Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Bangên xwedîtiyê û ‘xwelîseri’ya karê kurdî

Bangên xwedîtiyê û ‘xwelîseri’ya karê kurdî

Nûçeyeke germ kete ser ajansan. Flaşa nûçeyê de, -Amed- bi ber çavan dikeve. Mijar axaftin û bikaranîna zimanê kurdî ye.

Yê daxuyaniyê dide Hevserokê BDPê Selahattin Demirtaş e. de kerem bikin, em berdewama nûçeyê bi hev re bixwînin:

 “(...) Hevserokê BDPê Selahattin Demirtaş, bang li gelê kurd kir ku li zimanê kurdî bibin xwedî.

Hevserokê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) Selahattin Demirtaş, 10ê kanûnê bi boneya hefteya Mafên Mirovan, îro (15ê Kanûna 2010) li Diyarbekirê/Amedê, civîneke çapemeniyê li dar xist.

Demirtaş, bi bîr xist ku salên 1990î de 3 hezar gund hatine kavilkirin û 17 hezar KURD bi awayekî failê wan nediyar hatine kuştin û xwest dewlet lêborînê (ji kurdan) bixwaze.

Selahattin Demirtaş banga “Kurdî li jiyanê serdest bikin” li gelê kurd kir û xwest hemû esnaf tabelayên xwe, xwaringeh menûyên xwe bi Kurdî-Tirkî amade bikin û şaredarî jî tabelayên kurdî li hemû gund, navçe û bajarokan hilawîsin.

Demirtaş, ji hemû şaredariyan xwest ku di derwazeyên navçe û bajaran de  li ser riyan bi kurdî “Hûn bi xêr hatin” bête nivîsandin.

Hevserokê BDPê, destnîşan kir ku ji bo ku kurdî bibe zimanê perwerdeyê di bin banê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de kampanyaya zimanê dayikê dane destpêkirin û ew ê bi wê bi milyonan îmzeyan berhev bikin û pêşkêşî Neteweyên Yekbûyî bikin...”

Bangên xwedîtiya li kurdî vê heyamê gelekî moda ye, hema bêje, li Parlamentoya Tirkiyeyê her roj di vî warî de em rastî hin hewldanan tên. (Serokomar Abdullah Gul îro hişyarî/gef li vê yekê xwar!)

Mirov nizane bayê siyasetê dê ji kîjan hêlê de were, lê rastîyek heye ku îro hê jî kar û xebata bi kurdî berî her tiştî di nav kurdan bi xwe de tirş e, zerdav e, bêqedr e, giyayê hewşê ye, lawê jinbavê ye, tal e, bêqîmet e, çi pere nake, bêrû û rêz e, karê gundî û ‘nezanan’ e.

Heta ev têgihîştina xelet neyê herifandin, nabe stêrka kurdî li asîmanê Kurdistanê wekî stêrka gelavêjê bibiriqe; nexwe, dê hema her tenê ji formalîteyê biwêdetir neçe.

Vê yekê, ji her kesî pirtir, em kesên ku rasterast bi vî zimanî hest dikin, bi vî zimanî raman û xeyalên xwe, axîn û kovanên xwe dadirêjin, pê dihesin û ji her kesî pirtir em bi vê jan û kulê diêşin.

Ew daxwazên li jorî birêz Demirtaş bilêv kirine, ji her pirtir ez digel im, bi ruh û canê xwe ez pê re me, bila be, bila her dever, her tişt bi carekê bibe kurdî; “ma kesê kor û nebîna çi dixwaze? Helbet du çavên ron û ronak!”

Lê kûrahiya meseleyê, diviya em hinekî hilxepêrin û di ber de di ber de diviya em xwê di vê kulê werkin û wê bikewînin, nexwe, heke xwêya girarê genî bûbe, tu çend av û danî biguherî bi kêr nayê.   

Min dil heye, ji bo ku mebesta min bête fêmkirin, hinekî ronahiyê bidim ser gotinên xwe yên jorî û piçekî mijarê vexepêrim.

Bi salan, em di sazîyên kurdî de ji bo zimanê kurdî xebitîn, gelekî xweş bû helbet, lê wekî ku îro dibe duhî jî tim têgihiştin û qinyateke ‘kêm’ derbarê kurdî de hebû/heye. Mixabin, di vê serhatiya ‘ronasansa kurdî de’ kurdî mixabin û sed caran mixabin tim û tim pepûk ma, çu carê nebû bûka vê qesrê!...

Sazî hatin danîn (helbet karê wan pîroz e) lê kesên qet bi kurdî jî nizanin anîn danîn ser van saziyan; wan, hem nehîşt sazî wekî gulekê geş bibin û berhemê bidin, hem jî kurdîhez û dilsozên vê qewareyê di agirê xwe de fetisandin, xeyidandin û gelek ji wan wekî ku qet tunebin, penîçav û dûrîqadkirin.

Li her devera gula Kurmancî bişkivî, anîn, îdeologên ruh gardiyan ên tirkperest danîn ser serê wan; gotin, bi kurdî rojnamevanî nabe, wergêre, bi kurdî nivîskarî nabe, tercume bike, bi kurdî şano nabe, jiber bigire, bi kurdî siyaset nabe, termonolojîya wê tune...

Lê çu carê nehişt ku kurmancî bi hemdê xwe, li ser rehên xwe, bi destê heskirî û pisporên xwe GEŞ bibe, aha, a rastî, kula me ev e, derdê me ev e, êşa me ev e... Ev êş îro hêj jî berdewam e, Bakur jî wisa ye, Başûr jî di hin deveran de tê ber guhê min ku ev NESAXÎ û VIRÛSA kurdên spî ya jehkirina Kurdî û reha Kurdewariyê pêl vedide û ev bextê reş dubare dibe.

Ev rewş, bi yek gotin tê şîrovekirin: XWELÎSERÎ!

Vê daxuyaniya Serokê BDPê hinekî hêviya dilê min XWEŞ kir. Hema ez ê bi gotineke pêşiyan mijarê bi dawî bînim: Ji kerema xwe “nanî bidin nanpêjan, bila nanek tunebe.”    

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
1 Yorum
Omer Dilsoz Arşivi