Omer Dilsoz

Payiz e

04 Eylül 2012 Salı 18:10

Heke tu li Kurdistanê bijî û heke derfetên te dest bidin tu yê havîna xwe li serhedê, payizê jî li Amedê biborînî.

Payiza vî bajarî gelekî xweş e, taveke xweş, bayekî hûnik qidqidanên mirovî vedike, binê piyê mirovî dixurîne û dibêje, “here xwe bavêje van kolanan!”

Her ku pîşesazî tevna xwe li dora bajaran dipêçe û ew tişta em dibêjinê “bajarvanî” ku pêk tê ji jiyaneke mekanîk, weke striyekê dikeve navbera mirov û suriştê û weke tanekê mirovî jêkve dike, tenêtiya ruha mirovî hartir dibe û mirov pirtir di xulolehiya giyanê xwe de xwe berze dike û pê re jî gewher û durrên mirovahiya xwe winda dike.

Mirov jî weke warê xwe ne. Warê şên û terazin, mirovê xweşik û diltenik, warê sar û hesinî mirovên robot çêdike…

Lewra ev jêkvebûna mirovî ya ji surişt û xweristê dihêle ku mirov bûbe zîndewarekî tamtirş, darse û hindî bêjî agresîf, vêzar û zikêş –di wateya destnexweşî, cirnexweşî û xûnexweşiyê de-

Ji ber hindê li vê jiyana bajaran hatin û çûyîna payîz û biharan hema bêje tenê weke sarbûn û germbûna dinyayê (bi kurdî nabêjin hewa sar dibe, bi kurdî dinya sar û germ dibe) tê sehkirin; Mirov bêhna axê û ya bi hezaran cure kulîlkên li ser, bişkiftina wan, lez û beza zindewar û ruhteberên di vê suriştê de hevkarên me ne, hay jê nabe û nizane ka kengî bihar hat û bişkift, payîz hat û behî.

Payiz e dîsa. Li der û dora xaniyê ez tê de kirêdar im, ji ber ku dar û ber tune ne, zerbûna belgên daran, weşiyana wan a bi bayê xemê re, rengvedanên tavşirînkên payizê yên gelekî spehî, mixabin nabînim, hema dîwarên sar ên apartmanên li çar aliyan ên ku hemû demsalan bi heman rengî ne û gelekî bêruh in –nizam çima boyaxeke xweşik nakêşin ser qenebe da ku piçekî dilê mirovî pê ron bûbe- weke termekî bêgiyan li ber bêhna min in…

Dîsa jî hewayê payiza Amedê gelekî xweş e. Park û şênewarên wê bi şên in, jiyan lê zindî ye û heke dilê mirovî xweş be û tirs û gumanên jiyanê yên tal nenişin ser bêhna mirovî û henaseyê li mirovî neçikînin, mirov dikare li Xana Hesenpaşa bi dost û hevalên xwe re çayekê, li Xana Hulîskan (Suliklî) dikare biçêje tama qehweya kizwanan, an jî li ser kepê Fîskaya li beramberî newala Dîjleya mend î bêdeng dikare du qurtên çayê berde ser kezebê…

Her wiha wekî her deverê gelek cih û warên Amedê yên ku mirov bikaribe payiza dilê xwe lê vegerîne biharê hene, lê a ji wê girîngtir a warekî li ber dilê mirovan xweş dike, ne bayê wê yê hûnik, ne bircên wê yên bilind, ne jî av û nanê wê yê tamxweş e, bêguman mirovên wê ne.

Bo kesekî weke min ku zêde dost û hevalên wî nîn in û zêde sosyal nîn e, ji aktueliya warekî pirtir, bêhnhatîyî û dilfirehiya wî warî û têkiliya wî ya zindî a bi xweristê re pirtir cihê pûkepêdan û xwelêgirtinê ye…

War hingê war e ku warnişîn tê de têr û azad be… 

Bu yazı toplam 4753 defa okunmuştur
mamoste
 // turan van
her hebi mamoste...
05 Eylül 2012 Çarşamba 17:51