîyê de. Em dîsa ji Yezdan’ê Dilovan dixwazın ko ew kesên ji bo heccê ji mala xwe dûr mayin jî, bi heccek mebrûr, bi selamet vegerin mala xwe. Digel silavên herî germ…