Omer Dilsoz

Ku mir, ha siwar ha peyar

20 Şubat 2012 Pazartesi 18:55

Hûn hemî vê çîrokê dizanin: Dibêjin yekî bavê wî tê kuştin, ew jî dipirse, dibêje, “Dayê kê bavê min kuşt; siwaran an peyaran?”

Dayik: “Kurê min, ha siwaran kuştibe ha peyaran çi ferq e, bavê te çû…”

Vêca meseleya me û tirkan jî wisa ye. Her roj mirov têne kuştin, ku piranî jî kurd in.

Her roj li nav zevî û devê riyan, kiloxên serê mirovan ji axê hiltavêjin.

Ev welat goristan e.

Her roj dengê firoke û jetan keçaniya asîmanê bajarên me kirêt dikin û çiya û xwerista Kurdistanê didin ber bombe û agirî.

Her roj agir bi ser serê me de dibare.

Ma gelo ev hemû ji bo “fantazîyekê” ne ku dewlet rabe “komekê” ji nav xwe rahêne û bibêje, “Herin bi ser navê kurdan şerê çekdarî bikin paşê jî em ê vê bikin hincet û tevgerên kurd ên azadîxwaz pê tune bikin” gelo kesên bi van çîrokan xwe dixapînin, ma dîmenek giştî nabinin?

Tişta herî hêsan “bêbextî û reşkirin e” pir hêsan e, “dê kulmek teqn û heriyê pê dadî û bibêjî, filankeso qûna te bertav e!”  

Lê huner bi pêkanînê  ye, huner, bi berêkveanînê ye. Bi çêkirinê ye, ne hilweşandinê…  

Dilê me diteze, her roj gênc û lawên me, keç û delaliyên ber dilê dayikên xwe, serî datînin ser axa sar, her roj darbest têne rakirin; her roj bêhna mirinê ya genî bajar û gundên me difetisîne, em hêj rabûne ketine pey hesaba, “gelo yê kuştî siwar bûn an peyar; Gelo emrê Robozka Goyistanê Serokwezîr da an Serfermandar, gelo ew kiloxên li Navdêza Amedê hatine dîtin yên bêseroşûnên bi destê JÎTEMÊ ne, an yên serdemeke dî?

Ma çi ferq e, ma kuştin her kuştin nîn e?

A mihûm û ferz ew e, em binêrşin ka em ê çawa vê xwînrijiyê rawestînin.

Em ê çawa dawî li vê bêyomî û bêganeyiyê bînin!

Ya girîng, Jiyan e. Her mirovek cîhanek e, dinyayek e; bi kuştina mirovekî dinyayek tê kuştin. Rast e, her kuştin rijîna stêrkekê ye. Her stêrk dinyayek e.

Zêde dirêj nakim hûn dikarin lê zêde bikin. 

Bu yazı toplam 3409 defa okunmuştur