Omer Dilsoz

Nivîskariya kurdî û derdê ‘Ax piştê!’

17 Eylül 2010 Cuma 00:10

Wek millet zimanê me gelekî li ‘gil û gazinan’ vekiriye. Helbet ev rewşa me dibe ku wekî ‘encama psîkolojiya bindestiyê’ bête dîtin. Heta derekê ev yek rast e jî. Bindest, wekî awayî derbirînê mimkûn e serî li rêbaza ‘gazinan’ bide; jixwe ji ber vê ye, tê gotin, yê serdest bi rê ve dibe, yê bindest gazinan dike.

Helbet gava mijar milletek be, nabe ku mirov nivîskarên wî gelî jê veder bike. Helbet, ew jî ji nava wê civakê rabûne û bi karakterê wê civakê jî bûne xwedan karakter. Ango ew jî her ‘neferên’ wê civakê ne û ‘heke ji vê garanê yek rîxo be navê garanê pê diherime.’

Psîkolojiya ‘garankî’ di civakê de bindest û nesaz de, - belkî ji ber şertên dijwar ên jiyanê ên sosyo-polîtîk- ji civakên ‘normal’ gelekî li pêştir e. Ji ber vê jî, di vê civaka bindest de, ‘xetên sor’, katagoriyên wekî; ‘qenc-xerab’, ‘xayîn-cangorî’, ‘reş –spî’, ‘ji me, ne ji me’ gelekî hene û civak ji bo birbiranê û dubendiyê gelekî musaîd e.

Ev giş encamên bindestiya civakê ne û ji nebûna ‘aydîyeteke neteweyî ku hemû sinifên civakê vegire’ peyda dibe.

Em dikarin vana wekî ‘êşên navberê’ pênase bikin.

Gava em berê xwe bidine dîroka xwe, di van kategoriyan de, mirov dikare du profîlên nivîskaran (rewşenbîr-aliman) bibîne. Li aliyekî mirov di dîroka me de, Melayê Cizîrî yê ku ‘bê mîr venedixwar şîr’ û li aliyê dîtir Feqiyê Teyranê ku ji ber zilma mîran ‘nediçû dêrê û ne jî mizgeftê’ jî bibîne.

Yek, encama xwedanhelwestiyê, ya din jî encama ‘zanayê qesrê’ ye. Belkî jî derdê wan gelekî ji hev cuda bûye.

Di hemû dîrokê de, li rex Feqî yên wekî Sokrates, Sartre û hwd peyda bûne û li rexê din jî, nivîskarên nefsmezin ên dostê îktidar û desthilatê jî her dem rexê din ê terazûya dîrokê dagirtine.

Di encama vê de, lîteratûra me bi têgihên ‘hem ji dêrê bû hem ji mizgeftê’, ‘heke teref nebî dê berteref bibî’ hatine dariştin û hinekan jî ev yek wek ‘êşa piştê’ binav kiriye.

Di vê çarçoveyê de heke em awirekê bidine rewşa nivîskariya kurdî ya îro, em ê gelek baştir bi mesela êşa piştê bihesin.

Dîmena nivîsa kurdî ya îro dîmeneke gelekî zelal û ronak nîne. Nexasim nivîskarên kurd ji bo ku bikaribe bibe xudangotin mecbûr tê hiştin ku ji bejna peyva xwe pirtir, ji bo domandina ‘hebûna xwe’ pala xwe bide palpiştekê û bide dûv şopa garanekê nexwe dê pir bi hêsanî ‘berteref’ bibe – a rast dê bête berterefkirin.

Hûn hemû mesela ‘êşa piştê’ dizanin ji bo wê jî hewce nîne dubare li vê derê binivîsim. Lê ji bo mebesta min bête fêmkirin ez dixwazim digel we senaryoyekê vehûnim.

----

Nivîskarek behsa serpêhatiya xwe dike:

(...) Ez nivîskarekî kurd im. Heta niha çend romanên min hatine weşandin. Ez behsa sergêjiya wê pêvajoyê nakim, lê baş dizanim ku berhemhênan li asta gerdûnî ne tiştekî pir jirêzê û hemahema ye. Hayê min jê heye ku li cîhana normal a azad, gava nivîskarek xwedan berhemên edebî yên baş be, -heke dibistana seretayî tenê xwendibe jî- dikare bi referansa berhema xwe di zanîngehên cîhanê de dersdariyê bike...

Welhasil, ez, niha ji bo ku bikaribim debara xwe bikim, sibê heta êvarê bêhna devê xelkê dikêşim. Binêrin çi hate serê min: Ez çûm ba komên siyasî, min behsa nivîsandinên xwe kir, bêyî ku guhê xwe bidinê ji min re gotin; îdeolojiya te çi ye, çûme ba xwendekaran, pirsa lîsansa min kirin, çûme ba gundiyan pirsa binemala min kirin, çûme nik memûran pirsa meaşê min kirin...

Welhasil, ez, çûm kî derê li heman striyan aliqîm û ez her bi êşa pişta xwe hesiyam. Çu kesê pirsa “ka te çi nivîsandiye?” nekir, her kesê got, “Ka te pişta xwe daye kê?”...

Erê min pişta xwe daye tiştekî bi tenê: dengê dilê xwe û asoya mejiyê xwe...

---

Ez bawer dikim, evê senaryoyê hûn bi rastiyekê serwext kirin, ez dibêjim qey hûn jî niha di pencereya xwe re li ser vê yekê hin hizran dikin.

A rast hûn dizanin pirsa me ya serî çi ye; em dikarin hemû cîhanê di nava xwe de bihewînin, lê em nikarin li zanayekî xwe xwedîtiyê bikin, em dikarin hemû cîhanê li ber dilêriya xwe bilerzînin lê em nikarin ‘feqî’yekî xwe li dêr û mizgefta xwe danişînin, erê, em dikarin bi hezaran cangoriyan ji dergûşa diya xwe hilînin lê em nikarin rêzanekî li serê dîwana xwe dabînin...

Ji vê pirsa me êş û jan davêjin parsûyên me û em her dem dinalin: “Ax pişta min ax piştê!”

Bu yazı toplam 3851 defa okunmuştur
Mixabin
 // Kurdo Serhişko
Mixabin rastiya me ev e.
Di hemû civakên wekî ya me de ev rastî derbas dibe: Kî pirtir sond bixwe, kî pirtir sozan bide -sozên xwe neyne cih jî dibe-, kî zêdetir şelafiyê bike ji xwe re pişt dibîne.
Wekî Feqî "ne çûye dêrê ne jî çûye mizgeftê" ya baş mirov ne sondan bixwe, ne sozan bide ne jî şelafiyê bike û her xwediyê nanê tisî be......
22 Eylül 2010 Çarşamba 14:49
kemilandin
 // çemê bedel
bi rastî gelê me hê rihet nehêlana ku bi fikrekê azad meseleyên diqewêmin binêre. ji ber vê ye wekî te mînak daye xwe dispêrin îdeolojîyekê, binemalakê hwd. jixwe îşê herî zor jî ewe ku yê xwedan miletekê ne azad be û bo wan bixebite. ev jî qîmeta xebatê û sebrê derdixe holê. ne hewceye nivîskar bi qelemê xwe ve hemû kesan memnûn bike. eger derdê wî tenê rastgotin be: îro nebe, sibê; sibê nebe jî dê rojek were û ew gotinên wî dê bibin mînak. lê divê yên xêrxwaz hêvîya xwe hîç nebirin. eger ew jî xwe bidin kuncekê, gelo ew belengazên me dê bikevin destê kî.? di nav şert û mercên giran de hamîyeta yên bêjin em ji miletê xwe hez dikin, bellî dibe. bar çiqas giran be mezinahî jî ewqas e. her tişt ber bi kemilînê ve diçe. sebir lazim e....
19 Eylül 2010 Pazar 08:41
xwedê pişta min jî dêşe kekê Omer
 // sasan kendal
erê xwedê nivîsa te gelekî baş bû, lê min nekarî ez hemiya bixwînim, jiber ku pişta min jî dêşe....
18 Eylül 2010 Cumartesi 22:19