Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Xal û xarzayên wêjeya me

Xal û xarzayên wêjeya me

Nizam çawa bêjim, te dî wêje bi xwe terazûya xwe ye, hewceyî bi “pal û pişt, xal û xarzayan” nîn e.
Hema çi be, ew e ya li ber çavan. Wekî dî, tu rabî heft guliyan bibeyê, heftê neqş û xemlan lê bikî, her ya dê li nav kefa destê te bimîne, hêza peyva te ye.

A girîng tenê peyv bi xwe ye.

Ahe pirsa me jî ji vê derê dest pê dibe; Peyva çawa?

Te dî, peyv heye, berî dema xwe tê gotin û nayê fêmkirin; peyv jî heye tenê cihê herfên ya pêşiya xwe diguherîne û zû deng vedide lê weke agirê pûşî wisa jî zû vedimire û diçe. Peyv heye, heta sedekê, belkî hezar salan nayê dîtin, winda ye, kûr e, lê sî ye û dimîne hêviya hilavêtina roja xwe…
Peyv jî heye, “hema tune ye”, te dî di qerebalix û geremolê de çem û çem çû.

Û peyv jî bi simbêl e, desthine ye, çavkilkirî ye, destê “xalan” li ser e, çavê “dotan” li ber e û siya wê ji bejna wê gelekî dirêjtir e.

Îja, di vê qal û gelşa çi ka wêjeyeke me bişkivû ye an na de, te dî hin patikstûr, hin xal û xarzayên çilkezî û silbêlqeytan ji zû de ye serê kaniyê dagirtiye jî.

Hebe nebe, dora kaniya ya wan e û serê govendê tim li pêş in. Pifkirî ne û siya wan heft qat ji bejna wan raboriye.

Li kaniya “çanda popûler” a vê taxa veder, hemî verêj bo wan e û tenê siya wan heye. Weke pêşiyên me gotî, “Sax nahêlin nesax binalin jî” îja xal û xarzatiya ku bûye nexweşiyeke vegir a taxa me, “stêrkên pifdank û pifbûyî li asîmanê peyva me dike sî-ber…

Ji bo stêr bikaribe tîşka xwe bide, divê li asîman tenê bi peyva xwe/ronahiya xwe hebe.
Stêrkên ku ronahiyê ji “xalên xwe” werdigirin, ew stêrkên dûvelank in û nikarin li asîmanî geş bimînin.

Peyv jî weha ye. Nivîs jî. Partî, eşîr, rêxistin, cemaet û îdeolojiya “nivîsê” tune ye, çênabe jî, çimkî jêderka nivîsê mejiyê însên û hedefa wê jî dîsa zîhn û dilê mirov e.

Bêguman nivîskar jî mirov in û di nav civakekê de dijîn, pir normal e ku xwedî hizr û bîrek bin, lê temas û hingivîna peyva wan, tiştekî dîtir e. Ew tenê temendî giraniya peyva xwe dikarin hebin, jê pê de tenê dibine paleyên hin derdoran…

Bila êdî di edebiyata me de jî, ne stêrkên pifdayî lê tekst û gotin bête pêş…

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
3 Yorum
Omer Dilsoz Arşivi