Tarîx, kêl û ferş in. Ka êdî çi ba û bareşan, befir û şiliyê jê hiştibe, ew bermayîk e. Ew bermahîka berayîka heyîna me pê têt kifşê. Lewra tarîx dariştina bîrê ye û reh û rîçalên me ne.
Her serpêhatî ku neyê nivîsîn, piştî babê sêyê hêdî hêdî kirasê xwe diguhere û ber bi çîrok û efsanebûnê ve diçe. Gav bi gav her ku toza ser kêleberan kevin dibe, şop û dews di bin verêja baranên payiz û biharan de winda dibe, êdî dengê wê serpêhatiyê jî kûrtir dibe. Dibe “çîrokek carek ji caran rehme li dayik û babê guhdaran”.
Lê heçî kêleber in ew hafize û bîra zemanî hildigirin û li ber ba û bahozên zemanî dimînin. Reng û dirûv çiqas biguhere jî sirek, aşopeke pir çilmisîkî li wir bel dibe.
Xuya ye, veguhastina serpêhatiyê ji nifş bo nifşî di nav mirovan de wek hewldaneke man û nemanê ye. Mirov, hergîz dixwaze tiştek ji xwe li dû xwe bihêle ji bo neyê jibîrkirin, çimkî jibîrbûyîn û jibîrçûyîn navê dîtir ê mirinê ye.
Ez bi vê “çîrokê mezin bûm”. Xuya ye babê min jî ev çîrok ji babê xwe, babê wî ji babê xwe bihîstiye. Di her vegêrana vê çîrokê de, li gorî zeman û kawdanê lêzêdebûn, an jî jêkêmbûn çêbûne û wekî zinarê li ber ba û bageran her sal kulmekê ji xwe dide ber bayî û dixewixe, serpêhatî jî wisa ji rastinîya xwe dixewixe û ber bi çîrokeke dûr ve diçe.
Li gorî vê serpêhatiyê, babê min digot, babê wî ji babê xwe bihîstiye; “Ji Şamê hatine em…”
Qulîçkeya vê metelê hemû ev e. Xulase hemû ev “hatina ji Şamê ye” lê kengî hatine, çima hatine, çawe hatine, çend jê hatine? Çima mirovek zane û serwext ji bajarekî mîna Şamê ku hingê li Rojhilata Navîn paytexta ilm û zanistê ye bar bike û were li gundekî bintara çiyayê Gare, li cihekî ku heke teyr rêya xwe berze bikin bi kotekî dê karibin ji wir derbas bibin, bi cî bibe.
Li gorî mantiqê formel, heke em îro vê qiyasê bikin, tiştekî wek tirsa kuştinê, talaneke gelek mezin nebe, çu kes zû bi zû ji jiyana têrûtijî ya bajarekî navendî ya wê heyamê xwe naspêre nav warekî ber perê esmanê Xwedê yê ku li gorî serpêhatiyê, “dema hatiye wirê ji bilî darek tûyê, hêlînek kevokê ku têt datînin ser milên wî, û qesreke ser rê ya dûr û asê”, çu tiştekî din nebûye. Ev kiryareke pir radîkal e û xuya ye di bin de çîrokeke gelek ‘mezin’ û ‘esrarengiz’ hebûye.
Hez kin, em hinekî berê xwe bidin wî qulîçke û kêleberî. Çima bab û kalên me ji me re çîrokeke weha gotiye? Çima “ji Şamê hatine?” li pesarên Gûzereşê bi cih bûne? Esasê Şamê çi ye? Şam, bi rastî jî ew Şam e ku îro em wek paytexta welatê Sûrî dizanin, navê bajarê Dîmeşqê ye an navê herêmeke berfireh a Başûr e?
Xuya ye dema bab û kalên me ev kêleber “ji me re” wek nîşane hiştine, zanîne ku rojekê dê hinek kes li dû vê pirsê bikevin. Êdî dê ev çîrok ji çîrokeke “dûr” a rêwîtiyeke dirêj derkeve û bibe pirseke ontolojîk. Aya bab û kalên me dixwest amaje bi çi bidin? Bi ya min pirsa giring û mihûm ev e; Şam dûr e an mişar!
Tê zanîn, kêleber gelek caran gelek tiştî di bin xwe de vedişêrin. Tenê “Şam” wek serê gulofîtka wê ye. Şam, “şîfreya” wî dergehê nepen e ku dê me bibe nav rastiyeke din a ku bab û kalên me ji me re daniye û xwestiye rojekê “yek ji nav me rabe û bide dû!”
Îja niha bînin bîra xwe…
Li ser girekî ziyareta li çoltera Urfayê, di bin kêleberekê de “şopên destpêka tarîxeke 12 hezar sal berî îro” derket. Ew tenê kêleberek bû û li bin sîya dara tewkê miletî ji xwe re pate pê ve dikirin, dua û miraz ji Rebê Jorî dixwestin. Nesaxim jî ji bo jinên bê zarok ew bûbû girê mirazan…
Gelo di bin vê Şamê de çi heye?
Babê min digot, “Em ji Şamê hatine” min ev gotin ne tenê li Gûzereşa Culemêrgê ji babê xwe bihîst, heman wext min li Amedê, li Batmanê, li Mûşê, li Semsûrê, li Meletî, li Erziromê ji gelek kesan bihîst… Belkî gelek aliyên vê çîrokê wek hûnandin, qewimîn ji hev cuda bûn û ev qismê “Em ji Şamê hatine” tev dişibiya hev.
Gelo ev Şam çi bûye ku bapîr û dapîrên me pişta xwe dayê û berê xwe daye vî welatê “jorî?” Çi gosirmet bi serê Şamê de hatibû ku “yên me” bi bayê bezê jê hilatine û xwe avêtine ser bextê welatê çiya?
Şam, deşt bû. Şam deştî bû. Şam bihuşta ticaret û têkelhevbûna dîn û miletan bû. Şam, agir bû. Şam, xwendin û siyaset bû wê hingê. Ji pişt behrên dûr xaçhilgir, ji deştên xwarê siwariyên ereban, ji rojhilatê rimbazên eceman, ji bakur turanên talanker… hemû nijde û revî bi ser Şamê de dihatin. Şam, zikê dojehê bû. Şam mifteya deriyê Qudsa pîroz a sê dînên semawî, herweha dergeyê deryaya Naverastê, cihê xêr û bereketa ‘dinyaya navîn’ bû.
Û belkî ji vana hemûyan wêdetir, sirek dî jî ya Şamê hebû.
Li taxeke wê ya bi kend û kortal, ku babê min navê “Eşrefîye” hildida, taxa “eşraf û esnafan”, cihê giregir û vehewyayîyan bû û babê min, wek edresa ku ‘yêt me’ jê hatine diyar dikir.
Gelo kî bûn niştecihên vê taxê?
Min qet ji devê babê xwe navê “Selahedînê Kurdî” nebihîst, diyar e babê wî jî ji babê xwe, babê wî jî ji yê babê xwe nebihîstiye; li cihekî ev qeda serpêhatiyê bi ‘zanîn’ ; belkî ji tirsan, belkî ji qehran, belkî ji bo wî barî li stûyê neviyên xwe nekin, hilnedabin. Ev qismê çîrokê ku di rastiyê de bingeh û esasê çîrokê ye, hatibû sansûrkirin.
Di zimanê tarîxê de zû bi zû ‘hûrgilî’ û ‘detay’ nebûn. Tenê ‘kêleber’ û hin sembolên ku tu dikarî bi heftûheft zaraveyan jê çiqil û tayan bivejînî.
Belkî ji zemanî re hatibe hiştin, gava dem û mekan hasil bûn, gava zanîn û hêz hevseng bûn, gava şiyan û viyan hevber bûn, wê demê, jixwe heçî rabe “kêlebera Şamê” ji cîyê xwe bileqîne dê jixweber di bin wî kop û gepezî de “Selaheddîn” derkeve. Belkî şahînşahek, belkî hezar çîrokên ji ber wê şahînşahê mane…
Hemû rêwingên ‘Şamê’ awayek ji awayan neviyên siwariyên Selahedînê Kurdî bûn. Bi wî re çûbûn wir û piştî şikestina dewleta Eyûbiyan jî ihlimal e di serdema Sultan Yavuz Selîm de vegeriyane warê bab û kalên xwe.
Di esasê xwe de em ji “Şamê” nehatibûn, em ji Şamê vegeriyabûn.
Ev kêleber, nîşana devê rê ya vegerê ye. Şam, ne Îthaka bû ji bo me, welêt Îthakaya me bû, “Şam” qoxanek bû ku bab û kalên me şûnpêyên xwe lê hiştibûn.
Di bin toza tarîxê de dengê çingeçinga nalên hespên siwariyên bab û kalên me tê. Me tarîx bi dilê xwe yê spehî “xelat” kir, îro yê li ber qinara sêdarê hilawîstî mixabin em in. Şûna xelata me celadiyeke kambax î bextreş e.
Şam, ne tenê navê bajarekî bû di bîra me ya nêzik û kevnar de; belkî yek ji kevintirîn şûnwarê bûye bajêr, bûye Damascusa Romî, Dîmeşqa Erebî û Şama Selahedîn…
Em îro neviyên wan siwariyên berze ne ku wextekê “ji Şamê” hatine.
Şam, ew warê dûr e, temendî bab û bapîrên me ji me dûr û xerîb.
Me jî li wir ‘sultanek hebû’ li heft qurnetên dinyayê nav û dengê wî çûbû. Kalikên me dabû dû çingîna nalên hespê wî şê û li diyaran geriyabûn. Heftûdu milet anîbûn kêleka hev û xêra heftûdu miletan kiribû.
Di qewlekî qedîm de hatibû, “berê xêra qenciyê ji bo heftêûdu miletî dixwest paşê ji bo xwe” em neviyên fikreke weha ‘bilind’ û ‘bê stêle’ bû; me xêr dikir û xêr ji xwe nedidî –mixabin.
Nizanim ka bi rastî em “ji Şamê hatine” lê xuya ye em hê jî li dû kêleberên bab û bapîrên xwe dibezînin deşt û çiyan.
*Bu söylenceya göre babam, babasının babasından işittiğini söylüyordu: “Şam’dan gelmişiz biz…”
Bu yazı bu söylenceyi irdeliyor.”
Bu yazı, Kürtlerin geçmişine, kökenlerine ve kuşaktan kuşağa aktarılan tarihsel hafızasına ışık tutan “Şam’dan geldik” söylencesini ele alıyor. Yazar, babasından ve dedelerinden duyduğu bu anlatının yalnızca bir göç hikâyesi olmadığını, arkasında derin bir tarihsel gerçeklik ve unutulmuş bir geçmişin bulunabileceğini sorguluyor. Şam’ın bugünkü anlamıyla yalnızca Suriye’nin başkenti olmadığını, geçmişte Kürtlerin siyasi, kültürel ve toplumsal yaşamında önemli bir yere sahip olabileceğini vurguluyor. Özellikle Selahaddin Eyyubi ve Eyyubiler dönemiyle bağlantı kurarak, ataların Şam’a gitmesinden ziyade oradan kendi topraklarına geri dönmüş olabilecekleri ihtimalini öne çıkarıyor. Yazı, tarihsel hafızanın zamanla efsanelere dönüşmesini, geçmişin bazı bölümlerinin unutulmasını ve bir halkın kimliğini, köklerini ve tarihini yeniden keşfetme arayışını etkileyici bir şekilde anlatıyor.