Omer Dilsoz

Heke tu (bi kurdî) binivîsî…

02 Haziran 2012 Cumartesi 18:37

Jiyana ku tu bêhemdê xwe xwe tê de dibînî, piştî çep û çûrên dûr û dirêj rojekê hew dibînî ku tu înayî sere duryanekê.

Rojekê bi xwe dihesî ku tu û pênûs weke goşt û neynûkê ne, peyv û efsûna wan a sergêjiyê li te diqewmîne, hew dibînî ku weke bayekî devê geliyan bi ruhê te vedaye û hiş û sewdaya te pê re çûye jî.

Rojekê tu hew xwe dibînî û tu û nivîs bûne destebira.

Ji wê rojê pê de êdî tux we di nav dinyayeke dîtir de dibînî. Dinyaya peyv û hêma, wate û raman, hest û tevnrêçikan.

Di vê dinyaya reşbelek de her tişt bi carê de tê û xwe li te dadide.      

Mirov çawa dibe nivîskar, çu kes nizane bersiva vê pirsê bide; Belkî jî mirov bi nivîskar tê dinyayê û paşî di nav jiyanê de vê hunera xwe dinase û pey wê dikeve.

Vêca mesele ji vir û pê de dest pê dike: Tu êdî xwedan barekî xeman î; Ku ev bar ne li ser milên te lê li nav dilê te ye, li ser hişê te ye û di nav mejiyê te re ye.

Ev xema nivîsê, virûseke wisa pêgir e, gava ket hundirê dilekî, êdî mimkûn nîn e jê vebibe.

Tu ji kîjan nivîskarê/î bipirsî, “tu ji bo çi dinivîsî?” dê bibêje, “Ji ber ku bi kêrî çu tiştekî dîtir nayêm, loma.” Lê dîsa jî heke sed carên dîtir jî bête dinyayê, dê her bi heman karî rabe û dê her rahêje pênûsê û bikeve dûv nêçîra efsûna peyvan…

Nivîskarî illetek e, gava tu pê girtî, êdî tew te bernade. Weke qijnikekê dê bi te vede û heta dawiya jiyê te bi te re be.

Çi ko, tama wê ji hemû tamên jiyanê xweştir e.

Çu tişt temendî nivîsê zewq û xweşiyê nade nivîskarî û ji bilî peyvê çu tişt têhniya ruh û dil û mejiyê nivîskarî naşikêne.

Bi kurtî û kurmancî meseleya nivîsê ev e.

Vêca kesên bi vî karî radibin, di nav civaka xwe de tim û tim belakir in. Yên berbela ne, dijber in, bi çu kes û derdorê re lihev nîn in. Asê ne, esk in…

Heke tu nivîskar bî, bizanibe ku hemû îktîdar û desthilat piştî demekê dê li te bêne xezebê.

Tuyê an pênûsê xwe bidî mertalê devê şûrê îktîdarekê û li bin sî û nîrê wê xîveta xwe vedî, an jî tu yê ber devê rim û rimbazên desthilatan berevaniya bîr û boçûna – ku te bawerî pê aniye- ‘xwe’ bikî.     

Heke tu bi karê nivîsê mijûl bî, divê tu bo van pirsan amade bî; Dibe ku ji nişkê ve dost û nêzîkek te riya xwe te bigire û ji nişkê ve vê pirsê ji te bike: “Erê tu dinivîsî lê ka bêje tu çi karî dikî?”, “Tu bi çi mijûl î?”, “Hunera te çi ye?”, “Pîşeya te çi ye?”, “Tu çima naxebitî?” û gelek pirsên div ê mihwerê de dibe ku ji nişkê ve bikin peqqq û li nav çavên te bikevin!

Heke te “qelem” girtibe destê xwe, bizanibe ku te “qeder” girtiye destê xwe.     

Heke “karê” te “nivîs”, “şûrê” te “pênûs” û “derdê” te “fikir/hizr” be, “xwelî” li serê te!

-Cihê dilpêsotinê ye ku nivîs-karî “trajedyaya herî dilsoj a jiyanê –dîroka mirovahiyê- ye”, li çu cografya û welatî, nivîs –weke KAR nehatiye dîtin û peyva nivîsKAR tenê di wateya xwe ya ferhengî de bi vî rengî kariye mafê hebûnê ji xwe re peyda bike.

Nexwe nivîskarî, çawa ku di Tirkiyeya îro –bakurê Kurdistanê jî pê re- de, GOGA di navbera Dewlet-Rêxistin-Cemaetan de ye, duh jî wisa bû, û li hemû cografyayên cîhanê jî –mixabin- hê jî wisa ye.

Qet hewce nake ez nimûneyan li vê derê rêz bikim, hema dişêm bibêjim ku –ji bo dîmen zelal bibe û mebesta min hinekî bête famkirin- îro heke nivîskarên Kurdînivîs ên bakurê Kurdistanê –piraniya wan- ne memûrê dewletê, mamoste bûna, dibû ku gelekê wan ji birçîna biketana ber mirinê.

Çi ko, nivîskar wisa kesên pirhêlî û desthel jî nîn in, ku bikaribin bo jiyara xwe paletiya her kesê ragirin jî.

Diyalektîka jiyanê welê bi me sepandiye ku –bi teqdîra Îllahî- îlakî hinek dê rabin û dilê xwe bibijînin peyvan û destê xwe rahêlin pênûsê; Heyran, ha we destê xwe daye pênûsê ha arî û bizotê!...    

Dîsa jî sotina bi tiştê ku heza mirovî lê ye, sotina herî xweş e:))

Bi kurt û kurmancî: Ber dilê min; Nivîs jehra herî hingvînî ye ku ez bi wê diJÎM…

Bu yazı toplam 2438 defa okunmuştur