Omer Dilsoz

Me go ‘bîskekê jî bi edebiyatê biaxivin’

14 Nisan 2012 Cumartesi 14:22

Van rojên ku bûka salê Nîsanê bi hemû spehîtiya xwe hembêza xwe ji me re vekiriye, li ber kuçeyên teng î bêdeng ên “mehla weşanê” ya kurdî, liv û bizaveke gur berçav dibe.

Weşanxaneyên kurdî xwe bo TUYAPa Diyarbekirê amade dikin.

Nivîskar jî hewl didin kitêbên xwe bigihînin Fuarê ku qenebe di vê platform ku danûstandin di navbera nivîser û xwîner de rasterast pêk tê, bikaribin “gotineke xwe jî bibêjin.” 

Mebest, weke her warê jiyanê xwe pêşankirin e, derbirîn e û ew e ku devê kîskê xwe veke û durr û sedefên xwe li bazarê ro ke/raxe.   

 Ji ber hindê ye ku van rojan beraşê weşanxaneyên kurdî –gelekî xwe diguvêşin û hemû mercên xwe didin zorê- arvanê ber destê xwe berdidin dolabê û dihêrin. Her kes zara xwe davêje û li benda “du-şeşekê” ye.  

Gelek pirtûk derdikevin.

Yek ji vana Qolyeya Cêcileê ya Mîran Janbarî ye. Ev romana bi tevna ristebariya zanistî hatiye hûnandin, ji weşanên Lîs gihîştiye ber destê xwendeyên kurdî.

Ez niha dixwînim. Bi Remezanê kurd re li Ermût heta bi Parîsê heta bi çola Nevadaya Emrîka, geşt û guzarekê di nav hiş û hizrên Mîranî de dikim.

Ziman, weke aveke mend ê li panavekê raserî deştê be, hêdî hêdî û nerm nerm dikişe. Hûnak zelal û bûyer weko ku mirov li fîlmekî ristebariya zanistî temaşe bike û car û car bi Remezan re vegere Kurdistanê û li jiyana beriya Mêrdînê bibe mêvan.

Ez gelekî bi dilekî xweş dixwînim, roman pir nerm û aram e. Pir bêdeng mirovî dibe dinyayeke dîtir a rengîn û bi qolincên evînê ditevizîne.

Her çend çi lerz û ricifê bi mirovî nexe jî, mirov hew dibîne ku xweziyeke tirş a lîmonî di şikestinên Remezanî de –ku weke kurdekî bivê nevê xwendeyên kurd dê pişta wî bigirin û wî weke boksorê xwe yê li ser rînka ber biyaniyan hest pê bikin- li ser ruhê mirovî dinişe.

Mîran Janbar, bi çavekî ji ezberên me cudatir, bi romaneke nerm û mend û xweş dibêje, “va ye ez jî li vê derê me!”

De kerem ke, hûn jî ji sêhr û efsûna Qolyeya Janbarî xwe nehêlin bêparî…

Min qolye hilgirt û niha sêhra wê yaw eke baweşînên Nîsanê honik û dilveker, enerjiyeke pozîtîf hest dikim.

Ma hûn jî naxwazin ji vê qolyeya bi esfûn!...

Niha jî piştî min qolye hilgirt vêca dê berê xwe bidime KELEHA Şener Ozmenî.

Ev KELEHa ku li ser ruhê DIMDIMa Xanê Lepzêrîn, weke keleheke hizrî ku xwerû ye ji sembol û elametan fikr û ramanên kel, bere û rûberekî nû bi şêwazê vegotineke “go” yê ji devê sêyem ku ez wisa dibînim ku dê di vegotina kurmanciyê de şîveriyeke nû veke…

Min dil heye lê geştekê bikim.

Û piştre gelek berhemên nû hene ku divê bo we behsa wan bikim, ku nebî nebî xwe jê bêparî bihêlin.

Yek ji wan “Çîrokên Nîvcomayî” ya Amed Çeko Jiyan e. Lêkristiya Çeko, ne kêmî Çexovê Rûs e.

Bu yazı toplam 3358 defa okunmuştur
'bîskek' ne 'bêhnek'
 // cılemêrg
eve çı b''biskekê ye'' babo! te êcarî ekola bahdînanî hêla. belê serhedî nabêjın 'bîskekê. mala te ekola bahdini hêla u tı jı serhedê ji borî...
20 Nisan 2012 Cuma 23:02