'Kuzey Türkiye' û rojava

Omer Dilsoz

Ji 19'ê vê mehê û pê de li rojavayê Kurdistanê gel pêl bi pêl bajar û navçeyên xwe standin û dest danî ser dam û dezgehên dewletî yê rejîma Be’asa li ber sekrat û taya mirinê.

Heta 22'ê mehê medya û çapemeniya Tirkiyê rola kerr û lalan leyîst û xwe li bêdengiyê danî. Ji vê tarîx û mêjoyê pê de tîrbarana antî-propagandaya kurdan dest pê kir û artêşa Tirk cebilxaneyeke giran kişande ser sînorê ku wan di navbera rojava û bakurê Kurdistanê daniye û welatek duker kiriye.

Argûmana dewleta Tirk a ku hebûna xwe li ser "tunebûn; red û înkara kurdan" daniye, a niha li bin guhê xwe hildan û libabûna ala û rengên Kurdan weke pişîka piyê li dûvê wê bête kirin, dest bi “qarîn û zûrînê”kir.

Hela li propagandayê binêrin: "Sûriye parçe dibe?"

Ma ji te re çi, ma tu nobedarê parçebûn û lêkvebûna welatê xelkê yî. Jixwe tu bi şev û roj dixebitî ku vî welatê tu niha îdia dikî ku dê parçe bikin, hilweşînî. Ma ji te napirsin, hilweşandin xirabtir e, an parçekirin?

Niha jî dest pê kirin bo reşkirin û têkdana Serhildana Xelkê vî parçeyî, jargoneke nû ji bin qûna xwe afirandin: "Kuzey Suriye" yanî Bakurê Suriyê", çu carê zimanê wan ê kulpêketî nagere bibêje "KURDISTAN" ji bo vê jî çawa ji bo Başûrê Kurdistanê peyva “Kuzey Irak” ji bin qûna xwe derxistin, niha dora ROJAVA ye.            

 Ev rewşa pêkenîk û trajî-komîk a dewleta Tirk û dam û dezgehên wê, bi rastîn jî hêja ye ji aliyê pisporên derûniyê ve bibe ber analîz û çavçêrîneke kûr…

Gelo ilmê psîko-analîzê dê pênaseke çawa ji bo vê devgevizk û çavmiqana aqilê dewletê yê înkarker bibîne; Aya ma napirsin, “heyran ev tirsa te ji çi ye; Welat welatê te nîne, xelkên Sûrî derbarê welatê xwe de çi biryarê bidin ew bi dilê xwe ne, ma ne tu (Serokwezîr) her roj li ser ekranên televîzyonên xwe dibêjî, ‘gelê Sûriyê dê biryara xwe bide’ nexwe ev çi xure bi te ketiye!”

'Kuzey Türkiye’ ya ku vê gavê li hemberî serhildana kurdên Sûrî lal û gêj bûye, ku kir nekir nekarî Kurdan bi rejîma Be’asê bide qirkirin û nekarî Kurd û Artêşa Azad a Sûrî ku Tirkiye wan PÎJ dike, bîne beramberî hev, niha dest bi raçandina komplo û tevna têkdana kurdan dike.

Tenê derdekî wê heye ku Kurdan jî palda nav vî agirî. Lê KURd hişyar in, bi zanayî tevdigerin, bi rêkxistî ne, hêza xwe û ya dijminên xwe gelek baş dizanin û bi exlaqekî bêhempa yê siyasî û însanî, şoreşeke wisa dikin ku li Rojhilata Navîn tiştekî weha di efsane û xeyalan de ancax dikare bête dîtin.

Kurdan hema bêje hemû Rojava stand, gelo we qet dîmeneke kirêt dît; Talan, dizî, şelandin, şewitandina al û sembolên rejîmê, bêrêzîkirina li nirx û pîroziya xelkekî, dînekî… Kurd dizanin çi dikin û vê carê heke bikaribin bi vê hişyariyê rêveberiyeke wisa jî deynin û berî bajaran, dilê xelk û miletê wê FETH bikin dê ji bo çend deh salên pêş bibe bingeh ku KURD li ROJHILATA NAVÎN serkêşiya SERDEMEKE NÛ û NÛWAZE bikin. Ji ber wê jî, gotina "ROJA KURDISTAN ji rojava hilat" ne tenê sloganeke jirêzê ye, bi a min; DESTPÊKA SERDEMEKE NÛ YE li rojhilata navîn tevayî…

Gelek dûr nîn e ku hemû xelkên deverê dê bi sempazî vê şoreşa Kurdan a zihnî û exlaqî rêzê lê bigirin, îtirafê pê bikin û roj dê bêt dê bejna xwe li ber bitewînin.

Ji ber hindê jî bi saxlemî bicîhatina şoreşa Rojava ji bo duristbûna Şoreşa KURDISTANê neynikek e û ezmûneke gelek gelek girîng e.

"Kuzey Tirkiye”ya ku xwe wek serkêş û modela Rojhilata Navîn dizanî, bi serketina Kurdan dê têk biçe û piştî demekê dê mecbûr bimîne ku riya hevpeymaniya bi Kurdan re bide ber xwe. Lê rejîma Kemalîst ku li ser înkar û yektîpiyê ava bûye, heke nikaribe li ber pêla pirrengînî ya Kurdan xwe biguhere, dê bi demê re birize û piştî dekdestiyeke dîkta mimkûn e hêdî hêdî sernişîvî çalên dîrokê ya binketiyan bibe.

Tirkiye dê li “Kuzey”a xwe bi tenê û vederkirî bimîne. Dîsa dê bête ber dergehê Kurdan lê Kurd vê carê kavir û şekên qurbanê nîn in… Ew roj çû baba’m!

...

Şoreşa Rojava ji bo ku bi silametî bi ser bikeve û çi qeza di rê de neyêne serî, divê serkêşên vê şoreşê gelekî balder û hişyar bin.

Lez bidin dîplomasiya navdewletî. Xelkên Sûrî; Ermen, Keldan, Suryan, Ereb; mezbehên Sûrî; Elewî, Sunî, Xrîstiyan û Cuhiyan baş têbigihînin û mebest û armanca xwe, pê bidine serwextkirin. Exlaqê nimune yê avaker bila bibe nimûne û cihê bervehatin û lêkombûn û xwelêewledîtina hemû çîn û taken civakê.

Berî her tiştî divê Rêveberiyeke Nimûne bête avakirin ku VÎTRÎNA wê pirreng û pirdeng lê Gewde û QURM –bi taybetî milê parastinê- tekûz û yekdest be…

Tecrûbe û dîsiplîna gerîlatî ya PYDa di bin bane TEV-DEM'ê (Hûn dikarin weke PKK jî bixwînin) divê bibe mînak û cihê lihevanîna hemû pêkhateyên Kurdistanî. Tecrûbeya Barzanî û Talabanî ya di siyaseta Rojhilata Navîn a sivîl de divê neyê paşguhkirin û ev kanalîzeyê xizmeta şoreşê bête kirin.

Kuzeyê (Bakurê) Rejîma Qardeşleran divê tim cihê hişyariyê be.

Ji bo Tevgera Azadî ya Kurdistanê ezmûna rojava weke nan û xwê girîng û jiyanî ye. Çav û dilê hemû parçeyan lê ye. Qedera Kurdan yek e.

Divê li bîra me be; Hêza herî xurt xwedanfikrîtî ye, heke ramaneke te ya XWESER hebe û heke ev raman li hiş û dilê mirovan bigere û têbipere, çi tişt êdî nemimkûn nîn e.

Nêzîk e ku “Kuzey Türkiye” di qoncalên xwe de bifetise û li Kuzeya Kurdistaneke Mezin welatekî cîran ê şûm be.

Tirkiye her ku bayê faşîzma xwe hêl dike û awirtêdana xwe ya ji jor ve a li ser Kurdan bal dike, ew bi xwe sernişîvê çala biçûkbûnê dibe.

Tirkiye ya ku her roj hinekî dîtir Gotina Xwe Mezin lê kiryara xwe biçûktir dibe, di çiravka xwe de difetise.

Faşîzm nexweşiyeke gelekî xirab e û roj tê xwediyê xwe dikuje.

Şansekî Tirkiyê heye, an dê rêzê li biryarên Kurdan bigire û kincirên xwe bide pişta xwe û ji welatê me biçe, an jî dê weke dûpişkeke tengav bi jehra xwe ve dawî li “XWE” bîne.

Rastîn, Tirkiye çu carê nebû "XWE" lê ew "XWE"ya ji XWÊya goşt û xwîna xelkê avakirî, êdî lê giran tê û mîdeya wê dihingêve…

Welhasil, vî bayê ROJAVA yê ku weke hûnebayê zozanên Gûzereşê bi ser BAKUR de tê, nehişt ku ez vê carê jî gotara xwe ya "BAJÊR, park û ZAROK” binivîsim.

Ma bo careke din… 

Yorum Yap
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Yorumlar (1)
Yükleniyor ...
Yükleme hatalı.