Omer Dilsoz

Mesela Neqşebendiyên Kurd û lêborînek

24 Aralık 2011 Cumartesi 22:37

Dostên ku çavekî li nivîsên me digerînin û meraq dikin ka em bi çi dibilin, derbarê gotara min a li ser “Neqşebendiyên Kurd” de li min geriyan ku min sehwe kiriye.

Berî her tiştî ji bo hişyarkirina van dostên dilsoz ez spasiyên xwe wek deyn dizanim û pêşkêşî wana dikim û ji ber kêmasî û xeletiyên di wê gotara navhatî de, ji xwendeyên xwe doza lêborînê dikim.

Ez dibêjim qey heqê xwendeyan heye ku derbarê wê mijara ku sehwe tê de çêbûye de agahiya rast wergirin. Min jî bi vê mebestê hinek çavkanî têkvedan û derbarê Sofîzma Neqşebendîtiyê de hin agahiyên kitêbî –her çend zêde wê rêbazê di gotarên xwe de bi kar neynim jî- bi dest xistin.

Li gorî vê, li Kurdistanê, du Terîqên Mezin ên Tesewifî yên Îslamî raberî me dibin. Yek ji vana Terîqa Qadirî ye ku di bin serkêşiya Şêx Ebdulqadir Xewsê Geylanî de hatiye danan û ya dîtir jî Terîqa Neqşî ye ku di dawiya sedsala 18ê û destpêka sedsala 19ê di bin serkêşiya Mewlana Xalidê Şehrezorî de li Kurdistanê reh û rîşalên xwe berdane û belav bûye.

Mewlana Xalid, alim û zanayekî Kurd e. Rêbaza Neqşî şiyan bi dest xwe ve anîne ku sedsala 19ê li Kurdistanê gelekî deng vedaye, hema bêje hemû welêt vegirtiye û bandor lê kiriye.           

Li gorî hin çavkaniyan, ev Terîqa Neqşî xwedan dîrokeke kevnar e û felsefeya xwe li ser mîstîsma Hind û Xoresanî daniye. Tê destnîşankirin, jêderka vê felsefeyê jî Brahmanîzm û Budîzm e. Rêbazên vê terîqê ji van ayînan hatine wergirtin û bo dînê Îslamê hatine lêanîn.  

Li gorî heman çavkaniyan, tenê şêxên Neqşî û xalîfên wî yên nêzik bi vê felsefeyê radibin. Murîd xwe têkilî vî karî nakin. Mebesta sereke ya vê felsefeya jiyanê ew e ku hukmî li jiyana civakî, siyasî û aborî bike û rê bide ber civakê… Karê endezyariya civakê û dizanykirina sistema jiyanê jî mirov dikare di heman de kategoriyê de binirxîne.

Mebesta wê ya duyem jî ew e ku kes û civakê ji bo vê mebesta sereke hazir û amade bike. 

Pîvanên Sereke yên Terîqatê 

 11 pîvanên Terîqa Neqşî hene. Evana ji Sutrayên Keşeyê Budîst ê navdar Patanjalî hatine adaptekirin. Ev rikn û pîvanên sofîzmê wiha hatine rêzkirin:

1- Hûş der dem: Kontrolkirina bêhn-danûstandinê (Divê hiş û mit bibî her tim)

2- Nezer ber qedem: Gava bi rê ve diçî divê li ber piyê xwe binêrî. (Ber piyê xwe binêre)

3- Sefer der weten: Divê tu ji însanbûnê ber bi melekbûnê bikevî rê. (Qenciyên welê bike ku bibî milyaket)

4- Xalwet der encûmen: Gava di nav koma mirovan de bî divê bal û dêhna wan nekêşî ser xwe. (xwe li ber xwe bigire) 

5- Yâd kerd: Bêrawestan divê tu zikrê (Bibîranîna Xwedê) xwe bidomînî. (Tim yad bike)

6- Bâz geşt: Piştî zikrê:

   Divê tu vê bendê «Ya Xweda! Armanca min tenê tu yî, daxwaza min jî tenê pêxweşbûna te ye.» tim dubare bikî.  

7- Nigâh dâşt: Divê tu dil û qelbê xwe ji şik û wesweseyê dûr bixî.

8-Yâd dâşt: Divê tu dest ji wateyên razber ên gotinê berdî û berê xwe bidî Xwedê.

9- Vuqûf-i zemânî: Serê her du an jî sê saetê carekê divê tu wijdan û nefsa xwe bidî ber pirs û pirsyarê.    

10- Vukûf-i adedî: Zikri tek sayılar üzerinde durdurmak.

11- Vuqûf-i qelbî: Divê tu qelbê xwe hem bi gotina zikrî hem jî maneya wê mijûl bikî.

Rituelên Terîqa Neqşî:

3 pratîkên girîng ên terîqa Neqşî hene. Her sê jî ji bo wê ne ku murîdî bi riya konsantrasyona fizyolojîk bîne ber transê. Du mebestên vê pêkanînê hene:   

A yekê ew e ku mirûdî bi awayekî canfîda bi şêxî ve girêbide; Ya duyê ew e ku murîd li ber cave xwe biçûk bike da ku di nav organîzasyon û rêxistina cemaetê de ji bo her xizmeta bêberdêl amade bibe. Navên van pêkanînan jî ev in:  

1. Râbita,

2. Zikrê xafî

3. Xetmê Xuwacegân

 …

Gelî dost û hêjayan,

Wekî tê zanîn, dîn jî sistemeke civakî ye û kartêkeriyê li hemû layenên civakê dike. Civakê li gorî xwe dizayn dike û pergaleke hukm û hiqûqî datîne ber xwe.

Qet cihê şik û gumanê nîne ku vê rêbaza Neqşî ku gelekî li bejna civaka kurd fesiliye û wekî Terîqeke Kurdewar aj û şaxên xwe berdane nava tevnriçînên civakê.

Bi xêra vî terzê rêxistinbûnê civaka Kurd fêrî wê yekê bûye ku ku li dora pêşengekî li hev kom bibe û ji bo armanca bilind ku serxwebûn û xwerêvebirina civakê ye, heta radeyekê jî bi ser ketiye.

Hêjayî gotinê ye,

Îro civaka kurd di bin pencên serdestên xwe de dinale, pêdivî bi ruhekî hevgirtî heye. Ev ruh, çi mîstîk be, çi natural be, çi jî kapîtal be; roja hindê ye ku wek civak bibine xwedan yekrefleks û bi yekdestiya siyasî, bi hemû şane û layenên pirrerengî yên civakê ve, ji bo doza neteweyî dest bihilînin!

-Ma we got çi?       

Bu yazı toplam 2871 defa okunmuştur