Omer Dilsoz

Bîskekê jî edebiyat

19 Eylül 2013 Perşembe 16:57

Me got, em bêhnekê jî bi pirsên wêje û nivîsê dakevin.

Ji ber hindê ev nivîsara xwe me ji bo pirsa ‘hêmajeniyê’ di kurdiya nû de terxan kir.

Pirsa me ev e; aya, qelemşûrên nû-giha yên kurd; Kurdê vê serdemê dê serçaviya 'hêma' û 'dahênana' xwe li kîjan binemayî deyne; Gelo gava pexşa nû ya Kurmancî tê dariştin, em ê xwe li kîjan kadînê bigirin; wek hêma weke pêşiyên me gotî, em ê bêjin, "Kaniya kulan û xeman" an em ê hêmayên xelkê TRANSFER bikin; bibêjin, "Denizin hırçın dalgasına kapılmış bir çöp tanesi kadar yalnızım", an jî em ê bêjin, "Şikefta devê te nizam çi..." ?
Gelo qibla me ya hêmajenînê kî der e?

Em ê berê xwe bidine kî derê?

Pêlvedan û gerdûnîbûn di giyanê wêjeyekê de çawa vedijî?

Hêmayên transfer, heta kî derê dê di vê paletîya danîna hişê civakê yê nû de, bi kêrî me bên û diviya em ‘xwe’yê nû çawa ava bikin?

Helbet, hêmaya, “Kaniya kulan û xeman” ku di edebiyata devkî –dengbêjiya kurdî de hêmayeke gelekî xurt e, wek binema heta kî derê dikare me ragire û me digel xwe bibe?

Pir aşkere ye ku civaka Kurdî pêlên nû ji xwe çêdike û berê xwe vedike; êdî Kurd bajaran datînin û dil heye bibin netewe.

Ev qonaxa geşedanê û guherînê rê dide me ku em digel dinyaya derve têkiliyên bi her awayî deynin û wan geş bikin.

Ev danûstandinek e, em didin û ji wan distînin û pê re dibe ku hinekên me kevin bibin hingê em ê wan bavêjin û biguherin.

Di vê biyavê de gava em çavçêrînekê li pirsê dikin û dinêrîne pirsa hêmadahênanê, em vedigerin ser vê rastiyê, ku hêmajenîn tercûmekirin û navlêkirina helûmercên giyanî ye. Tasvîrkirina ruh e û ji ber vê ye ku bi vê reftarê ruhê ziman û peyva wê jî pê tête pahtin.

Em dişên bêjin ku ev çalakiyeka patina ruh û giyanê berz ê jÊrhişa wê civakê ye.

Ji ber hindê ye, ku gava em hêmaya “kaniya kul û kovanan” dibihîzin hema yekser em xwe di nav dîmenê de dibînin û dibin parçeyek wê.

Ew me digire paxila xwe.

Kanî, di jiyana kurdewar de, serçaviyeke sereke ye ku amajê bi jêderka avê dike ku “av” di jêrhişa hemû zar û zimanan de ser û sebeba jiyanê ye û heke ew tune be, jiyan jî tune dibe.

Gava, ez ser û sebeba kaniya kul û kovanan dibihîzin, yekser kûrahî û şidiyahiya wê hêmayê me ber xwe ve dikêşe û em pê dihesin, derbirîna hesteke gelekî gurr û rijd li dar e û xwe têkilî wê dikin. An jî xwe datînin parçeyeke wê kevalê ku şiklê me jî tê de binime.

Ji ber hindê, pirs ev e, gava em ê destkola bikin bo dahênana edeba xwe ya nû, em ê nanê hêmayên xwe di kîjan tenûrê de bipêjin?

 Jixwe, ji bal her kesî ve aşkere ye ku edeba me ya nû, xwe gelekî di tenga hêma û sembolan dide û pijikandina giyanê xwe yê nû li vê derê dide ber pirs û pirsyarê.

Bu yazı toplam 11803 defa okunmuştur