Omer Dilsoz

Şopên Keştiya Nûh

04 Mart 2011 Cuma 16:09

Di jiyanê de kêlîka herî xweş ew e dema mirov berhema keda xwe dibîne. Berhem, cerg û kezeba mirovî ye; ji ber wê jî gava qusûr û kêmasiyekê bîninê, mirov wekî hirça birîndar radibe ser tapanê û agir bi mirovî dikeve.   

Mirov, bi berhema xwe hebûna xwe ya li nav jiyanê dibîne û bi berhema xwe deng vedide û teşe digire. Berhem, bi her awayî, rengvedanek ji hundirê mirovî ye û mirov bi wê reng û teşeyê xwe dibîne.

Bi kurt û kurmancî, berhema dayikekê zarok, ya nivîskarekî pirtûk, ya sînemagerekê fîlm, ya milletekî jî çand û KULTURa wî ye.

Kultur, binemayê jiyana sosyal û polîtîk li xwe digire û asta demokrasî û azadiya wê deverê dide pêş çavan. Ev çanda demokrasî û azadiyê, berhema şoreşa gelan in û di encama şer û serhildanên dijwar û xwînewî de têne bidestxistin.

Kultur, saman û genceke kombûyî, nijintî ya bi salan e ku millet bi wê reng û teşe digire û jiyanê pê dabîn dike.

Kurd, Nûh wek kalikê xwe dihesibînin û li gel ku li welatê me kurdan behr û derya tune ye jî, keştiya Nûh ku di encama tofan û tsûmaniyekê de li vî welatî niştiye, wekî hawara azadiyê dihesibînin û wisa bawerî pê tînin.

Li gorî efsane û destanên me kurdan ên devkî û nivîskî, dê salên 2012ê şopên Keştiya Nûh (ku li gorî Qurana Pîroz û Tewradê li Çiyayê Cudî ku hinek dibêjin ev Çiyayê Agirî ye, hinek dibêjin ev çiyayê Cûdî bi xwe ye) bêne dîtin û ev yek dê bibe destpêka azadiya milletê kurd.

Nûhê kurdan, ku keştiya xwe li van çiyayên asê û bilind ên Kurdistanê niştiye, dê van salan bi hawara vî milletî bê û wî ji bin bindestiya reş û bêyom XELAS bike.

Nûh, jixwe wek peyv jî di maneya “nûbûnê” de ye û nûbûn jî jixwe rizgarî û serkeftin e.

Efsane û destan, jixweber nehatine çêkirin, mîtolojî, bingeha kultura milletan in û ew berhema hiş û jêrhişa kulturî ya wî milletî bi xwe ne.

Belkî kod û şîfreyên DNAya millet û xelkan her di nav “peyam û mesajên” mît û efsaneyan de veşartî û kodkirî ne.

Keştiya Nûh, ligel aliyên xwe yên di pirtûkên pîroz ên semawî de, ew di heman demê de mîtolojiyeke kurd û Kurdistanê ye û di nav kurdan de wek “babê Nûh” an “Pîrê Nûh” tête binavkirin.

Nûh, ne tenê xilaskerê qewm an jî komeleyekê ye, di heman demê de, hemû jîndarên li ser rûyê erdê li vê keştiyê ber bi asoyên rizgariyê ve çûne û bi wan, jiyan, mirov dikare bibêje cîhan ji nû ve jîndar bûye.

Maka vê destpêkê jî axa pîroz a Kurdistanê ye.

Welatê me ye. Niha em li vê derê dijîn û şopên Nûh li vê derê ne.

Bi hêviya dilxweşiyê…

Bu yazı toplam 4373 defa okunmuştur
baverim
 // serdar
em gelek keyf xweşin destan uaxa xwe u baverin rast gotını nézuke em azad bın geléme bın dest najit me çıcar qebul nekir u emé azadiyé pilgırın...
04 Mart 2011 Cuma 21:52