Omer Dilsoz

Zindeyê bihar têt

27 Şubat 2012 Pazartesi 14:10

(Bi)zindeyê, yanî bi maneya binêre/berê xwe bideyê tê bikaranîn, ev peyv li devera Hekarya bi taybetî li navenda Culemêrgê û Geverê gelekî karîger e. Awayekî dî yê xwendina vê sernavê, “Binêre bihar tê” ye.

Pela (cemre) dîndarî jî ket, bihar li ber derî ye…

Di lîteratûra Kurdî de, hatina biharê weha ye: Bihar tê; nîşana biharê ew e ku sê pel bikevin, a ewil pela kizwanê ye, dikeve bayê, serma dişikê, ya duyê pela gûzê ye dikeve avê qeşa û cemeda wê dihele, av bi tîn dibe, pela dawîn jî pela dîndarî ye, ew dikeve axê  û ax germ dibe. Paşî zivistana reş li pêstirka Pîre Fatê (Di lîteratûra Kurmanciyê de hê jî nav Êzdiyan rikneke bîreweriyê ye, navê Xwedawenda demsalan e) siwar dibe û cihê xwe ji bûka salê Bihara rengîn re dihêle. 

Eve bihara xweristê ye, weke tê zanîn, îsal zivistana Kurdistanê gelekî dijwar derbas bû/dibe.

Vêca bihar, ji bo welatekî ku zivistana wê ewende dijwar e, bi her halê xwe “mizgînî” ye. Heke em zinde ne xelkê Kurdistanê, em ê bibînin ku îsal ji ber gelek sedeman gelekî pirtir û bi heyecantir çaverêyî vejîna bihara nû ne.

A yekê, xweş li bîra me ye, ku bajarê Wanê payizê bi erdhejeke mezin hilweşiya û xelkê wê terdûbelav bû, perîşanî û şerpezetî, bêkesî û bêhawariyê hişt ku xelkê kurd bi vê erdhejê bi Wanê re demoralîze bû û ji cerg û mergê xwe ve hilweşiya, serobin bû.

Vê zivistana reş a îsal birîna duyê ya mezin li sînorên Kurdistana Federal û bakurê Kurdistanê li nav Goyiyan, li gundê Robozkê li hinavên gelê kurd û Kurdistanê xist û heta kezebê tê perî…

34 canemergên kurd ên xal û xerez, bê sûc û bêguneh, di rêwîngiyeke doza şîva şevê ya erz û eyalan de, bûne hedefa firokeyên dewleta Alî Osmên û li ser pişta hêstiran cendekên hilhilî bi ser malê bavan de vegerandin.

Berfa spî ya pesarên Kurdistanê di nav sînoran de bi xwînê sor bû û vê xwînê di dilê hemû Kurdan de êşeke gelekî giran hilxepart û kul li ser kulan siwar kirin.

Zivistana îsal li Kurdistanê ji aliyê ve berf û seqem barî, ji aliyê dîtir ve mirin; Bombe û kuştin, destegîrî û zindanîkirin barî.

Zivistaneke reş û bêyom eve ligel pela dîndarî li Kurdistanê xwe nîşan da û êş li ser êşan zêde kirin.

Ji ber hindê, îsal bihar ji her carê/her salê girîngtir e, bo vî xelkê mezlûm, bindest, xwelîser, bêxudan û bê pişt…     

Niha bihar li ber derî ye û bi şermoke li me dikene: Çavên biharê yên kesk û şîn, bejna wê ya belek û sor û zer, xemla wê ya weke robar û sûlavên gelî û pesarên Kuristanê bi hezar şeng û şox, niha weke bûkeke xemilî li ber derazinka vî welatê birîndar e.

Zindeyê, bihar çi xweş tê û serî li me dihilîne.

Zindeyê, bihar çi xeml û şeng tê û çavî li me diniqîne.

Zindeyê, bihar çi têr mizgînî tê û dilî me dicoşîne/digeşîne…

Eve bihara KURDAN e û dengê simên hespên siwariyên Keykuwasê Medî ji nav perrê dîrokê çi xweş tê û çi xweş van deşt û baniyan dihejîne.

Ma hûn gurmînî û hirmîniya gurzê pahlewan û siwarê Loristanê, Ristemê Zal nebihîzin bê çawa tozê ji meydana radike û deşt û çiyayên Kurdistanê divejîne…

Eve bihara kurdan a azadiyê ye.

Kî çi bêje bila bêje, KURD êdî naşikên! Bêhna Newrozê tête min, ca zindenê, çi pîroz e ne wisa!...

Bu yazı toplam 3144 defa okunmuştur