Omer Dilsoz

Tava piştî baranê

30 Nisan 2012 Pazartesi 15:39

Mirov gelek caran dixwaze weke tava piştî baranê be, giriyayî. Ji giriyê têrbûyî. Velemiyayî. Ji barê xwe filitî. Ji kula xwe xilasbûyî. Weke hespekî ji hefsarê xwe biqete/verise û xwe di deşt û mêrgên bêbinî bide. Mirov dixwaze weke tava piştî baranê, geş, zelal û vewesiyayî be. Mirov dixwaze weke tava piştî baranê, bêdeng, tînde, bêhnhatî, dilron, kêfxweş û birûsk birûsk be… got û mijê ser çavên xwe çirand û destê xwe da qefesa sînga xwe, çirrand û dilê xwe jê anî derê.

Veciniqî. Na, nericifî, çi ko êdî çi tişt seh nedikir. Tav di spîka çavên wî de vemirîbû û dilê wî hê jî di nav kefa destî de diperpitî…         

Ev çi bû vêca niha; xewn, xewnereşk, kabûs, reşe?

Ka me dê behsa tavê kiriba? Ka me dê ronahî vegota û li ser tîrêjan pişta du gotinan bişikanda?

Ka mijara me tava piştî baranê bû?

Niha tu behsa “çirandina qesefa singê” dikî, “tu dilî ji qefesê hiltînî, ev çi îş e heyran min ti tişt jê fam nekir?!”    

Berî kêlîka “xwekuştinê” mirov qey weke tava piştî baranê ye, ji her tiştî pakbûyî, ji her qirêjê malişî, ji her keserê valabûyî; Çav hulbûyî, ne pêş ne jî paş, çi xem û tesel jê re nemayî…

Na na, tiştên wisa neyne hizra xwe; -Jiyan xweş e, pala xwe bide vî dîwarî û… (biryarê tu bide!)

Paşî, kenekî dada ser lêvên weke betonê sar û sekitî, reş û şînbûyî veda û dengekî çîzoke ji nav lêvan pekiya, “Min dixwest biceribînim ka dilê min di destê min de çend giram e ku ev pariyê goştî hin min diêşîne. Paşî jî dilê xwe deynime nav serê xwe û mejiyê xwe bînime qefesa singî û li cihê dilê vekim.” 

Heyran, tu wa çi dibêjî? Dil û dest, mejî û sing!…

Wisa nebêje got, “Ma ne beden yê min e, ez çawa bixwazim dikarim wisa ji nû ve dizayn bikim. Ma ne dil jî yê min e, dest jî, mejî jî yê min e sing jî” û dîsa gotina, “Mirov dixwaze weke tava piştî baranê be” li ser zarê wî geriya.

Weke tava piştî baranê ji hemû kela xwe velemyayî û ji hemû kula xwe dawerivyayî.         

Bu yazı toplam 2759 defa okunmuştur